Ferhenga înteraktîf
radyoya tirşikê
(25) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-radyoya tirşikê

108. di lêdana wê de problem xuya nake. li ser telefonê jî li ser komputerê jî bêpirsgirêk dixebite. yên ku rastî probleman tên, dikarin bi gerokên din jî biceribînin û ragihînin. belkî ji ber gerokê be. (û li bişkojka "play" bikin ka wê lê bide...)



25.09.2016 21:40 | simurg56

109. Radyoya ku sepana wê jî heye. Problem tê de tune *



25.09.2016 21:42 | mergehez

110. Radyoya ku li cem min jî distrê *

Dengê amûra te xera nebûbe endazer hhh *



25.09.2016 21:43 | berxweda

111. tagên zaravayên kurdî jî hebin ew ê xweştir bibe. misal car caran mirov dixwaze tenê klamên zazakî gûh bidê.



30.09.2016 10:12 | cinorek

112. radyoya ku 19 stranên nû lê hatin barkirin û wê niha bi dorê, li wan bide.



04.10.2016 20:49 | simurg56

113. radyoyeke baş û bikÊrhatî ye. gelek caran ez lê guhdar dikim. radyoya azad e.

iro bala min kişand , piştî ku dengê stranê tê eyarkirin, di strana peyre de deng dîse tê ser eyarê berê. û divê dîse werê eyarkirin. li gorî min ne pirsgrêkike mezin e , lê dîse bila heya camêr jê hebe.



24.10.2016 00:26 | gumgumok

114. dema meriv sê caran li ser hev du ji lradyoyê muzîk daxîne, pergala tirşikê errorê dide. her car jî min got law va tirşik çû! tobe bismilah!



18.04.2017 18:34 | biruya hayao miyazaki

115. Radyoya min ya favorî ye.
Gelo mirov dikarê lînka "stranên" radyoyê parve bikin. Heke na, teyebetîyeke wisa çêdibê gelo?



14.04.2018 15:55 | gumgumok

116. taybetiya parvekirina stranan nahewîne. lê taybetiyek wisa wê gelek balkêş be. înşelleh di pêşerojê de.
dema lînk vebû wê ew stran lê bide û paşê derbasî weşana zindî bibe. himm....



14.04.2018 20:49 | simurg56

117. wexta tu ji telefonê dikevî pêl li lêde'yê dikî radyo stranê lê dide. lê gava tu curey mûzîkê biguherînî û dûre pêl li lêdeyê bikî îcar error dide mixabin



14.12.2019 16:46 | ferhenga şikestî

118. Xwezî çend nivîskarên tirşikê bi avayekê zindî bernameyan çêkin.



14.12.2019 20:40 | cinorek

119. mixabin sepana wê jî betal bûye, nayê bikaranîn. nûkirinek lê ferz e, em bang li şêx dikin werê û piff bikiyê.



14.12.2019 23:22 | xendekî

120. radyoya ku stranên pir pir xweş lê dide.
bi sernivîsa stranê ku lê dide entegre bûye. ev pergal di ekşiyê de jî tune ye ku bi trÎlyonan dilîzin û vaye 20 salan derbas bûye di weşanê de ne.



15.12.2019 22:24 | brusk56

121. Radyoyek wisa ye ku, ger ez xwedî dikanek bûma, weke cafe'yek felan, min ê vê radyoyê vekiriba û heta êvarê bêked, bênavber û bêreklam, meseleya mûzîkê hel bikira.
Him jî mûzîka bi qalîte.



29.12.2019 18:57 | brusk56

122. agahî: 32 stranên nipûnû lê hatin zêdekirin.

agahîyek din:
- ev 2.345 roj in ku radyo di weşanê de ye û heta niha 34.667 stran hatine guhdarkirin.
- yanî rojê 14.7 stran.
- her stran 4 deqe bin, dike nêzikî 60 deqe.

ango radyo her roj saetek tê lêdan.



05.01.2020 10:24 ~10:24 | simurg56

123. "bernameya radyoya tirşikê çima nîne?" ez ji xwe dipirsim.

di sala 2013an da radyoya tirşikê destpê kirîye. moderasyona tirşikê biryareka baş hilanîye. muzîkên kurdî tevlî muzîkên biyanî weşandiye, derfetekî baş çêkirîye. lê îro? îro (2020) muzîk li her derê ye. êdî, mixabin weşana mp3yê ji bo radyoyekê qîm nake.

ez dibêm, qet nebe du tirşikvanên me (ya rast, tirşikvan nebin jî dibe) rabin li ser mijarên rojane nîv saet gotûbêj bikin, bo destpêkê, willeh besê min e. bernameya radyoya tirşikê dest bi weşanê bike, hefteyê carekî jî bibe ji min ra bes e. kî çêkir, hezar car xwedê ji wan razî be!.

ji ber ku tiştekî wisa tune ye, xelk diçe youtubevanên din dişopîne. ji bo ku haya xelkê me perçekî ji nûçeyên dinyayê çêbibe, diçin guh didin xelkên bîyanî, yên tirk û hema kî hebe.

bernameyeka zindî jî dibe, podcast jî dibe hevalno, cidî jî dibe, bihenek jî dibe. bes weşaneka kurmancî bi gotûbêjekî teze be. ev yek, îro hewcehîyeka mezin e. ne tenê ez im. cinawirek din jî qala vê yekê kirîye di bin mijarê da.

radyoya tirşikê/114739



19.03.2020 12:43 | mirovekirind

124. radyoya ku heçî nivîskarê ku ji 250an zêdetir peyam nivîsandine, dikarin stranan lê bar bikin. ev taybtî jixwe hebû lê belkî gelek kesan ji bîr kiribe. fermo, heçîyê bixwaze, bila stran bar bike.


mixabin niha mirov nikare tê de weşana zindî bike. him ji alîyê teknîkî ve ew bingeha wê tune û him jî ez bawer nakim ku kes ji me wext bibîne ku jê re bernameyan amade bike. ku tiştek wisa were kirin jî, gelo wê bi rastî çend kes bi zindî lê temaşe bikin? piştî ku kes zindî lê guhdar neke, ferqa wê û vîdyo an jî podcastan namîne.



21.03.2020 17:54 | simurg56

125. Radyoya tirşikê gelek xweş hatiye damezirandin , destê we saxbe
Min caran xwest lê mêze bikim gelo çawa stran lê tê zêdekirin lê min nedît.Yek jî mirov bikaribe bigihîje lîsteya stranan û bikaribe lê daxwazê hilbêjere û guhdar bike ma baş nabe.Gelo wê demê dibe ku ji rewşa radyoyê derkeve bibe medya player.Nizanim.Lê pêşnîyar dikim.



21.03.2020 20:01 | brzn

126. nizanim çima ev demek bû xera bibû, hinek taybetîyên wê naxebitîyan. min îro ser û guhê wê rast kirin.

- dema hûn li navê tirşikvanekî bitikînin, stranên ku wî/wê bar kirine, tên lêdan.
- dema we li zimanekî tikand, stranên bi wî zimanê tên lêdan
- dema we li cûreyekî tikand, stranên bi wê cûreyê tên lêdan

her wiha vê jî bînim bîra we; heçî nivîskarê ku 250 peyam nivîsandine, dikarin stranên li ber dilên wan şêrîn, li radyoyê bar bikin.
min îro 30 stranên din lê zêde kirin. bû 661 stran.


lêzêdekirin: êdî dema we stranek li radyoyê zêde kir, di beşa zindî de agahîya wê tê ragihandin. di vê ragihandinê de mirov dikare li navê stranê bitikîne û dîrekt guhdar jî bike.



11.05.2021 10:53 ~11:16 | simurg56

127. taybetmendiyekê xweş e lê ez dibêm tenê moderator weşanê dikin. dîsa jî min çend stran bar kir.



23.05.2021 21:59 | hueyn

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» radyoya spûtnîk kurdistan
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî