Ferhenga înteraktîf
rudaw tv
(7) (11) (5)
di mijarê de bigere
tirşik-rudaw tv

26. qanaleke bi teşqele ye, serê gavê dev diavêje pkkê.



23.11.2013 23:09 | rojgar

27. kanala ku nizanim ji ber çi nûçegihanên wê dema di dawiya nÛçeyên xwe de navê xwe û navê rudawê dibêjin xwe wiha dişidînin.. tê bêjî qey hemû esker in û li hemberî fermandarên xwe tekmîlê didin..



28.12.2013 07:11 | endazer


29. televizyoneke bi du zaravaya kurmancî - soranî weşanê dike. Qaliteya deng û rengan pir baş e Weşana wê hdye. Qanal aligirê barzanî ye û dijberî pkkê ye. anchormen ê xeberên kurmancî dilbixwîn daraye. bi Kurmancîyeke têkûz û biteql nuçeyan pêşkêş dike. "Beden dili"ya wî jî ne xerab e. dîsa min bihîst ku gulistan perwer jî di Rudawê de bernamekê amade dike, mêhvanekî wê jî şivan perwer bû.



28.12.2013 15:38 | seydayê_peyvan

30. tê îddia kirin ku ji alîyê sixûr a tirkîyê hatîye damezrandin.



28.12.2013 17:53 | fırat evdal

31. li gorî min televizyona kurdî ya herî bi rêk û pêK E. Fikra çi be bila be. lê jiber ku kurdistanî ye ev televizyon bala min pir dikişîne. xwezî televizyonên me hemÛ bi vi avayî nûjen(modern) bûya



28.12.2013 20:18 | bakur-başûr

32. kanalek jı hewlerê weşanê dike.yek ji televîzyonên kurdî ya herî baş e.weşana tv yê hinek alîgirê barzanî ye.lê ez dîsa jî gelek temaşe dikim.ji bo min ferq nake alîgirê kê be.weşana wê gelek baş e u hd ye.bi serbilindî dikarim bibêjîm kanala kurdî ye.ji wan tv yên din ên tewşo meyşo gelek baştir e.înş wê baştir jî bibe.serkeftin ji wan re.



08.01.2014 18:59 | feqiyêteyran

33. http://ku.firatajans.com/news/rojane/ruye-res-ci-hewceyi-teniye-ye-rudaw-amed-dicle.htm#.UtvEHS3_r2V.twitter



19.01.2014 18:39 | feqiyêteyran

34. televîzyona rexneyên amed dîcle heq kiriye ye.

wê rojê min guhdarî nûçeyên derbarê rojavayê de dikir. nûçeyek derket di vê qenalê de ku ez gelek aciz kirim.

2 keç tevlî ypgê kiribû û rudawê vê nûçeyê weke "2 keç ji aliyê ypgê ve hat revandin" da. paşê çima venexwendina kurdan a li cenev-2ê qewimî û nizanim çi . ji ber ku hûn gelek welatparêz û gelek yekîtîhez û gelek kurdistanî ne lewma



20.01.2014 14:18 | brusk56

35. eW KANAL E KU DİBÊJE Jİ BER PRENSÎBÊN ROJNAMEVANİYÊ EM NİKARİN Jİ ŞERVANÊN yPG'Ê YÊN Dİ ŞER DE JİYANA XWE Jİ DEST DANE BÊJİN ŞEHİD.eNDAMÊN daİŞÊ Û YÊN YPG HER DU Jî Jİ BO WAN YEK E Tİ FERQî di nav van de nîn e.

Di amîdakurd.com'ê de nivîsekê de wisa behsê dike.

http://tinyurl.com/owmqpbw



Mesela “Qetlîam Nîn e”yê



Yek jî mijara li ser Rojava derbarê qetliamên li Til Hasil û Til Eranê de ye. Rûdaw TV diyar kiribû ku li deverên YPG behs dike qetliam û komkujî nîn e. ...... Û tişta dî ya ecêb, Rûdawa ku dixwast bêje li Til Eranê qetliam nîn e di nûçeya xwe ya vidyoyî ya bi sernavê “Kurdên rojava behsa komkujiya Til Eran û Til Hasil dikin” xwe û KurdWatchê bi destê xwe derewîn derdixe ku li wê nûçeya vidyoyî de rastiyên qetliamê tên vegotin.(1) Bi van delîl, şahid û bûyerên qewimî hekî hêj pirsên “ka qetliam heye an nîn e” hebin êdî tiştek namîne mirov bikaribe li ser bêje.



1-Nûçeya Rûdawê ya derbarê Til Eranê: http://tinyurl.com/neadwlr



20.01.2014 17:01 | cekdar

36. ger kanala ku bi zimanê ingilizÎ jî ava bikin ew Ê bibe mina al jazeera ye.

ez wÊ rûşenÎyÊ dibinim ji rudawÊ. btw car caran hinek video-nuçeyÊn ingilizÎ jÎ çêdikin.

ew dive bibe amadekirina kanalÊ ye.

http://rudaw.net/english/world/28012014



29.01.2014 15:36 | cinorek

37. gava ku hemÛ hÊvÎyên me têkçûn, belkÎ ew me ji nû ve giyandar bike.

ew kanala ku 2 parlementerÊn meclÎsa tirk bi kurdÎ dide axaftin.

ev şoreşek e.

di programa 2 ali de “parlamenterê bdpê esat canan û parlamenterê berê yê AKPê abdurrahman kurd

http://rudaw.net/kurmanci/onair/tv/episodes/episode/2ali05022014muh



12.02.2014 18:35 | cinorek

38. hindî teqlîda bbc dikin hema ji qestî navê qenatî ne kirîne bbc kurdish.

(bnr: dinya nedîtî)



26.02.2014 16:51 | dastanekkevin

39. televîzyona ku vêga encamên hilbijartina heremî ya tirkiyê, zindî dide.

(bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)



30.03.2014 19:13 | simurg56

40. tvya hilbijartinan ji nuçe tv xweştir pêşkêş dike. (bnr: heyf ji hinan re)



30.03.2014 22:13 | azadixwaz

41. vêga nûçegihana wê ya ji stembolê bal dikişÎne û dil dibijîne ser xwe.. *



30.03.2014 22:20 | endazer

42. qenala ku spîkerên kevin ên roj tv, dilbixwîn dara û hêvîdar zana standiye û nûçeyan li wan dide pêşkêş kirin. herdû jî ew qas xweşik diaxive ku mirov ji kurmanciyê hez dike. herdû jî, ne ji mehmet ali birand ê rehmetî an jî ji banu guven ne kêmtir e. axaftina wan gelek herîkbar e.



lê divê rudaw dev ji tirkiyê berde. ma te ji xwel meseleyên tirkan e. qey kurdistana başûr eyaletekî tirkiyê ye.

mesela, bernameyekî wan heye. li stenbolê tê çêkirin. keçika spîker rojnameyên tirkan dixwîne û piştre jî dîmenên stenbolê diherike felan. wê rojê min bir ser rudaw'e û min hew nêrî keçik rojnameya tirkiyeyê dixwîne. yanê bi min ev ne tiştek rast e. bila ferka wan ji trt6ê hebe. ji xwe gelê kurdistana başûr zêde evîndarê tirkan e, bi vî awayî zêdetir jî dibe.



22.06.2014 11:12 | brusk56

43. tesbîtên brusk56 rast in, ez kengî qanala hanê vekim, nûçeya ku pêrgî wê têm, di derheqê de rûdan û bûyeran li tirkiyeyê qewîmîne ne. mariv dibê qey atv ye lê tenê ziman cuda ye



22.06.2014 13:34 | ferhenga şikestî

44. (bnr: rûneş tv)



22.06.2014 16:07 | gernasnenas

45. temam zimanê wan û weşana wan xweş e fîlan lê êdî eleqaya xwe ya ji bo tirkiyê fîşal dikin. min îro li nûçeyên şevê ya vê qenalê temaşe kir, willeh û billeh bêhenek dibêjim herî kêm %70-80ê nûçeyan di derbarê tiekiyê de bû. temam bila ji tirkiyê jî nûçe bidin ji ber ku cîranek girîng e. lê me çi ji lehiya stenbolê, pira sêyemîn û mûzeyeke ki li stenbolê vebûye, ye?



21.07.2014 00:48 | simurg56

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» rudaw english

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî