Ferhenga înteraktîf
gotinên dayikan
(21) (1) (7)
di mijarê de bigere
tirşik-gotinên dayikan

119. Qurbana zarê xelkê bî

Tira pelagoşka zarên min daye.

Ez zarê xelkê dinhêrim û dizvirim li zarên xwe dinhêrim , çi dizanim...



01.02.2020 16:40 | brzn

120. min îro yeka nipûnû bihîst:

- hişyarê xwe hebe kurê min li stenbolê nebe qorona. *))

- temam dayê.:/



19.03.2020 00:37 | xelîl

121. Qencî pere nakê.



19.03.2020 19:50 | lonw karda

122. Zarokê xelkê werê ne filan û bêvan. Hingî dêya min werê got êdî xwebawerîya min têkçûbû. Bera berawirdkirin bandoreke neyînî li zarokan dike. Divê jinên Kurd jî bixwînin çimkî ewê zarokên pêşerojê mezin bikin.



19.03.2020 20:16 | xabûrî

123. "hêsîrek jî ji çavên kor bê, bes e."



20.03.2020 03:20 | lehî baranyan

124. "ji bavê te zêde ye"
"çalingên te bikim qûna bavê te"
"kerbav"



06.04.2020 00:46 | afa

125. hinekî maqûl be kurê min
boş boş xeber nede kurê min



06.04.2020 01:09 | bedirxan

126. Welleh te emrê min xwar!
Ma tu biçuk î? Niha ez jinekê ji te re bînim tu na bêjî na!
Hey jîn kurtê jîn kurt!
Welleh tu guh şor î û xus î!



06.04.2020 01:13 ~01:27 | de facto hozan

127. xwedê goştê berha nêr daye ji kêrê re



06.04.2020 23:31 | brzn

128. Keça xelqê çi ji cîya xwe re dikin lê tu?



06.04.2020 23:34 | pirtûkbihûşt

129. Pêşî îman quran paşê tendurîstî û malbat û zaro zêrç tê. (gotinek dayika min e.)
Dema ku wisa dibêje ez dibêjim dayê pêşî kurd û kurdistan dû re îman û quran nizam çik: ) )



09.04.2020 23:33 | brzn

130. dema ji mal derkevim dibê;

oxir be
tejî li dû gur be
têrxwarina te li vir be.



10.04.2020 00:21 | roberz

131. piçik piçik heta kuçik...
piçik = hindik
kuçik= cîhê ku derdorê wî keviran ve hatiye girtin û nav de agir dişixulînin.Li ser vî jî xurek ,xwarin tên çêkirin.



13.04.2020 17:17 | brzn

132. wey la qirikê û qijikê, mala min, ez gorî, serheşê, serreşê,



13.04.2020 17:46 | soryazyus

133. de rebbê alemê qeza û bela ji te dûr bike hey ez gorî



13.04.2020 20:49 | lîfikê firaxê

134. Gurçika min
Ronahiya herdû çavên min



13.04.2020 20:54 | afa

135. xwedê heşra min tevê heşra te neke



19.04.2020 13:35 | brzn

136. Got ew çi ye tu diçînî ? Got ka bise , min çinî tu yê bibînî.



05.05.2020 21:43 | brzn

137. Gotinên dayîka min bi rastî jî gotine wêda nifir bûn. Pirî caran topa saddam li ser kezeba min xistîye min di gola bê av da mirar kirîye.



06.05.2020 00:21 | gerokizm

138. Çar dîwaro eyb veşaro - Heke devdorê mirov girtîbe kes pê nahise te çi gotiye lê heke girtîne be her kes dikare bibihîse te çi gotiye : )



19.05.2020 13:56 ~13:58 | brzn

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên gunehkar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî