46. Hevalekî min a xrîstiyan vê peyvê wiha ji min re şîrove kiribû. Digot peyva Xweda, ji - xwe - da yê tê ango xrîstiyan gelemperî heta %98 bawerî teslîs ê dikin. Yên ku bawerî teslîsê dikin dibêjin bavê me yên asîmana, Îsa û gihana pîroz dibe yek xweda û ew her yek jî bi xwe tiştek in. Ango Îsa jî bav jî gihana pîroz (ruhul kudus) xweda ne. Û bi wan Îsa ji bo gunehên mirovatîyê efû bike jiyana xwe li ser xaçê da. Ev hevalê min û kurdên mesîhî jî vê peyvê wiha şîrove dikin û dibêje peyva xweda ji vir hatiye. Ecêb * |
|
30.07.2020 23:22 ~23:23 |
yûsiv
![]() |
47. peyva xwedê li gor ola mesihiyan îsa mesîh e. încîla yûhenna bi vê ayetê dest pê dike: "di destpêkê da peyv hebû. peyv bi xwedê ra bû û peyv bi xwe xwedê bû." |
|
22.11.2020 20:23 |
heyf
![]() |
48. Bi Kurdî "Xweda", tê wateya ewê kû, |
|
23.11.2020 02:44 |
zîzo
![]() |
49. gorî îslamê zayenda xwedê tune ye. anku xwedê ne mê ye ne nêr e. lê gorî rêzimana kurmancî xwedê nêr e. |
|
20.01.2021 15:55 ~2021.01.21 12:12 |
keyomerd
![]() |
50. Xwedê ne mê ye nejî nêre. |
|
21.01.2021 00:57 |
dilreş
![]() |
51. Dema ku ez piçûk bûm min digot wey mêrekî zehv mezin ê bi fayke ye. Faykê wî jî bi tame tameyî bû li ber çevê min. û rengê faykê wî jî şîn û reşê vekirî bû... |
|
21.01.2021 01:38 |
bûtîmar
![]() |
52. ne wekî bi gelemperî tê gotin û bawerkirin ji xwe+dan'ê tê. ji xwe+taw'ê tê. taw hevreha tava kurmancî û twanîna (karîn, şiyan) soranî ye. anku yê xweberê ditwane, dikare, dişê biafirîne. ji vir jî tê têgihiştin ku berî ku zimanê kurdî bi zaravayan lêk ve bibe, me kurmancan jî ji devla karînê twanîn bi kar tanî. piştî zarava derketine, twanîn li ba soranan maye û kurmanc jî ew ji dest daye û karîn û şiyan bi kar aniye. helbet ez ne zimannas im û ev tenê teoriya min e, dibe ku ne rast be jî. lê xwe+taw rast e wîkîferheng jî wisa dibêje. |
|
21.01.2021 12:23 |
keyomerd
![]() |
53. Di gelek zimanên îranî de ji du kiteyên eslî pêk tê: xod+dan. di farisî de wek xoda tê telafûzkirin û li gor ilmê etîmolojiyê xoda rasterast bi kurmancî xwedan e. Weka li jorê jî hatî gotin xod; xwe, dan; kinbûna twanîn û tevanesten (karîn, şiyan) e. serencam ji van peyvik û qertefan jî xwetwan (xwedan) çêbûye. bi erebî dikarin bêjin malik an melîk. |
|
21.01.2021 16:45 ~2021.09.10 04:18 |
ezcan
|
54. afirînerek heye. koka her tiştî. kaniya jiyanê. destpêkek. û dawiyek. |
|
05.04.2024 21:06 ~2024.04.10 14:07 |
keloş
![]() |
55. Di erebî de bi cînavên nêr tê îfadekirin. Wek cînavê "Hu". Lê belê Xwedayê mezin ne nêr û ne jî mê ye. Tenê di vî warî de jî erebî zimanekî netemam e. Loma jî gotina "Erebî zimanê bihuştê ye" li gorî min xelet xuya dike. |
|
06.04.2024 10:06 |
cinorek
![]() |
56. Têgeha ku piştî pêkhatina şêyana bîr û hizirkirina mirovan heta îro rêwitiyê li gel mirovan dike. Bi awayên cûr bi cûr. Dema zarok bûm min digot qey xweda mêrek e û her tim li ser ewran nimêjê dike.:d |
|
07.04.2024 02:46 ~02:47 |
bayê xerbî
![]() |
![]() |
teîzm û dînên heyî [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |