Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

berbang jî şahid e

 amed çeko jiyan

 

 j&j


 2014


 kurdî

 

 73

 çîrok

 2019.01.11 22:33

 simurg56

 “Berbang jî Şahid e” pirtûka sêyemîn ya nivîskarî ye. Di pirtûka ku bi şêwazeke cihê hatiye nivîsandin û girîngî daye sembolan de behsa kuştinên salên 90î tê kirin ku ji hêla dewletê ve bi destê “rîdirêjan” pêk dihatin. Nivîskar Amed Çeko Jiyan di pirtûka xwe ya nû de bi teknîkeke cihê ku ji helbest, name, şanoname û çîrok/çemçîrokê pêk tê çîroka kuştina belavkarekî “rojnameya kurdî” vedibêje. “Berbang jî Şahid e” ji deh çemçîrokên “şahidan” û ji helbest, şanoname û çîrokên ku xwe li van deh çîrokan digirin pêk tê û dema ev beşên pirtûkê hemû digihin hev, pirtûk bi çîroka dawiyê (ku destpêka çîroka çîrokan e) dibe çîrokek bi tenê.


berbang jî şahid e - Tirşik

berbang jî şahid e


1. Pirtûka Amed çeko jiyan a nû ye ku ji weşanên j&j derketiye. ser xêrê be. http://www.yuksekovahaber.com/yazi/amed-ceko-sahidiya-berbangeke-kusti-dike-3854.htm



2. pirtûka sêyemîn a amed çeko jiyan e. bi rastî zû ve haya min ji çeko tinebû û min nedizanî ku dest bi nivîsandina pirtûkan kiriye. wê rojê min li facebook-ê dît ku pirtûka xwe ya sêyemîn derxistiye min hinekî şerm kir dema ku ev tişt bihîst. heke ku xelatê ji tirşik-ê werbigirim ezê vê pirtûkê bixwazim..



3. sêyemîn pirtûka amed çeko jiyan e. îsal yanî di sala 2014an de derketiye. pirtûk ji 73 rûpelan pêk hatiye. pirtûk ji gelek beşan pêk tê lê eslê xwe de her yek ji van beşan, parçeyên çîrokekê ye.
bi dehan çîrokên kurt deam digihin hev, di dawiya pirtûkê de dîmenek/sahneyek li ber çavên mirov pêk tîne. bi saya vê teknîka nivîskar, mirov dawiya pirtûkê de cihê bûyerê û atmosfera hawirdorr baş hîs dike.
feydeyeke vê teknîkê wisa çêbxwye yanî.
lê ji aliyê din ve ji ber ku ev kurteçîrokên di çîrokê de zêde zêde kurt in, mirov nikare tam ji van kurteçîrokan bistîne.

min pirtûkên din yên çeko nexwendine. di sala 2010an de pirtûka wî ya bi navê varjabed derketiye ku ew jî kurteçîrokek e. yanî piştî kurteçîrokan, cara ewil pirtûka çîrokan weşandiye. ji ber bê yekê dikarim bibêjim ku destpêkek xweş kiriye.

ji ber ku nivîskarê pirtûkê jixwe edîtorê berê (û yê nû?) yê azadiya welat e, hevoksaziya wî têra xwe baş e. lê carina ji ber ku hevok gelek dirêj in û beredayî li hev hatine zêdekirin, fêhmkirina wê zehmet dibe. tiştek din jî ku fêmhkirinê zehmet dike ew ku nivîskar di hevokên xwe de carina gihaneka "ku" kêm bi kar aniye. di zimanê axaftinê de ez jî zêde bi kar naynim, lê di zimanê nivîskê de mixabin dema ev gihanek kêm were bikaranîn, fêhmkirina hevokan carina dibe îşkence.
bi ya min amed çeko jiyan hinekî bala xwe bide vê xalê, wê xwendina pirtxwkên wî hê xweştir be.





Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 79
pûanê bide pirtûkê: