Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

huseynê farê

 ayhan meretowar

 

 wardoz


 2017


 kurdî

 

 144

 folklor

 2018.10.06 11:38

 simurg56

 “Dengbêj Huseynê Farê, hozanekî helbestvan e. Kilam, stranên xwe digel dengê tembûrê distrê. Kurdîya Kurmancî, bi xêra van berhemên devkî gihîştîye roja me ya îro. Ji van olanan awaza dengbêj Huseynê Farê, dengekî xweser e. Nalîneka dûr û dirêj e û zarîneka êşbir e ku ji gelîyine kûr tê. Gewrîyeka mişt bi sebr û sebatê dagirtî...” Di vê pirtûkê da, jîyan û hunermendîya Huseynê farê li ber çavan hatîye raxistin, herweha gotinên kilam û stranên wî hatine deşîfrekirin. Ayhan Meretowar, li ser gelek meseleyên kilaman sekinîye û ew jî li ber me raxistine û cure û awayên wan dîyar kirine.


huseynê farê - Tirşik

huseynê farê


1. Huseynê Farê di nav kurdan de dengbêjekî navdar e û bi taybet jî li derdora herêma Amedê tê zanîn û tê hezkirin. Huseynê Farê her çiqas heta îro hindik kasetên wî mabin jî bi dengê xwe yê zîz û dilşewat hê jî tê guhdarîkirin. Herî zêde strana dengbêj a bi navê ‘Xalê Cemîl’ û ‘Têlî’ ji aliyê kurdan ve tê hezkirin. Navê wî yê rastî Huseyîn Tutal e. Huseynê Farê, di sala 1937’an de li gundê Farê yê bi ser navenda Amedê hatiye dinê. Ji ber vê yekê jî navê wî di nav gel de wekî Huseynê Farê hatiye nasîn. Navê gundê wan bi kurdî Farê ye lê dewletê wekî hemû navên kurdî navê gundê wan jî guherandiye û kiriye Güzelköy. Lê hêj jî di nav gel de tu kes bi Guzelkoy bi kar nayne.

Huseynê Farê di 7 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kir û stran gotine. Wî gelek ji dengbêjiyê hez kiriye. Her dem li pey dengbêjan geriyaye û di demeke kurt de dest bi gotina stranan kiriye. Li ber pez, li malê, li her derê striye. Li gundê wan dengbêjekî mezin ê bi navê Hesenê Zorîn hebûye. Huseynê Farê jî her dem li gel dengbêj Hesenê Zorîn û li ber destê wî hînî dengbêjiyê bûye. Hesenê Zorîn jî dengbêjekî xwedî nefeseke baş bûye lê ji ber bêderfetiyê dengê wî di qeydande tuneye. Piştî ku Hesenê Zorîn jiyana xwe ji dest dide, ji bo ku stranên wî jî bi wî re neçin, Huseynê Farê xwedî li stranên wî derdikeve. Huseynê Farê tiştên ku ji wî hîn bûye ji bo xwe wekî mîras nirxandiye û ev kevneşopî domandiye. Piştî demekê Huseynê Farê li gundên derdorê hatiye nasîn. Ji gelek cihan hatine pey wî ku here ji wan re bistrê. Huseynê Farê bi vî awayî di nav civata dengbêjan de hatiye nasîn. Kesekî bi navê ömer Boğa ku xwedî şîrketa kasetan e jê re kasetê derdixe. Di kaseta wî ya yekem de stranên wekî Seyîtxanê Ker, Silêmanê Ehmed, Keremê Koraxa cih digirin.

Dema ku yekem albuma xwe derdixe li Amedê di salên 1980’an de rêveberiya leşkeran a awarte hebûye. Piştî ku kasetê derdixe leşker bi ser mala wan de digirin. Leşker Huseynê Farê dibin fermandariya rêveberiya awarte û li wê derê îşkenceyê lê dikin. Fermandar jê re dibêje: “Tu çima bi kurdî stranan dibêjî? Tu li Tirkiyeyê yî divê ku tu bi tirkî stranan bêjî.” Huseynê Farê dibêje: “Ez kurd im û ez neçar im ku bi kurdî bistrêm. Ez bi tirkî nizanim û naxwazim stranên tirkî bêjim.” Her çiqas fermandar israr bike jî dev ji gotina kurdî bernade.

Huseynê Farê, ji ber îşkenceya li fermandariya rêveberiya awarte nexweş ketiye û heta ku jiyana xwe ji dest bide jî ew êş kişandiye. Piştî ku zextên li ser wî zêde dibin, ew mala xwe ji Farê bar dike û tê gundê Bisilmayexê. Mala xezûrê wî jî li wî gundî ye. Piştî ku 3-4 salan li cem mala xezûrê xwe dimîne koçî Almanyayê dike. Li Almanyayê 2 sal dimîne û paşê dîsa vedigere û dengbêjiya xwe didomîne. Huseynê Farê di sala 1998’an de jiyana xwe ji dest dide.

Di mala wan de dengêjî wekî kevneşopiyekê tê domandin. Kalikê wî, kalê wî Ûsif, bavê wî Elî dengbêj bûne û niha jî birayê wî Ûsifê Farê dengbêjiyê dike. Heta ku ew sax bû tenê carekê birayî wî Usifê Farê stiriye. Rojekê dawetek çêdibe û Heseynê Farê jî di dawetê de striye. Paşê milet gotiye Huseyn, bila birê te jî stranekê bêje. Birayê wî nexwestiye ku stranê bêje lê li ser israra birayê xwe Ûsivê Farê ji wan re strana Seytxanê Ker gotiye. Dengê wî jî gelek xweş bûye û civatê jî dengê wî ecibandiye. Piştre Huseynê Farê ji birayê xwe dixwaze ku êdî stranan nebêje. Dibêje: “Di mala me de ez stranan dibêjim bes e, tu nebêje.” Ew jî li ser gotina birê xwe dibêje: “Baş e. Ez êdî stranan nabêjim lê ger ku tu beriya min bimrî, ez dê ji bo domandina vê kevneşopiyê stranan bêjim. Di nav gel de navê malbata me bi dengbêjan hatiye nasîn û ji bo ev kevneşopî tune nebe ez dê stranan bêjim.” Û êdî stranan negotiye. Heta ku birayê wî jiyana xwe ji dest daye nestiriye.

Piştî ku Huseynê Farê jiyana xwe ji dest dide, birayê wî Usivê Farê dibîne ku li civatekê çend dengêj gihîştine hev û stranan dibêjin. Ew axaftina ku di nava wî û birayê wî de derbas bûye tê bîra wî û biryar dide ku ew jî dest bi dengbêjiyê bike. Û niha jî li Mala Dengbêjan dengbêjiyê dike. Birayê Huseynê Farê, Ûsifê Farê ciwanên kurdan xwest ku li dengbêjan xwedî derkevin. Di nav ziman û çanda kurdan de roleke mezin a dengbêjan heye û ew jî dixwaze ku ev çand winda nebe. Hatina ciwanan jî wan gelek kêfxweş dike.



2. Dengbêjekê mezin e. Kilama wî têlî hinavên min dihelîne.
(bnr: têlî)



3. stranbêje ku bi navê Hüseyin Tutal plak derxistiye.



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: