88
2014.12.07 12:56
Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet keti bû bin destên miletine din. Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû. Lê miletê ji her tiştî bê hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya. Rojekê, pîrek ji nav wî miletê bidest rabû. Pir li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wî vebû. Kal rabû, elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Wî pîrî li xelkê xwe pend û şîret dikirin û digot: -Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye. zimanê we heyîna we ye. Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin. Û rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin. Milet ji ya pîr kir, hînî xwendi û nivîsandinê bû. Xêra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi heyîna xwe hesiya. Belê milet zanî ko heta hingê di zindana nezaniyê a tarî de pûyan dibû. Çira zanînê dora milet bi ronî kir. Milet her tişt dîtin. Zorkeran di tariyê de li wî dixistin, Milet ço ne didît. Lê gava zanînê hawir bi ronî kir, milet çoyê zilmê di ser xwe re dît, ew girt û ew şkênand; berê xwe da deriyê zindanê û jê derket. Ji ber ko, herwekî pîr goti bû, mifte pê re bû. Weyl ji wî miletê re ko zimanê xwe winda kiriye.
1. Pirtûk ji çîrokên ku Celadet Alî Bedirxan ên di kovarên hawar û ronahî de hatine nivîsîn pêktê. Pirtûkeke gelek xweş û şêrîn e. * Dema min pirtûkê dixwend çîrokên apê min ên ku dema 5 salî bûm digot dianî bîra min. Ji bo zaroka û diyarkirinê Pirtûkeke rind e. Divê behsa Avestayê jî bikim. Dîsa çapeke nûwaze amade kirine. bi vê pirtûkê jî tê xuya weşanxaneya Avestayê gelek pirtûkên hêja derdixe holê. |
|
2. navê bernameyeke pel filmê ye.
Naverokên zehv xweş tê da hene.
behsa çîrokên dengbêjiyan bigre heta kesên navdar ên jinxas û merxasên kurdan di derbarê her tiştî da belgefîlm filan çêkirine.
keda wana kedeke bêhempa ye.
seyr kin û belav kin bidin seyrkirin.
vîdyoyê veke
|
|