Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

were dotmam

 Celadet Alî Bedirxan

 

 avesta


 2014


 kurmancî

 

 96

 nayê zanîn

 2014.12.07 12:49

 simurg56

 Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit. Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil Zivistan ditîne. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne. …Herê dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hon çûn. Em di destê jinên biyanî de, hon di bin rikanê mêrên nenas de. …Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike. …Herê dotmam were, xwe berde himbêza pismamê xwe. Ezê ji te re, ji Zivistana xwe a sar buhareke germ çêkim. Were dotmam, heyraniya pismam were, xwe di germiya dilê min ê ciwan ciwaniya min a kevn de bigermîne. Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen. Celadet Alî Bedirxan


were dotmam - Tirşik

were dotmam


1. Helbesteke mîrê mîran mîrê botan celadet elî bedirxan e. Ji bo dotmama xwe gotiye:

Were Dotmam

Ji Haco axa re...

Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.

Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil Zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne.

Herwekî dibêjin ciwanî bizaniya pîrî bikariya. Lê pesn ji Xwedê re ko hêj ewçend ne pîr im ko nikarim.

Wekê ez jî ciwan bûm, simbêl hêj nû avêti bûn ser lêvên min, dilê min bi hevîniya delalan hildavêt, hon ne yek, ne dudo, ne deh, ne bîst bûn. Kej û gewr, esmer û genimî, bejnbilind û navîn, kinên we jî hebûn.

Hon hemî ji min, ji me re bûn. Me kîjan bixwesta, ne ewê, ne mamên me, ne digotin no. Lê min, me hemîyan nizanî bûn. Çavên me bi we, bi bedewîya can û giyanê we ne diket.

Me dev ji we berda bûn. Yekî biyanî dihat, hon dixwestin. Me ji xwe re ne dikir namûs. Hon dibirin. Hon bêqedr dikirin. Di rêzika dinyayê de hon tayih dibûn. Ev ne sûcê we, lê yê me bû.

Hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn. Baxvan û dîdevanên we em bûn. Bihna we a xweş, rengê we ê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. Em pê ne dihesiyan. Me ew ne didîtin.

Yek dihat, destê xwe drêjî we dikir, hon diçinîn, dibirin. Pêde welê bû. Hon, gulên gulistana me dihatin çinîn, me guh ne dida, em pê bendewar ne dibûn.

Rojekê, me hew dît, gulistan bê gul, daristan bê bilbil maye.

Em di himbêza jinên biyanî, hon di bin çengê mêrên nenas de.

Bi vî awayî me xwerûtîya tovê mala xwe, tovrindîya malbata Azîzan winda dikir.

We zaro dianîn, li me, li xwalên xwe dihatin. Merd, cwanmêr, xweyrûmet. Ji bavên xwe re namûs dikirin.

Zarowên me li xwalên xwe dihatin. Xwalên wan kurên kê? Ji kîjan ra û nijadî? Ji kîjan mal û malbatê?

Wan navên me hildigirtin. Yên we ko ji zikê mala me derdiketin li ser dra bavê xwe şîn dibûn.

Herê dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hon çûn. Em di destê jinên biyanî de, hon di bin rikanê mêrên nenas de.

Zarowên we xwarzîyên me ne. Lê ne xwarzinen adetî. Li şer xwal û xwarzî. Lê ne xwarzîyên me. Ji ber ko ne ji nijadê me ne, xerîbî wî nijadî ne. Carin hene, neyarên wî nijadê pak in jî.

Belê li şer xwal û xwarzî. Xwal û xwarzî li rex hev, berê wan li armancekê şer dikin. Xwarzîyên me li me radibin. Berê wan li berê me ye. Em armanca wan, ew armancên me ne. Heçko em ji hev re polik in. Bi destên hev, di destên hev de dimirin.

Dotmama delal, ma ne heyf e, xwîna zikê te bi xencera min bête rêtin. Ma ne mixabin e, kekên te bi berikên berê zikê te bikevin...

No! no! dotmam, heyranîya pismam, êdî bes e, hew bibe jina xelkê, bes bibe dêya nekurdnijad, vegere were himbêza pismamê xwe, paxila kurmamê xwe.

»Vegere« ev ne gotinek rast e. Em nikarin ji te re bibêjin »vegere«. Ji ber ko tu ne çûyî, me tu rêkirî. Me bi destên xwe tu hinartî mala xelkê.

Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike.

Dotmam, min ji te re got ez pîr bûme. Lê pîrîyê ez hişyar kirim.

Buhar ciwanî ye, Zivistan pîrî. Zivistan piştî buharê têt. Di Zivistanê de Buharinen veşartî hene.

Herê dotmam were, xwe berde himbêza pismamê xwe. Ezê ji te re, ji Zivistana xwe a sar Buhareke germ çêkim.

Were dotmam, heyranîya pismam were, xwe di germîya dilê min ê ciwan û ciwanîya min a kevn de bigermîne.

Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.

Celadet Elî Bedirxan



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: