Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

bêbavî

 şêxo fîlîk

 

 avesta


 2015


 kurdî

 

 72

 çîrok

 2019.02.10 15:26

 tizbîkêş

 Bêbavî ji serî heta dawiyê meriv dikêşe nava xwe û mereqê li meriv bilind dike ka ew ê bibe çi. Heta dawiyê jî bi xwendina xwe xweş e... Fînal tune û li wir metn dibe weke tabloyeke hunerî, tabloyeke surrealîst û êdî dimîne li ser xwendevan ku ji xwe re fahm bike, ji xwe re lezeteke edebî jê werbigire. Hesenê Metê Şêxo Fîlîk (…) xwendevên dike rêwî; ji “bersivên xumam” berî dide “pirsên zelal”. Na, di vê sehekê û pêhesînê de problemeke bêreng heye: ne mere dikare ji “bersivên xumam” bawer bike û ne “ji pirsên zelal”. Lewra ne tam bi awayekî pêewle, ji “berbelavbûnê” berê xwe daye “yekûnê”, û ne ji “yekûnê” berê xwe daye “berbelavbûnê”. Ji ber vê nepêewlebûnê, “pirs” û “bersiv”ên xwendevên jî daxilî nava “pirs” û “bersiv”ên çîrokê dibin û xeleka “yekûn” û “berbelavbûn”a tevgeriyayî, bergeha xwe firehtir dike. Her pirs, bersivekê dihukumîne û her bersivek pirsekê. H. Kovan Baqî


bêbavî - Tirşik

bêbavî


1. helbet ne çîroknûsekî xirab e, lê ji serî heya dawiyê di hemî çîrokan de rastî heman dengê hatim, mirov digot qey heman kes e di van hemî çîrokan de qiset dike. yek ev e ez aciz kirime. a din jî, terza wî bi kar anî di serî de xweşa min çû, tehma rhizomatic û tam nebe jî stream of consciousness dida, min hingê got wa rastî çîroknûsekî zehf balkêş hatim... lê bi demê re ev terz cîhê xwe da aciziyê hem bi dubarekirinan, bi yeknesanbûnê, û rê neda em tebîeta qerekterên çîrokan jî baş nas bikin... mijara sereke di gişan de aciziya takakesî ji endamên malbatê (dê, bav, bûk, xweh û hwd) bû. ev yek di wêjeya kurmancî ya hemdem de cihê şanaziyê, çiku gelek kesê bi nivîsê re qeleqedar bala xwe bêhtir didine tiştên komî, tu bêjî qey hemî kurd di heman egirê de dişewitin, û tiştên şexsî, êş û şadiyên takakesî hîç bala me nakişîne... şixûlandina îdyom û biwêjan gelek serketî bû, lê di afirandina berhemên edebî de hevoksazî, zimanekî temîz, û mijarên cihê wê her tim piştî formê bên. form jî tevî awayî gotinê, çawanîna vegotinê re bi ser dikeve. Helbet şixulandina associations, çaxrişima baş e lê divê rêkûpekiyek jî di nav hev de hebe, binêr virginia woolf her çendî di vê forma stream de şareza bû jî her gav paşxaneyek tije, kûr, vegotineke ligel bûyerên şênber roman û çîrokên xwe radixist ber çavê me.



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: