Ferhenga înteraktîf
xwedê
(20) (15) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-xwedê

46. Hevalekî min a xrîstiyan vê peyvê wiha ji min re şîrove kiribû. Digot peyva Xweda, ji - xwe - da yê tê ango xrîstiyan gelemperî heta %98 bawerî teslîs ê dikin. Yên ku bawerî teslîsê dikin dibêjin bavê me yên asîmana, Îsa û gihana pîroz dibe yek xweda û ew her yek jî bi xwe tiştek in. Ango Îsa jî bav jî gihana pîroz (ruhul kudus) xweda ne. Û bi wan Îsa ji bo gunehên mirovatîyê efû bike jiyana xwe li ser xaçê da. Ev hevalê min û kurdên mesîhî jî vê peyvê wiha şîrove dikin û dibêje peyva xweda ji vir hatiye. Ecêb *



30.07.2020 23:22 ~23:23 | yûsiv

47. peyva xwedê li gor ola mesihiyan îsa mesîh e. încîla yûhenna bi vê ayetê dest pê dike: "di destpêkê da peyv hebû. peyv bi xwedê ra bû û peyv bi xwe xwedê bû."



22.11.2020 20:23 | heyf

48. Bi Kurdî "Xweda", tê wateya ewê kû,
"Ji xwe dide " , "Ji aliyê xwe dide ".
Li gorî baweriya ma ya Îslamê dayîn ne marîfeta me ye. Tenê hew a Xwedayê Mezine, em malêwî didin dest hinekan, lê ji ber go ew ji terefê xwe dide, Ew (Xwe-da) ye.



23.11.2020 02:44 | zîzo

49. gorî îslamê zayenda xwedê tune ye. anku xwedê ne mê ye ne nêr e. lê gorî rêzimana kurmancî xwedê nêr e.

herwiha di îngilîzî de jî ji bo "god(xwedê)" dibêjin "he(ew, lê nêr)"



20.01.2021 15:55 ~2021.01.21 12:12 | keyomerd

50. Xwedê ne mê ye nejî nêre.
Rêzimana Kurdî wî tê bikaranîn.
Wî gelo tenê mana nêr tê manê? Gorî min ne nêr tenê ye. Mirov testên din jî dibêje wî. Ew nayê wê wateyê ku "wî" nêr be.
Minak bidim
Navê wî fîlmî ciye?
Her wuha jî ne wateya nêr tenê ye. Zimanê me ne ecêbe. Pir mantiqî ye.



21.01.2021 00:57 | dilreş

51. Dema ku ez piçûk bûm min digot wey mêrekî zehv mezin ê bi fayke ye. Faykê wî jî bi tame tameyî bû li ber çevê min. û rengê faykê wî jî şîn û reşê vekirî bû...



21.01.2021 01:38 | bûtîmar

52. ne wekî bi gelemperî tê gotin û bawerkirin ji xwe+dan'ê tê. ji xwe+taw'ê tê. taw hevreha tava kurmancî û twanîna (karîn, şiyan) soranî ye. anku yê xweberê ditwane, dikare, dişê biafirîne. ji vir jî tê têgihiştin ku berî ku zimanê kurdî bi zaravayan lêk ve bibe, me kurmancan jî ji devla karînê twanîn bi kar tanî. piştî zarava derketine, twanîn li ba soranan maye û kurmanc jî ew ji dest daye û karîn û şiyan bi kar aniye. helbet ez ne zimannas im û ev tenê teoriya min e, dibe ku ne rast be jî. lê xwe+taw rast e wîkîferheng jî wisa dibêje.



21.01.2021 12:23 | keyomerd

53. Di gelek zimanên îranî de ji du kiteyên eslî pêk tê: xod+dan. di farisî de wek xoda tê telafûzkirin û li gor ilmê etîmolojiyê xoda rasterast bi kurmancî xwedan e. Weka li jorê jî hatî gotin xod; xwe, dan; kinbûna twanîn û tevanesten (karîn, şiyan) e. serencam ji van peyvik û qertefan jî xwetwan (xwedan) çêbûye. bi erebî dikarin bêjin malik an melîk.

Aqilê mirovan eynî dixebite ereb ji bo xwedê/îlah di wateya xwedanê her tiştî de dibêjin malik'ul milk. hetta di îngilîzkî de jî dibêjin lord ango dîsa xwedan.


- adonîs/130999

- adonay/131009

- odin/131002



21.01.2021 16:45 ~2021.09.10 04:18 | ezcan

54. afirînerek heye. koka her tiştî. kaniya jiyanê. destpêkek. û dawiyek.

jixwe em jiyan û mirinê di jiyana xwe de dijîn, yanî destpêk û dawîbûn.. erê, em Xwedê nabînin. em evîn, azadî, aramî, bextewarî jî nabînin, em van tiştan hîs dikin û dijîn, tenê ji ber ku em nikarin reng û şikilên wan bibînin an jî dest bidin naye we watê ku ev tişt tune ne? Û bi baldarî: ji bo her mirov hîs cûda tê hîskirin.
Lewma: her gel, civak xwedayek ji xwe re diafirîne. her kes xwedayê xwe li gor xwe/ gelê xwe çêdike.

hinek ser Xweda heqaretê dikin. an jî bi navê xwedê pûtperestî (sed caran gotinek - yanî tiştên beredayî) dikin.. hinek henekê xwe bi wî dikin. hinek jê ditirsin. hinek jê hez dikin... ji bo hineka Xweda ereb e, ji bo hineka jî biyanî ye.. (bnr: hûn bi çi zimanî bi xweda diaxivin)?! (Belam ê ateîst jî bêguman bangî wî dikin dema ku dikevin tengasiye...)

Xwedê bê zayend e. Navên "wî": Rastî, evîn, Aştî, azadî, Afirîner, dilovan, .......



05.04.2024 21:06 ~2024.04.10 14:07 | keloş

55. Di erebî de bi cînavên nêr tê îfadekirin. Wek cînavê "Hu". Lê belê Xwedayê mezin ne nêr û ne jî mê ye. Tenê di vî warî de jî erebî zimanekî netemam e. Loma jî gotina "Erebî zimanê bihuştê ye" li gorî min xelet xuya dike.



06.04.2024 10:06 | cinorek

56. Têgeha ku piştî pêkhatina şêyana bîr û hizirkirina mirovan heta îro rêwitiyê li gel mirovan dike. Bi awayên cûr bi cûr. Dema zarok bûm min digot qey xweda mêrek e û her tim li ser ewran nimêjê dike.:d



07.04.2024 02:46 ~02:47 | bayê xerbî

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwedê

Kategoriyên mijarê:: oldin felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî