Ferhenga înteraktîf
tiştên ku aramiyê didin mirov
(20) (0) (4)
di mijarê de bigere
tirşik-tiştên ku aramiyê didin mirov

44.



08.04.2020 00:44 | shwinsherm

45. dayîka min e, dîtin nema, xilas bû
di xewndadîtina wê biheşta min e



08.04.2020 04:16 | afa

46. hejêkirin, civata bi dayikê re, jazz, xew, bi hev şabûn, çaya piştî şîvê ya ku bi malbatê re tê vexwarin û ev stran:
bülent ortaçgil: mavi kuş



08.04.2020 16:45 | xeyda

47. serenade a franz schubertî, dema dixwînim an jî li ser tiştekî ku haydarî û konsantrasyon dixwazin dixebitim guhdarî vê mûzîkê dikim.





08.04.2020 16:51 | xelîl

48. Pirtûka bîra qederê ye. Mirov çiqasî bixwîne ji têr nabe. Û tiştên pirr feyde jî hîn dibe.



21.06.2020 16:39 | yûsiv

49. di germa havînê de bayekî hênik e



22.06.2020 00:20 | afa

50. Dîtin û bi hev re rûniştina hezkiriyê/a mirov.



22.06.2020 00:31 ~14:03 | xabûrî

51. dema ku axlêva bayê werzeba berfê lêze ke dihelîne û ew ava berfê ya dihele hîn cîha dibe gol ku dibê gere peşîya wê meran ve bê vekirin. gava ku mirov rêyek peşîya avê vedike û temaşekirina herikîna wê avê bêhempaye.gundîyên serhed ê ve dîmenê baş dizanin *



22.06.2020 01:06 | golikvan

52. Behneke Piştî baranê
Piştî barana biharê vebûna tavê
Li şeva havînê temaşekirina stêrkan
Hembêzkirina yarê



22.06.2020 13:59 | kajav

53. hevalê samîmî re nav cîyêkî hîşînayîda rûniştin.



22.06.2020 15:35 | doesntmatter

54. Bêguman perdeyên li ber paceyên vekirî li ba dibin e. Di her danên rojê de temaşekirina wan xweş e. Serê sibehê bayekî hênik û nermik wê perdeyê dilivîne û dengê çûkan mirov hişyar dikin.. Nîvrojê dengê zarok û çûkan tevlîhev dibin, guhê min li ser wan e, perde jî giran giran dilive, carinan disekine, sîesta... Ber êvarkî hêdî hêdî şev deriyê xwe vedike ji hestan re, helbet perde jî mêvan e... Ji deverekê dengê muzîka klasîk pir nizm tê, perde dikeve dansê. Hêdî hêdî xwe dilivîne, dengê zarokan û çûkan nizm dibe lê yê muzîk û sîrsîrkan bilind dibe... Ku dibe derengiya şevê perde xwe bi nav hestan de ber dide, dora axaftinê ya wê ye... Ez rebena hestên te me perdeyê, ji devla min jî vebêje!



22.06.2020 16:16 | berijahr

55. Xwendinê pirtûken hêja
Sohbeta bihevalên bêmenfaat re



23.06.2020 00:56 | xeletnivîs

56. berê betlaneyek, paşê hemû tiştên ku aramiyê didin didin pey hev bixwe tên



27.06.2020 22:49 | shorbevan

57. Çûyîna cihên ku zarokatiya mirov lê derbas bûye û seyr kirina li avabûna rojê.

Bo min ew der gundên Li qeraxa gola Kebanê ye.



12.10.2023 05:55 | cinorek

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku kêfa meriv tînin
» mirov newêre bêje pozê sola wî/wê xwar e

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî