96
2018.10.06 14:01
Pirtûka Hefsar bi hevokên têr û tije jiyanek pûç û vala dide ber çavan. Qederek ber bi koçberî û tunebûnê , ji Bihuşta zozanên Kurdistanê ber bi cehnema Awrûpayê diçe, bi awayekî trajîk dikurisîne ser singa merivan. "Xwedêyo, ev çi rê bû û ev çi qeder bû te da ber min... ev çi êş bû û ev çi hêviyeke bêhêvî bû te di min gerand! De ka bibêje, min serwext bike bê min çi gunehkarî hebû? Bavê min û Despîna xanima jina xwe ewqas destê xwe ber bi jor, ber bi Cenabê te bilind kirin ku... wan ji dilên xwe yî pak ewqasî xwe avêtin bextê Te ku Tu sî û sitareya xwe li min bikî û min bi tenê nehêlî. Ka bi kêrî çi hat? "
1. Ben an jî şirîta ku ajalên wek hesp, ker, hêstir, dewar û gamêş û hwd. tên zeftkirin an jî kêşandin, dizgîn. |
|
2. Û herwiha romana Hesenê metê ye. Di sala 2010an de li weşanxaneya peywendê hatiye weşandin. |
|
3. navê romana hesenê metê ye ku dixwînim. Ji ser hefsarekî çîrokek ava kirin bi min fikreke gelekî serkeftî ye. Ez wek kese ku van rojan li van deran gelek aciz dibim bi kêfxweşî diltengîya Germîyan guhdarî kir. Dema ku min notên deftera Germîyan dixwendin ez çûm zozanên Kurdistanê, ketim nav wan konan.. Ma çiqas xweş behsa koçerîyê kiribû; Mesela; ''... Ew wisa bawer dikin ku heyfa jiyanê ye... heyf e ku meriv heta dawîya jiyana xwe li derekê kar bike, li deverekê xanîyekî ava bike û heta mirina xwe li wê nuxteya xwe bi sînor bike...'' rûpel: 40 |
|