Ferhenga înteraktîf
rewşa whatsappê a nivîskarên tirşikê
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-rewşa whatsappê a nivîskarên tirşikê

21. Berê ev bû;
''Vî zemanî herkesek mî'marê dîwarê xwe ye!''
Şewaneyek şex ehmedê xanî ye.
Niha jî ev e;
''Te nebit dadiresek beyhûde firyad-i çi kit..!''
Ev jî risteêk melayê cizîrî ye.



29.01.2017 05:34 | rûbar

22. (bnr: tirşikvanên ku whatsappê bikarnayînin)



30.01.2017 02:37 ~03:18 | gulêê

23. niha rewşa min: sleeping
tam li gorî min e. dema herkes şiyar in ez raketî me û dema herkes raketî ye ez şiyar im.



09.06.2017 06:27 | mergehez


25. Eger destêm bighê çerxa felekê, Ez ê gelek tiştan bipirsim ji wê: te bi yekî dayiye sed nîmet, Bi yê din jî nanê ceh tevî xwînê.

/Tahirê Uryan



09.06.2017 10:21 | bûtîmar

26. Qet mumkine ev ji çerxê lewleb/ Tali' bibitin ji bo me kewkeb?
|Ehmedê Xanî- Mem û Zîn



09.06.2017 23:20 ~2017.06.26 10:14 | cûndûllah el-kurdî

27. Kevokên spî dê bên firandin , xerîtên kevin dê bên çirandin.
(bnr: ferit uzun)



09.06.2017 23:50 | biaqila malê

28. lo nabe, belao nabe; welatê xerîbiyê çekek teng e, debara te dibe, ebûra min nabe; şam şekir e, wetenê mala bavê min şîrîn e, destê min ji heval û hogira nabe! (roja nû, 1945)



03.09.2017 14:47 ~14:48 | xendekî

29. Lo werg meke, lo werg meke.



03.09.2017 16:00 | elaziz izzetpasa camii

30. " Guhê xwe bide dilê xwe bêje çi divê te ? "



04.09.2017 14:25 | biaqila malê

32. di navbera rastiyan û xeyalan de winda me



17.04.2021 02:55 | merwano

33. Jiber xizimên xêrnexwaz gelemperî alfabeya aramî bikar tînim bawer dikim ew jî dibêjin qey ayetê Qur'anê ye *

Vêca wa dinîvîse bi kurdî soranî :

Lew sawe ke to kewtûyte jêr xak,
Tarîkeşew e lay min rojî rûnak.

،لەو ساوە کە تۆ کەوتوویتە ژێر خاک
.تاریکەشەوە لای من رۆژی رووناک



03.09.2021 14:33 ~2021.09.04 00:56 | navîgiranmezelîwêran

34. yê min marş/sirûdek ku gelek jê hez dikem û dema zarokatiyê xwe de gelek caran gotime û qet ji bîr nakim (eger Qendîl û agirî û şîrîn yeksan bikey legell rûy zemîn natiwanî wa bikey kurd nebîn . sirûda (her kurd ebîn)

eger Qendîl û agirî û şîrîn wekhev bikî li gel ruyê erdê nikarî wa bikî em kurd nebin

her bijî kurd û Kurdistan .



04.09.2021 01:09 | hewlêriha

36. min tene xalekê (.) daniye. ji berî ve heya niha ew xal li vir e. texmîn nakim ku biguherînim jî.



04.09.2021 01:21 | xelîl

37. Min tenê emojîya rokê danîye...☀️



04.09.2021 11:32 | pîroz

38. ev ne şerê Hesenan e, ne şerê Heyderan e, ne şerê diwazde bavê eşîran e. Ev şer, şerê hemû Kurdan e.



04.09.2021 21:08 | pênûsa westiyayî

39. (bnr: guncav)



05.09.2021 00:07 | doesntmatter

40. Hevokek ji strana “Zay El hewa” dinivîse ,
واللي شبكنا يخلصنا



05.09.2021 20:08 | xemakê

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» rewşa trafoyên ceryanê li kurdistanê
» nivîskarên ku bi telefonê dikevin di tirşikê de
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî