Ferhenga înteraktîf
pirsên pir tên kirin
(12) (3) (36)
di mijarê de bigere
tirşik-pirsên pir tên kirin

86. erê xebatek ji bo mobîl versiyonê heye. ji aliyê koderek ve tê amadekirin. eslê xwe de şablona wê jî derketiye holê. lê ji ber ku ne em bixwe çêdikin lê didin çêkirin, em nikarin bibêjin ku wê vê rojê xelas bibe.



31.01.2014 22:33 | simurg56

87. di tirşikê de, dema mirov mijarekî vedike, sîstema tirşikê karakterên kurdî yên wekê ş û ç û ê û î û wek karakterên cuda û bi serê xwe qebûl nake.. wek nimûne; eger di databesa tirşikê de mijara şîr, hatibe vekirin, tu nikarî mijara sîrê vekî.. an eger mijara şergele vebûyî be, tu nikarî mijara şêrgeleyê vekî.. yanî tu vekî jî sîstem ji çengê te re digire û te dibe cem mijara sergeleyê, ez dibêm qey berê jî min ev pirs pirsîbû, lê min kir û nekir bi ser ve nebûm û min dît ku pirsgirêk hîn dewam dike, min go ez cardî bipirsim..??



09.02.2014 19:05 | endazer

88. ez jî şaş bûm ku mijar bi navê şêrgele venedibû. divê were sererastkirin



09.02.2014 19:50 | berxweda

89. pirs: di tirşikê de, dema mirov mijarekî vedike, sîstema tirşikê karakterên kurdî yên wekê ş û ç û ê û î û wek karakterên cuda û bi serê xwe qebûl nake.. wek nimûne; eger di databesa tirşikê de mijara şîr, hatibe vekirin, tu nikarî mijara sîrê vekî.. an eger mijara şergele vebûyî be, tu nikarî mijara şêrgeleyê vekî.. yanî tu vekî jî sîstem ji çengê te re digire û te dibe cem mijara sergeleyê, ez dibêm qey berê jî min ev pirs pirsîbû, lê min kir û nekir bi ser ve nebûm û min dît ku pirsgirêk hîn dewam dike, min go ez cardî bipirsim..?? (endazer)



bersiv: ez jî vê problemê zanim. em ê rojanekirina bê de çareser bikin.



09.02.2014 22:03 | simurg56

90. mirov dikare nivîsên bi çend tîpan li ser dîwarê xwe binivîsin?



bnr: https://www.tirsik.net/a/berxweda/wall



09.02.2014 22:19 | berxweda

91. (bnr: çi difikirî)



09.02.2014 22:30 | biruya hayao miyazaki

92. dema mirov dixwaze tegeka twitterê ya ku bi îşareta # destpê dike di tirşikê de wek mijarekÎ veke, mijareke bênav vedibe.. di bin mjarê de jî du peyamên ku berê ji aliyê du nivîskarên tirşikê ve hatine nivîsandin û paşê hatine jêbirin derdikevin pêşberî mirov, muhtemelen ji ber heman pirsgirêkê..

heçiyê dixwaze pirsgirêkê teyîd bike, dikare pêl tega #hevseldekatliamvar û #tirsiknet ê bike..



têbinî: erê peyamên hatine jêbirin ji aliyê moderasyonê ve tên dîtin û erê eger nivîskarê peyamê bixwaze ew peyamên jêçûyî bên vejandin cardî dikarin qurtek ji ruhê şirîn vexwin..



02.03.2014 01:15 | endazer

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsên bêbersiv
» pirtûka ku nivîskarên tirşikê herî dawî kirîne
» têneper

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî