Ferhenga înteraktîf
tiştên ku aramiyê didin mirov
(20) (0) (4)
di mijarê de bigere
tirşik-tiştên ku aramiyê didin mirov

24. zarok.



06.04.2015 13:23 | mîrzayêbiçûk

25. Muzîk
(bnr: bêhna nanê tenûrê)
(bnr: serxweşiya evînê)
Bebek
Hijêkirina dê û bav û malbatê
Xew
Hinek heval
Elimandin, hînbûn



13.04.2018 15:13 | gumgumok

26. Mûzîka mornayê. Ê ku herî tê nasînê vî mûzîkê Cesarîa Evora'ye..



13.04.2018 19:07 | hesen bira

27. ez



14.04.2018 00:29 | mirovekirind

28. li havîneke hênik de,
li ber destê êvarê,
Li ser behrê re
xatir xwestina tirêjên rojê yên dawiyê temaşekirin.

mînak: wan, îman, behrewan.



14.04.2018 09:32 | bûtîmar

29. (bnr: 31.03.2019 hilbijartina herêmî ya tirkiyê) îro aramîyek da min



02.04.2019 01:37 | brzn

30. Bedena Diyarbekir



02.04.2019 02:24 | monerica

31. Dahwet, şahî û bi heval û dostan re rûniştin.



01.01.2020 22:06 | azad30

32. Gorî rewşa derûnî têguhertin. Tiştek gorîwer e û bigûhrtina şert û merc ev jî wateya xwe wenda dike. Dem heye bi dost û hezkiriya demborîn aramiyek bêhempa di nav dil pêktîne lê dem heye tenêtî , aramiyek mezin di derûnî çêdike. Meriv diguhere û biguhertina xwe jî , bandorên têgeyên hestyar jî diguhere. carna tiştek heye ji bo meriv mîna tiştê herî pîroz e, lê ev tişt carna tiştê herî bêwate. Jiyan û fizîk ser livandin ava bûye û livandin jî biencama cûdabûnê dawî dibe.

şev û roj li pê hev
Reş û Spî li dijî hev
Dil û hiş li ba hev
Ez û tu bê hev
dilivin heta ku bimirin



01.01.2020 22:43 | umed

33. Dîse muzîk û xew...



02.01.2020 05:37 | gumgumok

34. li cem hezkirîya xwe ti-tişt-nekirin. dikarim 24 saetan vê aktîvîteyê bikim. tiştek sosret e.



02.01.2020 08:27 | xelîl

35. Çêr û xeberkirina kesên mirov aciz dikin



02.01.2020 19:25 | tîrêj zana 21

36. ji bo gundiyekî weke min tîmarkirina ajalan de aramiyeke cuda heye.zaroktîya xwe de diketim tewlê û heta hemu çêlekan tîmar nekim dernediketim.



02.01.2020 20:27 | golikvan

37. karek, projeyek an spartekek ku divê heta demekî diyarkirî bên kirin dema dikim û xwe jê xilas dikim û pê re jî eger bizanibim heta demekî ez di destê xwe de me anku tu kar Û berpirsiyariyeke din ku kemîn avêtiye û li hêviya min e nîne, kêfa gurê pîr dikim, cihê xwe li ser ewran çêdikim ;)



02.01.2020 22:37 | endazer

38. Rojên betlanê.



03.01.2020 19:15 | gumgumok

39. ser danîna li ser paxila yarê



07.04.2020 19:47 ~20:08 | de facto hozan

40. bayê hênik, ava cemidî, rêveçûn, muzîka klasîk, xwendin.



07.04.2020 20:00 | hespêsor

41. guhdarkirina eyşe şan û îsa berwarî



07.04.2020 20:01 ~20:01 | kajav

42. rojek ji rojên havînê , li ser şezlongê tenê û dûrên xelkê vexwarina bîrayek sar.



07.04.2020 21:09 | brzn

43. Di Havîneke cehnimî ya qezzê de li geliya Xursê di bin siya darekê da paldayîn û vexwarina bîrayeke wek qeşê.



07.04.2020 21:16 ~22:49 | f

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku tirşikvan jê ditirsin
» mirovên ku berçavka xwe didin li ser serê pozê xwe

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî