224
2014.12.07 12:45
Têma welêt, tema kurd û Kurdistanê, têma şorişê û serxwebûna gelê me, pirsa xwendinê û peşketinê, neyariya û bebextiya dijminê gel, pirsa dostiya û biratiya hemû gelê cînar û têma înternasîonalîzmê Cegerxwîn her dem dike binyata helbestêd xwe. Ev e mezinaya Cegerxwîn û bîr û baweriya wî. Xên ji helbestên watanperwariyê û şorişgiriyê, Cegerxwîn şayîrekî lîrîk e, şayîrê hub û hezkirinê ye. Ew nemir e bona gelê xwe û ez bawer im, wekî wê ew roj bê, çaxê ko helbestê Cegerxwînê delal nek tenê kurdê aza wê bixunin, lê usa jî xwendevanê diniyalikê wê bi tercima zimanê xwe ezberê bêjin û pê kêfxweş bibin, çimkî biniyata helbestên Cegerxwîn ew delaliya emir e, delaliya jiyîna mirov e. Ordîxanê Celîl
1. straneke koma ferec;
|
|
4. Li gor fikr û boçûn û hin analizên ku min kirine (tew ji ber vî hawî ez çûm min bi george orwell re hevpeyvînekê kir, yeqîniya we) ez îdia dikim ku miletê ku herî pir hêviyê dihebīnin kurd in. Ev bi sedan sal e ku em li bendê ne ku xwedê hêviyê bi ser me de biresîne. Em ne diwestin ne jî tī dibin. Ecêba giran kesî ne diye ne jî bînaye. |
|
5. vÎ mirovê hêja, hêvÎ û bêhêvÎtÎ ji xwe re kiribû derd! (bnr: samuel beckett) |
|
6. (bnr: Hêvî LGBti insiyatifi) |
|
7. "hêvî, nebaşî ya hêrî nebaş e, ji ber ku îşkenceyê dirêj dike" |
|
8. navê yek ji xweştirîn helbesta şairê nemir ê ku bi pey giyayê nemiriyê ketiye, arjen arî ye.. |
|
9. straneke siya şevê e. |
|
10. peyva ku em bi wateya "li bendê" jî bi kar tînin. |
|
13. Mîna "hêvî û rica" jî tê bi Kar anîn. Tê Maneya wek ji kerema xwe re, bi navê xwedê hwd. |
|
14. ew peyva ku divê kurd ji dest xwe bernedin. kêm tiştên mîna wê xweş di dest me de mane. |
|
15. navê helbesteke rondik gulşeng e: |
|
16. Zadê mirovên mezin û xîretkêş e. |
|
18. li gorî hinekan, koletî, li gorî hinekan, şahiya jiyanê... Nizanim. dibe ku bijîn koletiyê ye. |
|
19. navê albûma (bnr: serhado) ye nû ye. serhado li vê albûmê 1ê pûşperê 2020 a parve kirîye. nav vê albûmê da 5 stran (kurdî-rap) heye.
nav vê albûmê da 2 stran zehf xweşa min çû
ev stranan > hêvî û ez heme.
albûm:
vîdyoyê veke
|
|
20. peyveke ku fîlma (bnr: the shawshank redemption)ê da bûye dîyalogek navbera red û andyê. andy; dinyayêda bo bîrnekirina tiştên ku bi kevir nehatine çêkirin hene wek xêncî te kes nikare bigîhîje an jî destê xwe lêkin. ev tişta a te ye. red; behsa çi dikî? andy; hêvî red; hêvî! te ra tiştekî bêjim hevalêm. hêvî zehf bi tehlîkeye. hêvî dikare mirovek dîn bike û hindirê da jî (behsa hepsê dike) wateyaka vê tûne. xwe hînê vê bike. andy; wek brooks ê? red; (sandalyeyê radibe û diçe) [spoiler: cîroka brooks; 50 sal hepsê dimîne û qet hêvîya wî tûne ku hepsê derkeve lê piştî 50 salî wî texlîye dikin. brooks wisa xwe hînî hepsê kirîye ku qet bawer nedikir derkeve û hêvîya wî jî tûne bû. lê dema derdikeve derve êdî nikare bijî û xwe darda dike. wateya hêvî û cîroka brooks] [spoiler: nêzikê dawîya fîlmê jî red hepsê derdikeve û nota andy dibîne, andy nota xwe da vê nivîsîye; bîr neke red hêvî tiştekî rinde, belkî her tiştî jî rindtire] |
|
21. Herî zêde hêvî karê xizan û feqîraye. Herî zêde vî navî feqîr dikin nava dirana ji xwe re dikin benîşt. Herî zêde ew bi vî tayî digirin xwe pê berdidin nava reşahîyê. Herî zêde feqîr bi hêviyan re diwestin. Û paşî ev ta di destên wan de diqete...mixabin. |
|