216
2014.12.07 18:05
Di romana xwe ya duyem, “Balindekanî Dem Ba” de Eta Nehayî serî li teknîkek vebêjiyê ya bêtir tevlihev dide û ev yek zehmet dike ku mirov romanê xulase bike. Roman vebêjek paralel a du jiyan û qederên ku pirr dişibin hev û nêzî hevdû ne. Bi rastî, mirov dikare bibêje herdu vebêj du wech an du rêbazên vegotina yek û eyn çîrokê ne. Herdu vebêj wek jinûdetarîfkirineke hûrgilî ya demên borî xuya dikin. Romanê, digel taybetmendiyên wê yên têra xwe wêjeyî û estetîk, misyonek siyasî jî hilgirtiye. (...) Di herdu vebêjan de jî leheng, Mihrîban û Ferhad dimrin. Tenê vebêjerê çîrokê, “Ez”ê xeyalî sax e. Bi gotineke din lehengên din afirînerên ev “Ez”ê xeyalî ne ku bi şopandina jiyanên Mihrîban û Ferhad dixwaze serpêhatiyên jibîrbûyî yên nifşekî binivîsîne ku beriya extiyar bibin teqawid bûne. (...) ...Qedera Efsane û Kalê û taliya wan a trajîk, di dema “Balindekanî Dam Ba” an “nifşê jibîrbûyî” de şert û mercên dilşewat û qedera ku jinan helgirtine nîşan dide. Haşim Ahmedzade, Romana Kurdî û Nasname
1. Yek ji baştirîn -ev "tirîn" çiqas peyveke kêrhatî ye yaw - romanên Kurdî ye. Bi terza "roman di nav romanê de" hatiye nivisandin. Wekî hemî wergerên Avestayê yên Soranî bo Kurmancî , Besam Mistefa wergerandiye. |
|
2. Pirtûk qala çîrok û bûyerên tevlihev û bi hev ve girêdayî dike. Lê roman bi bîskek berê hilweşîna van çîrokan destpê dike. Yanê çiqas carinan em serê van çîrokan ji lehengan bibihîsin jî em li benda rûxandina van çîrokan e. Xwîner teqez ji van tevliheviyên ku tê behskirin divê netirse. Ji ber ku dema têbigihêje çîrokê dê nikaribin ji destê xwe berdin vê romana xweş û geş. Werger jî gelek serkeftî bû. An jî ne ziman, tenê zaraveyek cûda bû ji ber wê pir zêde biyanîtî an xavî di zimên de tune bû. Bi raya min romanek serkeftî bû. Hêjayê xwendinê ye. |
|