Ferhenga înteraktîf
kul û derd
(4) (1) (4)
di mijarê de bigere
tirşik-kul û derd

23. nivîsandina xelet ya kul û derd e..

hêj dijber ji xwe re nekirî kul û derd, min hêvî heye cihde were rastkirin.. *



04.09.2015 03:02 | endazer

24. (bnr: mebesta kûl û derdê ya kevneşopiyê)



divêt bi hûrkirî bê nivîsandin lê bi kurt û kurmancî, ji bo alî hevalan bike, mebesta dana kul û derdê ev e:



yê didin piranî difikirin ku "li wê MİJARÊ ÇEND AGaHÎ Û RAMANÊN MİN HENE, LÊ TEVLİHEV Û DİBE KU kêm bibe. ji bo peyama ewil divêt mêrxas û jinxasekê derkeve û peyamek têr û tije binivîsîne. piştî jî ezê agahiyên xwe yê belav li bin wê peyamê rêzbikim."



li van rojên dawî li tirşikê mijarên kûl û derdan tê tijekirin. lê navê wê tijekirin e. "camêro" tenê hevokek, heger di roja xwe ya xweş de be, çend hevokan dinivîsîne û diweşîne. têkiliya vê tevgerê û, mixabin 3. xelatên tirşikê heye. ji bo hejmar divêt kûl û derdan neyê tijekirin. ez dinêrim, agahiyên ku ez zanim an jî nivîsandime, ji yê wan peyama ewil çêtir in. ez jî dikarîbûm wê mijarê vekiram, lê mebeasta kûl derdê min îqna kir û min ew şandin kozmosê. ji kerema xwe re kûl û derdan 'edim nekin*



ha min qet rêdana xwediyê kûl û derdan naxwazim. ev jî kevneşopiyeke ye lê min dev jê wê berda. hema mebesta kûl û derdê bê sepandin ji bo min bes e. car din jî destê wan tirşikvanan sax be. *



17.09.2015 17:16 ~17:22 | biruya hayao miyazaki

25. Niha ez hemû mijarên ku min kirine kul û derd, dikarim tije bikim lê dixwazim hinek hevalên din jî alîkariya min bikin.

Diyarkirina xwediyê kul û derdê li gor min ne xweş e. Mekin! Diyar nekin!



17.09.2015 17:20 | mergehez

26. Wexta ku meriv kul û derdeke xwe dide derbaskirin ango wê mijarê vedike ji pergala ferhengê ev peyam tê:

Kûl û derdê te yê '.....' hat dermankirin



Ji xeynî peyamê di îstatîstîkan de hejmara kul û derdên meriv kêm nabe û hejmara kul û derdên ku meriv derman kiriye zêde dibe.

Ev çawa îş e yabo*



21.09.2015 19:34 | mergehez

27. beşeke ya tirşikê ya kêrhatî ye. lê pirsgirêkeke wisa heye ku navê wê li qismê beşande weke "kûl û derd" hatiye nivîsîn ji kerema xwe re bila simurg56 bêxe "kul û derd".



08.12.2015 11:36 | azadixwaz

28. Teybetiyeke tirşikê ye go tirşikvan jevre dibine kul û der, derman.

Min dêhnê xwe dayê, heta niha di nav yê xwedî kul û der de ez 3. İm. Lê ecêb e, gelek caran mijarên go ez divekim û "kul û derd"'ên min eynî ne. Bêhemdî ji xwe re dibime derman. Nizanim dilê min zehf paqij e , niza ez xwe dixapênim *



03.01.2018 00:02 | gumgumok

29. beşa ku bûye hewşa min.* beş li benda tirşikvanan e ku kul û derdên xwe û baş û balkêş lê zêde bikin ku yên mîna min sûdê jê werbigirin. hema kengî têdikevim ferhengî, teqez carekê serî lê didim lê xuya ya yê ji kul û derdan miriye, tenê ez im. *



15.04.2020 00:52 | biruya hayao miyazaki

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kulîlkên ezêb
» derdê kurdan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî