Tirşik-Pirtûk

kapîtal manga

 Ayaho Usuda (pêkanîn) variety art works (mangaker)

 sami tan

 Yordam Kitap


 2011


 kurdî (kurmancî)

 japonî

 190

 xêzeroman (manga)

 2018.10.29 20:57

 mirovekirind

 Di vê pirtûkê de berhema danerê ramana sosyalîzmê karl marks a bi navê "Kapîtal" bi forma mangayan (cureyekî xêzeromanan ê xweserî japonan) hatiye vegotin.


kapîtal manga - Tirşik

kapîtal manga


1. xêzeromaneka japonî ye, bi gotinekî din manga ye. li stenbolê di sala 2011ê da, ji alîyê weşanxaneya yordam kitapê ve bi kurdî hatîye weşandin. samî tan vê pirtûkê ji tirkî wergerandîye kurdî. di vê xêzeromanê da robînê penîrfiroş û serpêhatîya wî tê qal kirin. navê japonî ya vê pirtûkê "şihon-ron" e. pêşîn li japonyayê di sala 2008an da, piştra li stenbolê bi tirkî (2009) û bi kurdî (2011) ji alîyê yordam kitapê vê hatîye weşandin.



2. li înternetê tê firotin. birayê min vê pirtûkê ji stenbolê anîbû û hat dîyarî min kir. helal jê ra! biratî were ye. heta vê rojê haya min ji xêzeromanên bi kurdî tunebû.



3. du sê sal berê min ji pirtûkfiroşa yordam kitap-ê ya li beyazitê ye, bi buhayekî erzan kirîbû. wê çaxê tenê cîlda yekemîn hebû. min bi kêfxweşî xwendibû. honaka wê jî gelek xweş e û bi riya hêsanî derdê berhemê vedibêje. her wiha mangayên şer û aşitî ya tolstoy, komediya xwedayî ya dante, keştiya kevjalî ya Takici KOBAYAŞİ û On the Origin of Species a charles darwin, manîfestoya komunist a karl marx hwd jî ji heman rêzepirtûkên manga derketine lê nedane wergerandin bo kurdî. xwezî vê xizmeta xweş berdewam kiribana.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 80
pûanê bide pirtûkê: