Tirşik-Pirtûk

keştiya bayê

 selîm temo

 

 lîs


 2016


 kurdî

 

 72

 helbest

 2019.01.11 21:39

 simurg56

 bihêle ez neçim ezman xûz bûye bi ser gêlî ve bihêle bihêle bila hevrîşim birize li sivdera payîzê bila baxçe binale bi dengê şalûlan êdî derîyek im ku venabim bi ti derê ve kes dimirin ji bo kesan lê kes namire di şûna kesî de


keştiya bayê - Tirşik

keştiya bayê


1. Helbesta Selim temo ye. Di demek nêz de duyem dîwana wî ya kurdî derdikeve û vê helbestê navê xwe dayê. Ji serî heta binî hêma ye. Teql e, kûr e, xweş e.
Navê helbestê heçko nazîreyek e ji bo ristên melayê cizîrî:

"Şevê zulmat û deryayê ji mewcan qet xeber nayê
Şikestî keştiya bayê 'ecacê wê şefeq dayê..."

Yê ku dixwazin bi dengê şair vê helbestê guhdarî bikin, fermo...



3. Helbesta helbestvanekî jêhatîye , lê mixabin binivîskî peyde nabe niha. Nav û dengê helbestê berî weşanê belav bû. Xwezî nivîskarekî nivîsî bane.

Silav û rêz terkexem (:



4. helbesta ku min ji bo xatiran peyvên wê nivîsine. ji ber ku min hin peyv fehm nedikirin şaşî tê de hene ez zanim. bila wan jî tirşikvanên ezîz sererast bikin. çi hatibe guhên min min ew nivîsîne.


KEŞTİYA BAYÊ
Ji welatê şînê ber bi cotmehê ve baskên perpisandî bûn li min i sermiyan hebe
Tu dihatî ji nav rafa kewên birîndar
Di çavên te de xweliya şevbayê xemê
Di singa min de behna bizirkên zaroktiyê ku tu kes ne dermanê xwe bû
Yek ji nişkê ve radibû
Berçavka xwe dişikand ruyê xwe demirisand
Asoyên li pişt kolanan veşartî
gazî dikir ji deşteke bê serî û binî dilîland
bo ew bajarên bi zimanekî dî honandî
qesta parsûyên min kêrkirî dikir
xizanî ku dînê evînê ye
li ber rawestgehan ji hev derdixistin bi rû bijangên me
tu dihatî
mîna tu kes ji tu kesî hez nekirbe mîna tu kes ji tu kesî ji tu kesî
min hestekê dibeytan ku jê re bêjim evîn
mîna şemamoka di erdekirî xemgîn
kolanên enqera tijê dibûn bi ezirgana te
û kêfa destên min bi ramûsanên te
elewîyên şevê bûn em qulingên demê bûn
me tu fikarek tune bûn ji rojê
te stran digotin bi kirmanckiya xwe ya fereh
çerx û sema digeriya li dor pora te
kurahiyek avek xewnerojek
û li şûna simbelên min bîranînên kitanî
çi dibêjim
belkî tiştekî nabêjim
bo xortaniya min e bi du zer memikên te yî xuy dayî
ji bo xatirê qehweyan û parkan
here bibîne ew jora pênûsa min beriqî
bibîne ku çi miriyekî çeleng bûm
talilayî li ber tîrên gewrebozan
qîzînên ser devra ketî bulvarên sterîl
kevnefavorîlîteyê li ber şevê ketî
şaşiya bi kevnehavînekê re paldayî
ku eşq jîyan bûba min dê telefat li cem te
niha çi bikim çavikek li dolabek şikestî nayê
du keleçermên te li ser lêvan
êvar bihesibîne çûyina ewran
berê min her li kû be
bêjê çûyîn çi peyvekê dirêj e
bêje tûşê tiştan bûm bi gelek tiştan dizanim
gelek cemidîm piştî xewnê
bi rikekê demode di orkestraya qelabalixê de kemaneke ji hedê xwe derketî
lê ax nîne ji di pakê zêde min abayek
bi min re diaxive şûna behna min jî
navê min bibihîse gava dergistiyan demên dizîn bi navranên xwe yî qurifirkî
bizanibe dilê min bar e li ser dilê min
ku çi mêr bûm gava peyvên te radiketin
te ji hemû şibakan li min dinihêrî
min birînek bibîrdianî nizanim di singa kê de
ketîbûm
neêşîne siya çûkên êşiyayî jî
min xerîbiya xwe dikir li quncê demê
ne hatina şevê bûm ez ne sotina gulê bûm
mehrûm û qewirî ji paqila derfetekî
ji şerbikên cembilşikestî diçurisî olana şevê
straneke zîz li pey trênên dixulxulî
weke yekî sebra xwe bi eşkênê? nayêne qurre bû
ax çûyîn çiqas li min tên
li pey şopa derwêşên hevçerx dibînim ku têr ax ji xortaniya min e seridî
ji qulingên malên tarî
ji kûjinekên teşengirtî hatim bi ser şanikên te ve
tu dizane ey evîn
çawa li destê te dipirsî peyvên ji kevnedestanan kengizîn
bayê geliyên dûr li ser eniya min diliyîst
dizuriya leylana asoyeke glover
li dora min hevalên kuştî û dayox
ax ku kurdîlî nifirê sedsala zikreş bû êdî
ka bêje çi bû ya ji lêvên te nabare
ma min jî evînek nevê piştî saxmayînekê
xayîz xeterok û dilmayî me
nizanim çima li kolanên gewrên bajarên radayî
ma di dilê çûkekî de tiştên te nedayî min kû
dilekî sar û ava hevraza aşekî bûn
nîvco me neyarê xwe me
li pey şopa xwe me ku ji xwîna şerikê dinasim
dipale şevekê ji şevanê paştir
gava xewnekê dibînim di xewna xwe de
dipelişe rabirduyek li pey min
weke hespên serberdayî nedîtî nebînayî
kulmalê mala xwe me
salixdana çîroka xwe me ku wa jibîr dikî li deverekî
gava pel ên dîroka çongan dinivîsin
li ber deranzînka demsala serî ditewandin
rabe bide nav qehweyan
te kevneminekî bibîne di hinava doxana zelal de
kovana xwe tanişkî
kesera xwe ji rêzê
ruyê xwe bi dûzanên koh keşartî
a ji kufik û pêkerên eceb mayî
navekî xwe tune li ber destarê şînê ku ne bajarê min bû
piştî her şikestinê vedigeriyam ser sê prensîbên şoreşê
bide pey ya zehmettir
berpala xwe li tu deverî xweş neke
û biqere here.



5. ev du roj ez hewl didim deşîfre bikim, vaye min deşîfre kir, lê dema min li vir mijar vekir, vaye gêjê beriya min mehekî deşîfre kiriye, ax aaxx, ez kor bûm kor. ez ê dîsa keda xwe parve bikim, hinekî çend peyvek cuda ye *

[Baldar Bin!!!!! ev helbesteke ku hêj timam nebûye, tenê di bernameya keçi yolu ji hêla helbestvanî ve hatiye xwendin, min jî ji ber dengê wî deşîfre kiriye û hêj çap jî nebûye, dema di pirtûkê de çap bû dibe ku ji vê cudatir be]

vîdyo:



Selîm Temo - Keştiya Bayê
ji welatê şînê ber bi cotmehê ve
baskên perpisandî bûn min çi sermiyan hebe
tu dihatî ji nav refa kewên brîndar
di çavên te de xweliya şev bayê xemê
di sînga min de bêhna bizirkên zarokatiyê ku
tu kes ne dermanê xwe bû
yek ji nişkê ve radibû
berçavka xwe dişkand
rûyê xwe dimerisand
asoyê li pişt kolanan veşartî
gazî dikir ji deşteke bê serî-binî dilîland
û ew bajarê bi zimanekê din honandî
qesta parsûyên min ên kêrkirî dikir
xizanî ku dînê evînê ye
li ber rawestgehan ji hev derdixist birû û bijangên me

tu dihatî
mîna tu kes ji tu kesî hez nekiribe
mîna tu kes ji tu kesî ji tu kesî
min hestekî dibeyitand
ku jê re bêjim evîn
mîna şimamokekî dardekirî xemgîn
kolanên enqerê tijî dibûn bi ezirgana te
û kefa destê min bi ramûsanên te
elewiyên şevê bûn em
qulingên demê bûn
me tu fikarek tunebû ji rojê
te stran digotin bi kirmanckiya xwe ya fireh
çerx û sema digeriya li dor porê te

kûrahiyek
avek
xewnerojek
û li şûna simbilên min bîranînên kitanî
çi dibêjin
belkî tiştekî nabêjin
bo xortaniya min a bi du zermemikên te xwîdayî.
ji bo xatirê qehweyan û parkan
here bibîne ew jûrepênûsa min beriqî
bibîne ku çi miriyekî çeleng bûm
teliyayî li ber tîrên qewrebozan.
qîzînên li ser dev raket
bûlvarên sterîl
kevnefeodalîteya li ber şevê ketî
şaşiya bi kêrnehavînekê re paldayî
ku eşq jiyan bû bo min lê telefat li cem te.

niha çi bikim
çavikek li dolebeke şkestî nayê
dûkela çermê te li ser lêvan
êvar bihesibîne çûyînên ewran
berê min her li ku be
bêje: "çûyîn çi peyveke dirêj e..."
bêje: "tûşî tiştan bûm
bi gelek tiştan dizanim
gelek cemidîm piştî xewnê"
birikeke demode
di orkestraya qelebalixê de
kemaneke ji hedê xwe derketî
lê ax nîn e ji du paket zêde min ebayek
bi min re diaxive
şûna birîna min jî.

navê min bibihîse
gava dergistiyan demê dizîn bi navranên xwe yên qurifokî
bizanibe dilê min bar e li ser dilê min
ku çi mêr bûm gava peyvên te radiketin
te ji hemû şibakan li min dinihêrî
min birînek bi bîr dianî nizanim di singa kê de.
ketîbûm neêşîne siya çûkên êşiyayî jî
min xerîbiya xwe dikir li quncê demê.
ne hatina şevê bûm ez
ne sohtina gulê bûm
mehrûm û qewirî ji paxila derfetekî.

ji şerbikên çembilşkestî diçûrisî olana şevê
straneke zîz li pey trênê dixulxulî
weke yekê sebra xwe bi aşkirinê nayne qurre bûm
axx çûyîn çiqas limin tê.

li pey şopa dewrêşên hevçerx
dibînim ku têr ax ji xortaniya min a seridî
ji qulingên malên tarî,
ji kûjîlekên qeşemgirtî hatim bi ser şanikên te ve.
tu dizanî ey evîn
çawa li destê te dipirsî peyvên ji kevnedestanan pengizî
bayê geliyên dûr li ser eniya min dileyîst
dizûriya leylana asoyeke gilover
li dora min hevalê kuştî û dayox
ax ku kurdînî nifirê sedsala zikreş bû êdî

ka bêje çi bû ya ji lêvên te nabare
ma min jî evînek nebe
piştî saxmayînekî
xayîs xeterok û dilmayî me
nizanim çi me li kolanên gewr ên bajarên radayî
ma di dilê çûkekî de tiştên te nedayî min
ku dilekî sar û ava li hevraza aşekî bûn
nîvco me
neyarê xwe me
li pey şopa xwe me ku ji xwîna şerikî dinasim
di pale şeveke ji şevanî paştir gava xewnekî dibînim di xewna xwe de
dipelişe rabirdûyek li pey min weke hespên serberdayî
nedîtî nebînayî ku malê mala xwe me
salixdana çîroka xwe me ku wa ji bîr dikî li deverekî.

gava pelên dîroka çongan dinivîsin
li ber derazînka demsalê serî tewandin
rabe bide nav qehweyan
tu yê kevne-minekî bibînî di hinava dûxana zelal de
kovana xwe tamişkî
kesera xwe ji rêzê
rûyê xwe bi dûzanên ko qeşartî.
a ji kûfik û peykerên ecêb mayî
navekî xwe tune
li ber destarê şînê ku ne bajarê min bû
piştî her şkestinê vedigeriyam ser sê prensîbên şoreşê
bide pey ya zehmettir
ber pala xwe li tu deveran xweş neke
biqere û here

Selîm Temo



6. keştiya ku ba ji kîjan alî were ewê wê li wî alî here



7. navê kitêba dawîn ya helbestan ya selim temo ye. di payîza 2016 an de ji lîsê derketiye. kitêb ji sê beşan û helbestekê pêk tê: heft helbest bo kurê xwe, stranên bo xwe û helbestên şînê. bi giştî gellek baş e lê beşa dawî hew dibe. keştiya bayê dibe ku baştirîn kitêba helbestan a îsal be. na na ne dibe ku, tekez werê ye. (paldayi: ezê bêjim di şevên bêmefer de de denge pelên darên şehitî bû kulîlka merisî bû, kur bû, bira bû, berxê koza bavê xwe bû ax ku nîne starek ji şîna Ciwanê min zêdetir; îro xwe spartiye avê!)



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: