Ferhenga înteraktîf
îstatîstîkên tirşikê
(17) (0) (17)
di mijarê de bigere
tirşik-îstatîstîkên tirşikê

49. jixwe di rûpela tirsik>yên din>îstatîstîk Here lînkêê de tê parvekirin.
li wir hejmara mijar û peyamên hefteyê, mehê û salê hene. her wiha rêzeya jin/mêran û û gelek agahiyên din hene.
heta mirov dikare ji profîla nivîskaran, performansa nivîskaran jî wek grafîk bibîne.



05.02.2020 22:19 | simurg56

50. hejmara mijar û peyamên 2020an Ji niha ve hejmara 2017an û 2018an bihurandine.*

Bi hatina endamên nû, bawer û hêvidar im ku wê 2020 bibe sala tirşikê her çiqas salek xirab bibe jî.



02.05.2020 02:41 | xelîl

51. Rewşa îstatîstîkê berî kampanyaya danasîne û yên piştî kampanyaya danasînê;

30.04.2020

hejmara çomezan :1169

hejmara nivîskaran : 1131

hejmara peyaman : 116.085

hejmara mijaran : 31.028

02.05.2020 dor seat 3:10

hejmara çomezan :1204

hejmara nivîskaran : 1140

hejmara peyaman : 116.322

hejmara mijaran : 31.045

li gorî vê rewşê;
33 çomez
9 nivîskarên nû hene

seat xweş *



02.05.2020 03:12 ~03:16 | merwano

52. Hejmara peyam û mijarên 2020 niha ji salên 2017, 2018, 2019 bihurandine. Ger îstatîstîk wisa bidomin hejmarên peyaman wê bigihêjin sala 2013. Here lînkê



24.05.2020 23:40 | kajav

53. hejmara peyaman îsal, daye zora sala 2017, 2018 û ya 2019an.
bi xêra korona, ji ber ku her kes di mal de çikeha ne *
û bi xêra min jsjsjs

henek li aliyekî, ez bawerim emê zora sala 2014an jî bin *
ji xwe hê em di nîviyê salê de ne.



31.05.2020 12:30 | merwano

54. ez tevlî vê peyamê îstatîstîkên tirşikê/124481û zêdetirê wê jî dibim. Vê vîrûsê hinek jî bi domiya merwano wisa di milê minda bûya meyê zora sedsalek bi bira, lê nebixêr wa dîsa kar vedibin hêdî hêdî îro çend roje jixwe şîro bi kar îmana min qetand hingî ji halketime û ji bêwextiyê bûye ez nikarim herim tevî jina xwe razêm : ) xwedê jê xweş be nexweş be êdî ew zane ez jêre dihêlim.



31.05.2020 23:00 ~23:00 | shorbevan

55. Gorê îstatîstîkên tirşikê ew peyama doh ji bo xatirxwastinê hatibû nivisin bûye peyama herî zêde têr reşşik.
tirsik.net/129199



14.12.2020 15:50 | cinorek

56. (bnr: Êdî bila kes xatir ji tirşikê nexwazê) *



14.12.2020 16:51 ~19:29 | merwano

57. encamê 1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê:

berî kampanyayê 1ê gulanê seat: 16:22
hejmara nivîskaran: 1216
hejmara çomezan: 1445
hejmara bikarhêneran: 2661

piştî kampanyyaê 2ê gulanê seat 16:09
hejmara nivîskaran: 1224
hejmara çomezan: 1470
hejmara bikarhêneran: 2694

li gorî vê rewşê;
35 çomez
8 nivîskarên nû hene


encamê sala din: 33 çomez û 9 nivîskar bûn.
bnr: Here lînkê



02.05.2021 14:09 ~14:10 | merwano

58. Here lînkê


weke di vir de jî dixuye, me îsal nekariye bigihêjin par û wê performansa par nivîskarên nû beşdar bibûn derxistin holê, îsal bi av û robarên nû nehatiye xurtkirin. bi kurtasî companî îsal biçûk bu lê marjînal mezin bû.



15.10.2021 16:28 | tîrêj zana 21

59. -li gorî sîstemê yên ku ev 24 seetên dawîn de têketinê tirşikê kirine bi tenêka ev 4 nivîskar in:
>merivekirind
>ciwanzêr
>cinorek
>pirtûkhez

(bnr: tiştên ku mirovî xemgîn dikin)



02.09.2023 22:57 | blabla

60. Bala min kişand ku di van rojên dawî de hejmara nivîskar û peyaman li ser tirşikê her ku diçe zêde dibe. Jixwe Leyla Zana jî vegeriya. Gelo yoxse her tişt dest pê dike wekî 10 sal berê baş be?



13.04.2024 13:22 | elaziz izzetpasa camii

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» îstatîstîkên google ên acêp
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî