Ferhenga înteraktîf
pirsên pir tên kirin
(12) (3) (36)
di mijarê de bigere
tirşik-pirsên pir tên kirin

63. bişkojka raydanê weke " : ) " û ":( " bû. niha bû "reşşik" û "çeppik"



17.08.2013 22:59 | simurg56

65. pirs: bin rûpelê de peyamên ku dawin hatiye rey dan, ne diyare ku rey reşşik e an jî çeppik e.dê çawa bêzanîn?



bersiv: ez jî nizanim.*



18.08.2013 22:52 | simurg56

66. dema mirov tiştekî di tirşikê de sosyal medyayê de parve dike hê jî di bin lînka tirşikê de logoya egesözlükê dixweye mixabin.. yanî pirs û pirsgirêka min a berê çareser nebûye mixabin..



21.08.2013 14:21 | endazer

67. li benda mayîna dawiya vê mehê belkî vAN PİRSGİRÊKAN ÇARESER BİKE.*



21.08.2013 18:55 | simurg56

69. bişkoka "kul û derd" qey naşixule?



22.08.2013 23:35 | bayesar

70. pirs: bişkoka "kul û derd" qey naşixule?



bersiv: em hêvî dikin roja 26.08.2013ê bi berbanga sibehê re dest bi şixulê bike. lê erê niha naxebite.



22.08.2013 23:54 | simurg56

71. nizam çima lê îro çiqas pê li mijarekê bikim jî mijara heyî nû dibe û mijara ez dixwazim nayê.



31.08.2013 13:36 | azadixwaz

72. pirs: nizam çima lê îro çiqas pê li mijarekê bikim jî mijara heyî nû dibe û mijara ez dixwazim nayê.



bersiv: dema mirov li mijarekê bitike mijara heyî eslê xwe de nû nabe, tenê ji bo barkirina mijara nû amadekariyek çêdibe û ger li bendê werin mayîn, nava 1-2 saniyeyan de mijara nû bar dibe.



31.08.2013 13:45 | simurg56

73. rast e piraniya caran weke hatî bersivdayîn çêdibe lê carna jî qet mijara tê xwestin nayê.



31.08.2013 13:47 | azadixwaz

74. dîsa logoya egesözlükê raserî tirşikê çavê xwe ji me re dineqîne.. ma ez bipirsim?



31.08.2013 18:33 | endazer

75. ehmedê xanî dinyak xwedê pirs dike.



31.08.2013 20:36 | înano lo

76. heta mirinê çav lipirskirinê



01.09.2013 01:10 | quto

77. ev mîrata lÎnkên jiderve bilxisus jî yên youtubeê wê kengî dest bi kar bikin gelo?



06.09.2013 15:44 | endazer

78. pirs: ev mîrata lÎnkên jiderve bilxisus jî yên youtubeê wê kengî dest bi kar bikin gelo?



bersiv: tê texmînkirin û di nava 2-3 heftiyan de were çareserkirin.



07.09.2013 00:00 | simurg56

79. pirs: dîsa logoya egesözlük)ê raserî tirşikê çavê xwe ji me re dineqîne.. ma ez bipirsim?

bersiv: pirsgirêk êdî hat çareserkirin



14.10.2013 18:14 | simurg56

81. dema ku mijarên di rojekî de hatine vekirin zêde dibin û di rûpelekî de hilnayên yanî di çend rûpelan de tên nîşandan, ji xeynî rûpela ewil rûpelên din nayên nîşandan

yanî wek nimûne îroj heta vê gavê 41 mijar vebûne û di du rûpelan de tên nîşandan, mijarên di rûpela ewil de ji xwe ji ber xwe de tên nîşandan lê gava ku mirov dixwaze mijarên din ên di rûpela didoyê de jî veke û bixwîne beralîyê mijarên ku duh hatine vekirin dibe..

bavûkalanan gotiye pirs bêeyb in, çima?!



30.12.2013 14:57 | endazer

82. ev pirgirêk herdem çênabe, erê carian weke te hatiye gotin rûpela duh tê nîşandan. wê demê bi tikandina navê tirşikê ya li jor û aliyê çepê, û paşê ji nû ve tiakndina li rûpela duyemîn, pirsgirêkê çareser dike. lê tabî divê em çareseriyek mayînde çêkin.



30.12.2013 19:19 | simurg56

83. eger di nav lînkekî de tîpên kurdî hebin, lînk beralî nabe.. çima?



wek:http://ku.wikipedia.org/wiki/Komkujiya_Helebcey%C3%AA



(ê ya di dawiya helepçeyê de vediguhêze tîp û karakterên ecêb û ew tîp û karakterên ecêb jî di nav lînkê de nayên nîşandan..)



01.01.2014 19:40 | endazer

84. lînkên ku tê de karakterên kurdî (karakterên derveyî latinî) hebin, nayên beralîkirin. ji ber ku eslê xwe de lînkên bi vî awayî xelet in. yanî dema werin jibergirtin, xelet tên jibergirtin.

ji bo ku ev pirsgirên çênebe, mirov dikare servîsên ku lînkan kurt dikin, bi kar bîne.

weke mînak: http://goo.gl



01.01.2014 20:03 | simurg56

85. mobîl versiyon wê kengê bê ?

gelo xebatek heye bo afirandina mobîl versiyonek a tirşikê ?

gelo bernameyek bo androîdê çêkirin tiştek gelek zehmet e an jî ji yekê re dayîn çêkirin gelek bûha ye ?



31.01.2014 01:14 | brusk56

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsên di derheqê tirsik.net'ê
» pirsên klasîk ên berberan
» têneper

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî