Tirşik-Pirtûk

kobanî

 jan dost

 .

 weşanên darayê


 2017


 kurdî

 .

 408

 roman

 2017.12.11 10:33

 xendekî

 Dema mirov vê destana Jan Dost ango Kobaniyê dixwîne, heta ku bi dawî neke, nikare dev jê berde. Dibe ku heta xwendina vê berhemê neqede xewa mirov jî neyê. Min ji nivîskar xwest ku rehmê li karekterên xwe û li xwendevanên xwe bike. Lê xwesteka min bi cih nebû. Ev roman mirov şaş û metel dike, dihêle ku mirov bi awayekî kûr bifikire. Ev roman, bi rastî jî destan e û mîna tabloyeke antropolojîk e. Gava ku mirov dixwîne nikare sinorê xeyal û realîteyê ji hev derxe. Roman mirov ji astekê dibe asteke din, mirin û jiyanê bi awayekî ecêb dixe nava hev û firsendê nade ku mirov bêhna xwe berde. Profesor Akeel Almarai Mamosteyê Ziman û Wêjeya Erebî yê Zanîngeha Sienayê ya li Îtalyayê


kobanî - Tirşik

kobanî


1. Kobanî yan jî Kobanê , bajarekî kurdan e, li başûr rojavayê Kurdistanê, ew li ser sînorê di navbera Binxetê û Serxetê de ye, li hemberî bajarê Sirûcê yê li aliyê serxetê. Kobanî nezîkî 160 km bakurî rojhelatê Helebê ye, Kobanî li rojhelatî Firat e 30 km navbera wê û Firat de heye, piraniya xelkê li ser çandiniyê dijîn.
Daniştvanên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî Kurd in, ji bilî malbatên polîs û mamûrên dewletê yên ji deverên din hatine (ew niha neman li Kobanê ). Ta salên heftêyan jî malên Ermeniyan lê hebûn lê yek bi yek bar kirin Helebê yan welatên din, Ermenistan jî di nav de. Êlên kobaneyê yên mezin eşîrên Berazî û Kêtikan in. Serdarên navdar yên Berazan Bozan Beg û Hirço Beg bûn. Ji aliyê Kêtikan yê herî navdar Besrawî Axa bû. Bozan Beg di dema xwe de nûnerekî (mebûsekî) Rihayê bû, di meclisa millî ya mezin de li Enqereyê. Kurê brayê wî Hirço, Şahîn Şahîn, di salên 50yan de li Şamê nûnerê parlemana Sûriyeyê bû,û Hirço yek ji sazdarên komeleya Xuybûn bû. Şêx Salih, ku ji Amûdê hatibû û rêberiya terîqeta neqşebendî dikir, yek ji navdarên bajêr bû, wekî Mele Mislim, Miftiyê Kobaniyê, Meçhan Axa ji Kaniya Ereban, dengbêj Mişoyê Bekebûrê, Baqî Xido,hunermend Reşîd Sofî, Miço Kendeş ( Miço Kendes) û herweha birêz şahînê soreklî û Polat Can û Jan Dost, çendekin ji nivîskar û rewşenbîrên Kobanî yên navdar in. Piraniya xelkê gundên bi Kobaniyê ve girêdayî xwe bi çandiniyê ve mijûl dikin. Di van salên dawîn de li Kobaneyê pîşesazî jî berfireh bû. Ji wikipedia bi guhartin.



2. ji min derew lê Tê gotin ku navê kobaniyê ji "company" tê... Di dema mandaya fransiyan de berî bajar li hev saz bibe li wir companyeke wan hebû...



3. gundê me li ser-xetê hamber bajarê kobanî ye. navbera gundê me û kobanî yê da 7,8 km hene. dema ez zarok bûm li gundê xwe şevên havînê li ser textê razanê min li şewqa çirayên kobanî reng û reng temaşa dikirin û diketim heyEla. bajarê sirûcê ji nêzî gundê me bû,feqet şewqê çira yê bajarî sirûcê yek reng bûn, (wek dewleta TC) kêfa min yek rengî ya çirayên sirûcê ne dihat; lêbelê ê kobanî yê ne wilo bûn: her reng çira hebûn, kesk bûn, sor bûn, zer bûn, spî bûn hêşin bûn. şewkqa çirayên kobanî, bi xwedê ji çirayên xwedê ê li ezman hîn xweşiktir bûn.



4. cihê ku îro lê li navbera daîş û ypg-ê şer derketiye. qewlî anf-ê 30 terorîst cehinimîne.



5. bajarê rojavayê kurdistanê ye. ev der cihp destpêka şoreşa rojava ye. lewre di salvegera wê de çete û cehşên daîşê dîsa êrîş kirin. niha li wir şer e. şervanên ypgê li wir li hember wan şeytanokan liber xwe didin.



6. ew bajarê kurdistanêye ku hêvî u duayên me bi wanrene xwedê alîkar be u herdem xelkê kobanîyê u şervanên wÊ serfiraz be



7. bajarê berî çend rojan ypgê ji bo hilneweşîna wan dev ji 4 gundên wê berdayî. hê ji di nav (bnr: daîş) û ypgê şer didome. daîş bi çekên giran êrîş dike. xwedê xêr bike.



8. kantoneke kurdistana rojava ye. van rojan li ber êrîşên daîşê ber xwe dide û ji neçarî çend gundan ji daîşê re hiştiye. ji ber ku terorîstên daîşê ji derdora pirsusê derbasî kobanê dibin û êrîş dikin, bdpê çalakiyekê daye destpê kirin û li ser sînor kon vedane û nobedarî dikin, înşileh rê li ber daîşiyan bê girtin.



9. bajarê ku van rojên dawî nûçeyên nebaş jê tên. xwedê li ba wan be.



10. kantona rojavayê kurdistanê a ku şerê gel ypg tir ji daîşê di berdin e.
lê belê gelekî xemgîn e ku gelek hevalên me yên hejayî rûmet jî di vê berxwedan û parastinê de jiyana xwe ji dest dan. şehîd namirin!





12. li gorî nûçeyan ji aliyê terorîstên daîşê ve ji sê milan ve hatiye dorpêçkirin..
bi qasê dixweye daîşa ku nekariye başûrê kurdistanê têk bibe, heta bi êrîşên xwe yên li ser başûrê kurdistanê hem şikestinek mezin xwar û hem jî di çavê arenaya navdewletî de bûn ''tehdîd'' vê carê nyet e berê êrîş û tehdîdên xwe dagerîne ser rojavayê kurdistanê..
divê hikÛmeta başûrê kurdistanê jî û ypg û pyd û pkk jî xeta û xeletiyên xwe yên berê dubare nekin û bi hevkarî û hemahengî rojavayê kurdistanê ji hemû tehdîd û êrîşan biparêzin..



13. kantona ku li gorî Reutersê 16 gundên wê ketine bin destê daîşê de lê ev nûçe ji aliyê pkkê ve hatiye derewandin.
dil dixwaze lê mejî dizane ku wê kurdistana başûr çavên xwe ji vê dorpêçkirinê re bigire û alîkarî neke. ji ber ku her ku diçe baştir diyar dibe ku ji bo kurdistana başûr û barzanî, kurdistan tenê zaxo, duhok, silêmanî û hewlêr e. ne şengal ne jî parçeyên din ne xema wan e.

mixabin kobanî wê dîsa tenê bimîne lê tu kes alîkarî nede jî kobanî wê dawiya dawîn bibe dojeh ji bo daîşê. ji ber ku ypg xwe naspêre hêcetên weke "çekên me yên giran tune bûn" û hwd.



14. cîhê ku salekê zêdetirê bûye meydana şerê ypgê û daişê. û di vê dawiyê de ev şerê diyar bike ku "gelo kurd yekpare ne yan na?". di şerê şengalê de ypgê, rewş û helwesta xwe diyar kir. niha emê bibînin ku "gelo barzanîyê kolandina xendekan berdewam bike, yan yê alîkariyê bide ypg'e".



15. bajarê ku bi çar hetan ra dorpêç bîya, hetê rojhelat, rojawan û başurî de daiş, hetê bakur de zî dewleta tirk ra heme dorme û xetanê ci yê ikmalî gêrîyayê. YPG wija de bi AK-47 û RPG'yan verba tank û topanê menzildergan û granan yê daişî ya ceng kena. erişanê peyînan yê bi her hîrê hetan yê daişî ya dima gelek dew û nehiyeyî kewtê daişî dest. eger ypg hetê cezire û bi taybetî serêkaniyê ra verbi rojawaniya biser pozisyon û mewziyanê daişî ser taarûzêk gird nêdo destpêkerdiş û pressa daişî ya biser herêma kobanê sist nêko, tersê mi no yo ku rewşa kobanê do bikewo xeter û zafanayê herêm demêko nêzdî de bikewo destê daişî.



16. dibêjin li ser rêya ku dikeve di navbera kobanî û girê spiya girêdayî reqayê de, di navber terorîstên daîşê û şervanên ypgê de şereke giran diqewime, dîsa dibêjin ev çedn roj in daîş bênavber gundên derdora kobaniyê dide ber topan..
koçberên ku ji ber şer revÎne û hatine ber sînorê bakurê kurdistanê-tirkiyeyê jî îro piştî pevçûnan, karîne derbasî aliyê bakurê kurdistanê bibin.. tê gotin ku heta niha 4 hezar kes derbasî vî aliyî bûye..
çi bêjim ya ku ji destê min tê dua kirin e û hêvî û daxwaza serkeftina hêza kurd û şikestin û têkçûna wan terorîstên ku dijmin û xêrnexwazên kurdistanê ne ye..
partiyên muxalîf ên kurd ên li rojavayê kurdistanê, tev-dem, enks divê êdî bês civînên eqîm û bêencam çêkin, bes beyanat û daxwuyaniyên pûç û bêfeyde bidin.. divê rahêjin çekên xwe û herin bereya şer, û divê êdî bes her gav û saet herin ber deriyê hikûmeta başûrê kurdistanê şikayeta pydê bikin.. bi qewlê cegerxwîn ''roja halanê, roja lêdane kî mêr be li meydanê'' xelk wê pişta wan bigire!



17. bajarê berxwedanê. û hêvîdar im bibe bajarê serkefttinê jî.



18. piştî banga barzanî ya ji bo alîkariya navnetewî ya ji bo kobanê, hêvî dikim alîkariyek mezin bistîne



19. Tiştekî ez metal hêliştime ew e ku hemû dinê ji bo ku terora daîşê biqede û xeleya terorîstên xwînxwar û çavsor û bêwijdan ên daîşê rabin biryar girtine û soza piştgiriyê dane, bi ser de jî her roj behsa alikariya dewletan a ku ji bo kurdistana başur tên kirin dikin lê hê jî pêşveçûn berbelavbûna daîşê didome, hêş û aqilê min nagire



20. rûdaw ji devê Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê radigihîne û dibêje 60 gundên dorûberê kobaniyê dagir kirine û ji 800 sivîlan jî agahî nîne û bi metirsiya kuştinê rû bi rû ne..
http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1909201419



21. ecêb e lê hema bêje hemû hêzên têkilî bi şerê suriyê re heyî, soza piştgirîkirina kobaniyê li hemberî daîşê daye.. artêşa azad a sûriyê, artêşa dewleta sûriyê, hikûmeta başûrê kurdistanê, amerîka..
artêşa azad a suriyê gotiye ku me hêzeka xwe ya mezin ji helebê birê kiriye, ji bo bergirî û berevaniya bajarê kobaniyê li hemberî daîşê, her dîsa wezîrê parastinê yê dewleta sûriyê gotiye, divê em hêzekî rêkin kobanî de şerê daîşê bike, mesud barzanî û polîtbûroya ynkê û wezareta pêşmerge gotiye, divê hemû hêzên kurd nakokiyên xwe deynin aliyekî û şerê daîşê bikin li kobanî, dîsa amerîkayê gotiye em ê li suriyê bi riya êrîşên hewayî li daîşê bidin, dîsa tê gotin ku pkkê 3 hezar gerîllayên xwe rêkiriye kobaniyê..
dema mirov li tabloya giştî dinêre devê mirov jev dimîne, hema bêje hemû hêzên ku di şerê suriyê de xweyê hizr û ajandayên cuda ne, îro li ser şerê daîşê li kobaniyê li hev kirine..



22. kantona ji ber dagirkirina daîşê ya hinek gundan, qasê 5 hezar welatiyên wê derbasî kurdistana bakur bune. weke din jî tê gotin nêzî 700 kurdên ji surî ji bo li kobanê dijî daîşê şer bikin ji kurdistana bakur derbasî kurdistana rojava bune. xwedê quwetê bide înşileh.



23. cî û warê welatparêzan e.
bi qasê ji dîmenên li ser tvyên tirkan xuya dike, ew 5000 kesên ku ji sûrî derbasî tirkiyê bûne, hema bêje hemû ji kal û pîran û ji zarok û jinan pêk tê. hema bêje di nav wan jinên ciwan jî tune ne.
ev tê wê wateyê ku gelê sûrî yê ku bikaribe çek hilde, hemû li welatê xwe mane û parastina xwe dikin.
her bijîn û xwedê li pişt we be.



24. weke texmîna min, li ser xwe ye, ne di riya revê de ye.
min peyam xwe ya li jor gotibû ku di nav kesên ku hatine tirkiyeyê de, ciwan hema bêje tune ne.
rûdawê jî vê yekê piştrast kiriye;
http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2009201415

ypg, ji bo ewlekariyê hinek gundan daye valakirin.



25. Li gorî nûçeyan îsev li bajarên ewropayê ji bo kobanê gelê kurd çalakiyan pêk tînin. Bi rastî jî ev berxwedana li kobanê di salên bê de ji bo dinya alemê bibe mînakeke sereke. Her bijî berxwedana kobanê. Xwedê quwet bide wan.



26. bajarê ku li gor rudawê, daîşê daye ber topan. 5 top li nav bajêr ketine lê heta niha nehatiye zanîn ka wan topan zirar dane xelkê yan na.



27. şerefa kurdan e.



28. bajara ku bi berxwedana xwe wê mîna stalingradê bibe sembol.
çar aliyên wê ji aliyê xwînxwaran ve hatiye dorpêçkirin lê dîsa jî teslîm nabe û rûmeta gelê xwe bilind dike.



29. bajara li me kurdan derdeke din a kûr ava kirî. Wê dawî çawa be nizanim lê piştî şengala ku hê jî li me kul e, ku bikeve dê bibe kuleke girantir. lê wisa xuya dike wê bibe stalingrada kurdan û deng li dinyayê vede.



30. rûmeta me ye. dengê me ye.



31. bajara ku bi şev û roj ji bîra min dernakeve.
ger kobanê bikeve, wê êdî di hemû diayên min de daxwaza talanbûn, xerabûn û şewitîna tirkiyê hebe.



32. kobanÊ ax kobanÊ simurg xweş gotiye û hindik gotiye
Wî de agir bikev mala van romiyan



33. îro 17 roje ku têda şerrekî gellek giran didomîne. û evî şerê han 17 roje xewên şevan li min herimandîye.



35. bajarê ku guhê me lê ye ji bo nûçeyekî baş jê bistînin. rojê 50 caran li nûçeyan dinêrim ku belkî bibîhîzim ypgê zora daîşê biriye. lê ji xeynî nûçeyên xerab tu tiştî nabihîzim.
dibêjin wê sibe 7 şehîd bên amedê ...



36. Bajarê ku niha bûye dilê kurdistanê.bê wê dê kurdistan bimire!



37. bajarê bênavber berxwe dide. divê çi bê kirin ji bo serkeftina wan nizanim. gorî nuçeyan jî zêde wextê wê nemaye. nizanim gelo bi pêvajoya çareseriyê tehdîtkirina tirkiyê dikare tirkiyê ji pişt daişê bike.



38. bajarê ku li gorî hinek nûçeyan, taxên wê yên hawirdor ketine bin destê daîşê. tê gotin ku ypgê xwe vekişadiye taxên navendî ku şerê kuçe bi kuçe bike.
xwedê bike ne wisa be.



39. keleha berxwedanê ku amerîkayê berî 1-2 saetan dîsa êrîşa hewayî lê kiriye.



40. li gorî ypgê, wê tu caran nekeve.
şervanên ypgê dev ji bajêr bernadin, ji bo her metreyekê şer dikin. loma gelek zehmet e ku daîş bikeve kuçeyên kobanê. wê çiqas bidome nizanim lê wê her û her wisa bi êrîşên topan yên ji dûr ve, dewam bikin.



41. bajarê quna bavê daîşiyên bêîman nayê ku bikevinê. bi izna xwedê wê bibe destpêka xelasbuna wan.



42. bûye qul û derdê tirkan. ew bi xwe nikarin destê xwe biavêjin, ji sibehî heta êvarê dua dikin ku daîş bistîne.
ger hin misqalekê fikrekî we ya baş hebe di derbarê tirkan de, ji kerema xwe re bikevin malperên înteraktîf ên tirkan û şîroveyên wan ên di derbarê kobanê de bixwînin..



43. topa ku wê di qûna tirkan û daîşê de biteqe.



44. dilê min di devê min de nûçeyan dixwînim û temaşe dikim. xwedê alî wan bike û keda gelê kobanê ber hewa neke. nealet li ser daîşê be, sed carî bi agir û axê...



45. ji sê aliyan ve di bin êrîşê de ye û ji aliyekê ve jî di bin ambargoyê ye.

tirkiye dibe sedem ku kurd bi weşana zindî û li ber çavê dinyayê werin kuştin. ger kobanî bikeve, heta ku kobanî neyê standin ez meşandina pêvajoya çareseriyê xelet dibînim.
piştî vê travmayê, berdin çareseriyê ez naxazim rûyê rêvebirên tirk jî bibînim.



46. weke rêvebireke konatonê jî gotî, wê ji bo ypgê jî ji bo daîşê jî bibe gor. lê wê hinek biçin dojehê hinek jê biçin cinnetê. xwedê dewleta tirkan û ya daîşê li vê dinyayê jî li aliyê din jî xera bike.



47. bajare ku barbaren daiş bi sê alîyan ve bi piştgirî ya dewleta faşîsta tırk dorpêç kirîye û bi çekên giran ve tê erîş kirin..



48. bajarê gorî nuçeyeke al jazeerayê piştî êrîşên koalîsyona dijî daîşê bi pêşketina kurdan xwe dîsa diparêze.



49. bajarokek biçûk e lê ev 2-3 roj in 80 bajarên tirkiyê dişewitîne.
li gorî amerîkayê, êrîşên hewayî wê nekare kobaniyê biparêze. xwedê bike hê nebûyî dereg tirkiye û pyd li hev bikin û ev korîdora alîkariya ji bo kobaniyê, were vekirin.



50. gelo wateya kobanê çi ye? nav ji kû tê?
li hin malperan de dibêje company (şirket) a îngîlîzî bi bilevkirina kurdî bûye kobanê..lê li gorî husnû mahalli kobanê peyvek kurdî ye.. bi rave kirina wî weha ye; koma:civat, koman mirovan ku heman cihê de diminîn. bîna: anîn ba hev.. komabîna buye kobanî.. çîrokek nav lê kirinê heye ku du eşîr kom buyîne û hezên xwe kirine yek..



51. bajareke kurd e. me her tiştî safî kir vêca em herin meseleya navê wê safî bikin! soner yalçinê ku li rojnemeya sozcu-yê kewtelewteke beredayî dike meseleya navê wê xiste rojevê û kurdên ku ji nûçeyên dezenformatîf ên medyaya tirkî bawer dikin, ji xwe re ev tişt kirin kul û derd. company li ku û kobanê li ku.. gelo navê stenbolê tirkî ye ? an yê enqerê? an yê îzmîrê? di tirkî de çi wateyê wan heye ? ê nexwe ?



52. bajarê ku tenê bi navê xwe zora hinek faşîstên tirk çûye. piştî ji daîşê bê paqij kirin wê tam bikeve qûna wan ..



53. problemek ewqas mezin e ku kes nikare %100 fêhm bike.
hesabên herkesî ji hev cuda ne û dijî hev in.
pyd, pkk, barzanî, amerîka, sûrî, îran, daîş, tirkiye û hwd.

lê min hêvî nedikir amerîka bomberana xwe evqas bidomîne, carina dibêjim gelo amerîka bi rastî jî difikire ku li sûriyê li hemberî daîşê, pydê ji xwe re weke heval hilbijêre?
ger ne wisa be çima evqas giringî dide kobanê?
an ji ber çalakiyên kurdan û raya giştî? an ji ber daxwaza barzanî? an ji bo karîzmayan xwe? û hwd.
ji ber ku amerîka niha gelê kobanê naparêze, di eslê xwe de şervanên ypgê diparêze



54. bajaré kù diya min jé re dibeje komali *.



55. tevlîheviyek û serêşek mezin ji bo hemu dinyayê û taybetî jî ji bo tirkiyeyê. tişteke net heye ku daîşa bêîman teqez berxwedanek evqas domdar û reaksiyonên evqas mezin ji dinyayê hêvî nedikir.



56. bajarekî ku têda gellek keçên çeleng li hember dijmin şer dikin. û ewana şer dikin û ez jî ji xwe û ji mêranîya xwe şerm dikim.



57. xewnereşka daîşê ye. êdî nikare pêşve biçe lê ji bo ku tira li qûnê neşike, nikare dev jî jê berde.



58. bajarekî kurdistana rojava ye ku navê xwe daye kantonekê. berxwedaneke mezin li hember misilmanên bÊnamûs dikin. heta aniha daîş rastî berxwedaneke wisa nehatibû. bi vÊ berxwedanÊ prestîja wan jî ket dinya bi bênamÛsiya wan jî hesiya. digel ku ypg nikare alîkariyÊ ji der ve bistîne dîsa jî baş bi ber xwe dide.



59. bajarê wê bike ku tira daîşa bêîman di quna wande bimîne.



60. bajarê ypgê aşkere kirî ku di şerê mehekê yê hemberî daîşa bêîmande 1294 çete hatine kuştin. ev hêjmareke gelek zêde ye ku mirov di bawerkirinêde pirsgirêk dijî. lê hêvîdarim yek ji wan nemîne.



61. bajarê ji rojeva 7 rojên dawîn ketî. dibe ku ev tişteke baş be ku nîşaneya baştir buna rewşa kobanê be.



62. bajarê hingî roja dîtir e şer ji navendê dûr dikeve. ser xêrê înşileh wê zûtir jî ji şer xilas bibe.



63. Bajarê ku navê wê kobanî ye û medyaya pkkê ew kiriye kobanê ye.

Niha rewşa wê di ber başbûnê de dihere.



64. li gorî şervaneka artêşa azad ya sûrî ku wê rojê di nûçeyê de behsa wî dihat dikirin; heta niha ji bo 4500-5000 saîşan re bûye dojeh.
lê tabî hejmarek fîşalkirî ye, rastiyê de hejmar navbera 1000 û 1500an de ye.



65. (bnr: kobanê)
êdî navê kurikan e jî.
Kurê Sekreterê Giştî yê YNKê, Pavêl Talebanî navê kurê xwe kiriye Kobanî;
http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/251120148



66. (bnr: kobanê)
êdî navê kurikan e jî.
Kurê Sekreterê Giştî yê YNKê, Pavêl Talebanî navê kurê xwe kiriye Kobanî.
http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/251120148



67. (bnr: kobanê)
êdî navê kurikan e jî.
Kurê Sekreterê Giştî yê YNKê, Pavêl Talebanî navê kurê xwe kiriye Kobanî.
http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/251120148



68. Malâ wî kurd î ne ava ku wek 'kobanî' binÎvisine.Her bijî perwerdehiyâ zimanê zikmakî



69. bajarê ku eger Pablo Picasso hê hebûya, yê guernica ji bo wê nû bikira.







72. mixabi li gorî pêşmergeyên ku jê vegeriyane, nîvê wê wêranxane ye êdî. beşa di destê daîşê de bi temamî hatiye xerakirin.
him ji ber hovîtiya wan him jî ji ber êrîşên ezmanî.



73. bajarê ku ji aliyê binxetiyan ve weke kubanî an jî kubanê tête bilêvkirin.



74. bajarê ku êdî kêm agahî jê tê ye



75. bajarê ji bo xilasbuna wê ji terorîatan zede nemaye.
http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/15012015



76. ev du meh in li gorî medyaya kurdî, wek anf, rûdaw, basnews her roj tax û cadeyeka vî bajarî ji destê terorîstên daîşê tê xilaskirin.. yê ku nizanibe wê bêje qey ne kobanî ye lê şam û heleb e.. erê xelk mereq dikin rewşa dawîn ya li kobaniyê û tu jî dixwazî tiştinan ragihînî û dilê xelkê xweş bikî lê tu ne mecbûrî derewan bikî û rastiyan berovaji bikî tiştên şaş ragihînî.. berî mehekî gotin girê miştenûrê ji destê daîşê xilas bû lê ez ne xelet bim ew gir hê jî di destê daîşê de ye..



77. Cîhe şêr û mêran e.
Warê egîd û lehenga ne.
gerîlla û pêşmergê me
tê da ne...
li gir û kolanên vî de
hov û vehşê daîş ê
dicehnimîne..



78. bajarê êdî dora wê zer dibe ye *

biner: https://en.wikipedia.org/wiki/Template:Syrian_and_Iraqi_insurgency_detailed_map



80. niha wek wêraneyekê ye
min gelek dîmenên xirbe yên li dû şerî pêk hatine dîtin, li ber çavên min mîna barîna baranê derbas bûn, ji ber hînbûyîneke xedar û qehbik, mayînde nebûn û dibêm qey a girantir; çavlêketina kavilbûna taxa nivîskarê kurd jan dostî bû..
neheqiya herî mezin a ku bo nivîskarekî bê kirin, derdestkirina zarotiya wî ye, gidî çi êşeke giran û zehmet e! ku bingeha xeyalên te hilweşe û mîna kevirên ku di bin xirdeyên de mayî bi derbekê re di bin toz û heriyên dîrokeke bêbext de bimîne..
xeyal azad, xeyalsazî bindest.
birînên bajaran cebar dibin lê dilê şikestî cebar nabe..



82. li gorî nûçeyan, niha bajar bı temamî hatiye rizgarkirin.
(bnr: 26.01.2015 rizgarkirina kobaniyê)





84. Kobanî qubanê. Ew bajarê ku bûye sembola berxwedan û rûmetê. Piştî 135 roj şunde, seranserê bajar ji çeteyên daîşê paqij bûye. Ew kesê ku di bin çavan re dikenîn û digotin 'kobanî ha ket ha ket' bera qûna xwe li erdê xin. Kobanî neket, ew ê qet nekeve jî. Bijî berxwedana kobanî, bijî ypg-ypj, pêşmêrge, bij kurd û kurdistan.



85. êdî azad e.êdî bi tevhevî rizgar buye..bijî ypg .biji pêşmerge..



86. bajarê ku bawer dikim bêhna bavê min haniye wer wî ye. her ku kobanî asê dibû min digot qey qirika bavê min asê dibe. ji kêf û hal diket. niha bawer im kêfa wî piçekî hatiye ber wî *



87. Sembola azadiyê. Bajarê dilê hemu kurdan xweş kirî ye. A ku wê tu carî ji bîr nebe. her bijî kobanê, her bijî ypg.



88. Te alellah çi(h)bajarî tu çi(h) wî şîrîn sifatî tu
Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu



89. li gorî rewşa dawî dora wê hîn bêhtir zer bûye *



90. mixabin piştî şer bûye wêran: http://www.tirsik.net/caps/picture.php?/800/category/12



91. nûçeya dawî, pênc gundên din hatin rizgar kirin...her ku ypg û ypj diçin bêhtir zû gundên kobanê rizgar dikin. ji hemû gelê me re azadî û serkeftin serê we her bilind be...



92. (bnr: Kobanî vê carê jî ketiye destê kuştiyên DAIŞê)
li gorî nûçeyê, hê jî kelaşên bi sedan çekdarên daîşê li kolanên kobanê ne û ji ber vê yekê li her derî bêhna pîsatiya wan e û paqijkirina wan jî gelek zehmet e.
ev rewş bûye yek ji sedemên mezin ku gel nekarin vegerin bajêr. çi rewşek trafîkomîk e xwedêyo.
http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0202201511



93. bajarê bi derdora xwe ve dîsa dikeve destê kurdande. înşileh wê bibe sedem ku her sê kanton bigihin hev.



94. bajarê dile hemû kurdanê. ê wan ku digotin kêt he kêt gı rûreş bûn .ênîya kobanê û şehîden ku ji bo wî xwÎn rijandina pak ê. bele gotû bûn kurd jîn dibin..Dîrok û em Kobane bÎr nakin.



95. bajarê ku hema bêje hemû gundê wê ser de bi tevahî hat paqij kirin. lê aniha wêran bûye. ji nû ve çêkirin zehmet e lê piştî azadî hebe her tişt dikare were çareser kirin.



96. bajaroka ku bû paytaxta rojhilata navîn.
ji bo yekitiya kurdan, ji bo têkçûna akpê, ji bo têkçûna daîşê û belkî ji bo çend tiştên din bû nuqteya şikestinê.
(bnr: kobanî îro ne xemgîn e)



97. BÛ QURBANEK DIL-ŞEWITÎ. BELKÎ BI SAYA WÊ, HIŞÊ KINEKAN WERE SERÊ WAN.





100. kobanî bi kurmancî bilêvkirina “company” a ( şîrket) îngîlîzî ango fransizî ye..li ser înternetê gelek çavkanî hene li ser wateya kobaniyê. berî avabûna bajêr li wir şîrketek rêhesinî hebûye û niştêcihên ewil jî ermenî bûne..



102. navê romana nû ya jan dost e. li gorî nûçeya televîzyona rûdawê, piştî 9 mehan nivîsandina romanê qediyaye û wê di rojên pêş de derkeve. li gorî axaftina jan dost, pirtûka xwe bi devoka herema kobanê nivîsandiye ji ber ku gelek bêriya wê devokê kiriye.



103. yek ji mijarên herî serkeftî ya tirşikê ye. mirov dikare berxwedana kobaniyê ji serî heta binî ji tirşikê bixwîne. ev jî nîşan dide ku karê tirşikê karekî gelek girîng û muhîm e. min ji serî heta binî xwand dîsa, carek din ew hêdî hêdî şkestina bajêr li gel wê berxwedana şervanên ypgê, bêderfetîya wan, destpêkê dorpêça ji alîyê tirkan jî, nehiştina çûna alîkariyê û piştî berxwedana mûezzzam dijmina hew karî çavên xwe bigre û bi alîkariya bombebarana hêzên hewayî yên koalîsyonê, alîkariya techîzat û leşkerî ya pêşmergeyan û bi vîna qehîm a xelkê kobaniyê û şervanên ypgê rê li ber serkeftina Kurdistanê vekir. hinek mijarên eleqedar (bnr: arîn mîrxan) (bnr: girê miştenûrê) (bnr: qenas Mûsa)



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: