Ferhenga înteraktîf
gotinên dayikan
(21) (1) (7)
di mijarê de bigere
tirşik-gotinên dayikan

139. Şekaleka min ji rûwê te hebana tu carî nediqetiya



19.05.2020 18:44 | azad517

140. "Kesk û sor li mala me, mehr û mişk li mala te."
Min vê gotinê duh ji diya bihîst cara yekem.
Tê çi wateyê, daxwaza wê çi bû nizanim.



22.05.2020 01:23 | rotê şevê

141. Ne yê şîna ye ne jî ya dawetan (dîlan).
Kesên ku ne dizanin biçin serxweşiyan ne jî biçin dîlanan re tê gotin.



27.05.2020 16:53 | brzn

142. Çiyê me tevêhev e.
Gotineke dayika min a herî navdar e.
Dema ku dibêjim dayê , navbera te vî kesî çawa ye anku ku bi hêrs be ji yekî re dibêje "Çiyê me tevêhev e." Yanî tu pirsgirîka me nîne.
Ez jî dibêjim dayê ma îlim divê tiştek we tevêhev be (şirîkayî ,bazirganiya bi hev re dibêje.)
Ew jî dibêje erê , tiştek me tevêhev ne be , wê çima navbera me de pirsgirîk hebe.



27.05.2020 17:00 | brzn

143. -lawê xelkê tiyara bê mazot difirîne
-bila bêhna zilaman ji we bê
-ê wek te niha zewicîbû du zarokên wî hebûn (dayê ez hîn 18 salî me tu çi ji min dixwazî * )



20.12.2020 08:58 | keyomerd

144. -dayê şîv çi ye
+xwedê çi qismet kiribe
-xwedê çi qismet kiriye dayê
+jê bipirse



20.12.2020 09:05 | keyomerd

145. ê xelqê bi ser heyvê ketin ê me jî man ker.



20.12.2020 11:25 | shwinsherm

147. Min nezanîbû di bin kîjan mijarê de vekim û min li vir vekir* ev peyva, biwêja an xweşgotina ne ji aliyê dêya min lê ji aliyê bavê min hate gotin. Min gelek caran ji dêya xwe û pîrika xwe jî bihîstiye. Hevok ev e:
"Taya te be mirina min be!"


Gelek caran ji aliyê dê û bavan ango hezkirogan tê bi kar anîn. Di wateya bila tiştê dê bi ser te de tê bila bêye serê min û neyê ser te. Ez çûm rojên berê dîsa*



10.07.2021 23:49 ~23:52 | rizgarm

148. Gotinek dîya min heye ku ev gotin heke ez ne şaş bim digihê bûyerek kevn ku li gûndê me de qewimîye. Dîya min piranî gava ku me doza pere an jî tiştên din lê dikir, me feqîrê dibehecand dikir.
+Yadê?
- Hê, mama bi qûrbana te?
+ Yadê, filan tiştî divêm!
- Tunne ye dada min, ji kû bînim?
+ Tu divê peyde bike!!
Li vir dîya min li min vedigerîne:
"Heçî got; bavê te ji niyaza mir, rebeno ma palûlek jî tunnebû te danîba li ber?
Tunne ye law, tunne ye te di ca min n****yo
"
Nîşe:
Ev dîyalog bi gelek kombînasyonan dûbare bûye...



01.08.2021 22:05 ~22:06 | pîroz

149. (bnr: we tijî mêlaka min xwîn kir)



14.06.2022 01:28 | evcebarê pirê

150. Qala Xizaniyê bibe her tim vê gotinê dike tunebûn reş e, gewr e?

Anku mirov çawa pênaseyê tunebûnê/xizaniyê bike ?



20.06.2022 20:29 ~2023.01.12 00:01 | navîgiranmezelîwêran

151. Qîza xalê
Lawê metê
Şekirê nav kaxitê



21.06.2022 22:07 | xemakê

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên te ji zikê min naçin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî