Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

mirina kalekî rind

 mehmet uzun

 

 ithaki


 2005


 kurdî

 

 127

 roman

 2019.01.11 21:45

 simurg56

 "Mehmed Uzun di nav nivîskarên hemdem yên Kurd de, bêşik yê herî berbiçav e. Ji bo ronesansa zimanekî ku demeke dirêj e di bin gefên tunekirinê de ye wî gelek tişt kirin..." [joyce blau]


mirina kalekî rind - Tirşik

mirina kalekî rind


1. erê yaw çi kalekî rind bû, xwezî nemiriba, ez pir li ber ketim.



2. navê pirtûkeke mehmet uzun e. pirtûk li ser mêrek bi navê serdar û kalemêrekî -kalemêrekî rind- e. serdar sirgunî swêdê dibe û dema ku dikê tixûb derbas bike rastî kalekî tê û peyvê vî kalî di wî de tesîrek pir mezin dihêle -tesîrek ewçend mezine kî jiyana serdar diguherîne, ber bi serfiraziyê, kêfxweşiyê û di heman demê de jî ber bi dilsojiyekê dixe- . serdar piştî çûna swêdê dîsa vedigere nik kalo, ew û kalo bi hevre çend rojan derbas dikin û dîsa swêd-gund-swêd-gund- :(
vegotina mehmet uzun ewqas kêrhatî ye ku merivan bi pirtûkê re dike yek û merivan dixe nav mijarê û wan jî bi xwe re xemgîn dike, geş dike. (ku min dikariba hîn zûtir bixwanda û min wateya hemû peyvan bizanîba minê di hundirê du-sê saetan bixwanda û minê danîta cihekî balkêş da ku ez çend hefteyan, hefteyê carekê bixwînim. lê mixabin, hezar mixabin ev ne mumkun e....)

di dawiyê de ka ez helbesta yahya kemal a bi navê mirina rindiyan binivîsim.

di bexçê ku qebra hafiz tê de bû, gulek hebûye;
ew her roj bişkiviye, bi rengê xwe yê xwînî,
bi şev, bulbul heta destê sibê giriyaye,
bi ahenga xwe, ya ku şîrazê kevnar bi bîr tîne.

ji bo rindekî mirin, welatekî asûde yê biharê ye;
dilê wî weke bixurdanekê sal bi sal dikele.
û li ser qebra wî ku di bin darên hûnik de maye,
her seher gulek dibişkive; her şev bulbulek vîçîn dike.



3. Pirtûkeke ku ji aliyê Bloga epirtukenkurdi.blogspot.com Here lînkê wek epub û mobî hat parvekirin e.



4. kalê rind, zanyar û fîlozof. ne şaş bim berî bimire dibêje dema ez mirim li ser gora min ji min re ji avestayê hin beşan bixwînin. gundiyên kurd jî yên ku di emrê xwe ji bilî qur'anê belkî dest ti pirtûkê nedabin, radibin jê re gatayan dixwînin. qerf e ev ne welê?



6. tê de spoiler hene Dixwazim nirxandina xwe bi gotinên Celadet Alî Bedirxan dest pê bikim. "Xorto! Te ji diroka miletê xwe karek li ser xwe girtiye. Ew karekî giran e. Jixwe barên giran para mêran, para mêran barên giran in. Te ew kiriye pişta xwe û daye kaşê çiyayên ku bi rê ve bilintir û asêtir dibin. Herçend hildikşî û ji deștê dar dikevî, diwestî, lê ewçend zexm û xurt dibî. Hawîr diguhere, tiştên nenas dibînî." Bi rastî jî ev gotin bêkêmasî ji Mehmed Uzun re hatiye gotin û Mehmed Uzun di bin nav hezar zorî û tunebûnê de berhemên xwe afirandiye û pêşkêşî me kiriye. Bêguman tehma tev berhemên wî jî cipcuda û çêjdar e. Di nava vê romana wî jî tehma xerîbîyê tê. Bivê-nevê mirov jî tehm dike. "Dibîne ku axa pîroz, axa ku mirov li ser hatiye dinyayê ye." Mirina Kalekî Rind, pirtûka Mehmed Uzun a duyemîn e, ku bi kurdî nivîsîye. Di sala 1987ê de hatiye weşandin. Lê pirtûk encax di sala 2004a de li stenbolê hatiye çapkirin. Sedema vê tiştê herî hindik hûn jî texmîn dikin... Roman piştî ku meşa Serdar Azad, ku li ser sînora axên kurdan bi saetan berdewam kiriye û dema ku amadehîya ji bo çûyîna Avrupayê (îsveçê) dikir li ser encama tesadufekî bi nasîn û denglêkirina Kalekî Rind de dest pê dike. Di romanê de tiştên ku hatiye vegotin ji çîroka jiyana nivîskarê nîşaneyên kûr û otobiyografîk dihewîne. Piştî ku serdar Azad û hevalê xwe sînorê derbas dikin, diçin gundê herî nêzik. Demsal payîz e. Û ew êvar Serdar Azad û Kalê Rind rastî hev tên. Serdar Azad fêm dike ku bilûrvanê hoste Kalê Rind kesekî cipcuda ye. Cudabûna wî bi gotinên wî, şîrovekirin û axavtina wî, muzîk û amûrên wî diyar dibû. Banga ku serdar azad bi kalê Rind re dike wekî nameyekî ye. Rind helbestvan e, rêzdar û qelender e. Ew hosteyê tesewûfê ye ku rasteqînê digere û hin caran jî dibîne. Piştî du salên din Serdar Azad vedigere li Kalê Rind dinêre, li guhdarî dike û li gorî hevpeyvînên berê zahftir dikevin di nav hevpeyvînên nû. Hev nasîn kûr dibe, Serdar Aziz li ser Rind bûnê lêkolîna dike û fêr dibe. Û her wiha ji kalê Rind jî hîn dibe. Lê Kalê Rind nikare ji xwendevanê xwe re vebêje lê kêm zêde wisa qal dike. "Rindbûn di rastîyê de koka wêjeya kurdan, kanî û rihê kurdan e." Hin cara jiyana me yê kin de bi saya encamên tesadufên ku ecêb hin kes ji me re jiyanê, dinyayê, mirinê û xwe nîşan dide. Li ser bîrê me dixirtikînin. Wateyên mezin bar dikin li ser jiyanên me. Bersivê ku em hê nedîtine ew pêşiya me dibînin û pêşkêşî me dikin. Wê demê em rastiyê, kêfxweşîyê, formula jiyanê dibînin û wekî derdest dikin. Rastî jî lihevrasthatina demên wisa, kesên wisa û mijarên wisa jî bexteke cuda ye...



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 100
pûanê bide pirtûkê: