Ferhenga înteraktîf
î-ya berî y-yê
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere
tirşik-î-ya berî y-yê

23. Kêlîka dî leqayî nivîseke baș hatim. J'xwe fikrê min li ser "-iy parêzî" bû, îda piștî vê nivîsa husein muhammed ya di zimannas.wordpress.com de fikrê min safîtir bû. Kerem bikin...


Em çawa binivîsin: “-iy” yan “-îy-“?

husein muhammed

Diyarî bo kekê hêja Mikael Frölund

Demeke dirêj e ku gengeşeyeke berdewam li ser hindê heye ka gelo gava ku ”y” bê dûv ”î”, ”î” bibe ”i” yan jî ne. Niha di piraniya nivîsîna kurmancî de ”î” berî ”y” wek ”i” tê nivîsîn. Lê dîsa jî dem-bi-dem hin kes serî dijî vî awayê nivîsînê derdixin û daxwaz dikin ku ”divê ’î’ wek xwe bê parastin û neyê guherandin. Yek ji sebebên neguherandina wan ya serekî ew e ku bi texmîna wan hiştina ”î” li berî ”y” wek ”î” hêsantir e û ”lojîktir e”.

Li gor îy-parêzan, divê mirov binivîse: ”çîya, dîyar, jîyan, sîyaset, kirîye, gotîye, xwarîye…”, nenivîse ”çiya, diyar, jiyan, siyaset, kiriye, gotiye, xwariye…”

Gelo îy-parêzî çendî mentiqî û lojîkî ye?

Ka em ji çend nimûneyên hêsan dest pê bikin. Em dizanin ku ”î” di peyvên wek ”diyar/dîyar, jiyan/jîyan” de heye ji ber ku rehê wan ”dî-” (dî-tin) û ”jî-” (jî-n) in. Heke mirov neguherandina ”î” li berî ”y” biparêze, divê mirov bi rastî jî wan peyvan wek ”dîyar, jîyan” binivîse.

Lê heke em daxwaza neguherandina ”î” ya berî ”y” bikin, gelo em ê ji kû bizanin ka di peyva bi maneya devera bilind de bi rastî ”î” heye yan jî ”i”? Anku divê em binivîsin ”çiya” yan jî ”çîya”? Di meseleya ”diyar/dîyar”ê û ”jiyan/jîyan” de rehê peyvê rêber û alîkara me bû di dîtina forma ”rast” de. Lê kî dizane ka di peyva ”çiya/çîya” de eslen ”i” yan jî ”î” hebûye?

Mijareke din jî peyvên ji erebî ne. Li gor îy-parêzan divê em wan wek ”sîyaset, xîyanet, ehlîyet…” binivîsin. Di alfabeya erebî de (hem bi zimanê erebî û hem jî bi alfabeya erebî ya li gor zimanê kurdî yan jî li gor zimanê farisî eyarkirî) ”i” nîne. Lê dîsa jî di wan zimanan de ev peyv ne wek ”sîyaset, xîyanet, ehlîyet” lê wek ”syaset, xyanet, ehlyet” anku سیاسه‌ت، خیانه‌ت، ئه‌هلیه‌ت tên nivîsîn, ne wek “sîyaset, xîyanet, ehlîyet anku سییاسه‌ت، خییانه‌ت، ئه‌هلییه‌ت.

Bi heman awayî, ji ber nebûna ”i” di alfabeya kurdî-erebî de, peyvên xwemalî yên wek ”çiya, diyar, jiyan” wek ”çya, dyar, jyan” (چیا، دیار، ژیان) tên nivîsîn, ne wek ”çîya, dîyar, jîyan” anku چییا، دییار، ژییان. Mirov dikare delîlên vî awayê nivîsînê hema-hema di her nivîsa kurdî ya bi alfabeya kurdî-erebî de bibîne.

Yek ji îy-parêzên dengbilind, Bahoz Baran li destpêka nivîseke[1] xwe dipirse, gelo meseleya ”îy” û ”iy” di alfabeya erebî de çawa ye. Lê ew bi xwe bersiva pirsa xwe nade – belkî bi qest ji ber ku bersivdana wê pirsê dê idiayên wî yên îy-parêziyê pûç kiribûna.

Pirseke din jî ya giring ew e ku heke mirov îy-parêziyê bike, gelo divê mirov binivîse ”hatîye gotîye, kirîye…” yan jî tevî îy-parêziyê jî binivîse ”kiriye, gotiye, xwariye…”?

Îy-parêz di vê meseleyê de ne hevgir in. Bo nimûne, Rozan Hazimê îy-parêz dinivîse ”hatîye, gotîye…”[2] Lê Baran Rizgarê îy-parêz dinivîse ”hatiye, kiriye, gotiye…”[3]

Heke em ”îy” qebûl bikin û li gor reh û rîşên peyvê biçin, em ê bibêjin ku Hozanî xwe şaş kiriye û Rizgarî rast nivîsiye: ”kir-i-ye, got-i-ye, hat-i-ye” rast in ji ber ku heke em forma dema borî ya dûr/çîrok bidin, em ê bibînin ku ”i” di eslê wê de heye, ne ”î”: ”(wî) kir-i-bû, (wî) got-i-bû, (ew) hat-i-bû”, ne ”(wî) kir-î-bû, (wî) got-î-bû, (ew) hat-î-bû”.

Lê dîsa heke em îy-parêz bin, divê mirov binivîse ”(wî) kirr-î-ye, (ew) vegerr-î-ye”, ” (wî) kirr-i-ye, (ew) vegerr-i-ye”, ji ber ku di eslê wan de ”î” heye, ne ”i”, wek ku ji dema borî ya dûr diyar e: ”(wî) kirr-î-bû, (ew) vegerr-î-bû”, ne ”(wî) kirr-i-bû, (ew) vegerr-i-bû”…

Lê ya giring ne ew e ka kê ji îy-parêzan rast û kê jî xelet nivîsiye. Ya giring ew e ku parastina ”îy” sergêjiyeke gelek mezin peyda dike. Kurdînivîsên normal bi taybetî lê heta zimannas jî nikarin herdem bi esehî bizanin ka ”îy” kengî bi rastî di rehê peyvê de heye û divê bê parastin û kengî jî rehê peyvê bi rastî ”iy” e.

Li aliyekî din jî, herdem nivîsîna ”îy” li cihê ”iy” argumenta serekî ya îy-parêzan bi xwe pûç dike: ew doza parastina dengan dikin lê heke mirov herdem binivîse ”îy”, hingê ”iy” bi rastî jî di eslê peyvê de nayê parastin. Heke mirov carinan jî doza nivîsîna ”îy” bike, wek di peyva ”jîyan” de lê li derên din jî doza nivîsîna ”iy” bike, wek di peyva ”gotiye” de, hingê mirov bi temamî serê kurdînivîs û kurdîxwînên normal gêj dike.



05.02.2017 21:05 | gumgumok

24. sernav xelet e, meriv nikare bêje kurdî de, ji ber ku di zazakî û soranî de ev problem tune ye, bi tenê di kurmancî de heye. û rastnivîs hewal!
(bnr: di kurmancî de berî tîpên h û y'ê nenivîsandina tîpa î'yê)

edît: sernav hat sererastkirin



06.02.2017 13:44 | ferhenga şikestî

25. sernav xelet e, asdf û rastnivîs hewal!
(bnr: di kurmancî de berî tîpên "h" û "y"ê nenivîsandina tîpa "î"yê)
(bnr: apostrof)

edît: sernav hat sererastkirin
*



06.02.2017 18:03 | mergehez

26. berê tîpa “y” nivîsandina tîpa “î”

di rêzimanê de dibêje ger tîpa “î” berê tîpa “y” yê were, tîpa “î” diguhere dibe “i”

mînak:
şîyar: ❌
şiyar ✅

dîyar: ❌
diyar: ✅



27.11.2019 00:31 | kajav

27. Nayê nivîsandin...



27.11.2019 10:38 | seryasêdilşûşe

28. qeydeya ku êdî rabûye. ji alîyê kîjan lijneyê ve bû nizanim lê biryarek wisa hatibû standin. ji wê rojê ve ye, min êdî şewqeya wê î'ya reben îade kir.



27.11.2019 20:53 ~20:53 | simurg56

29. lijneya weqfa mezopotamyayê bi biryarekî ev qeyde rakiriye. lê wekî alîgirê bedîrxanî ez vê biryarê qebûl nakim.

di mînakên "çêkirîye, anîye" de dengê î bi eşkere derdikeve lê di "jiyan, diyar" de mirov pêdiviya î-yê nabîne... ez nabînim.

her wiha, tê bibêje qey ev kêm bû...



27.11.2019 21:39 | biruya hayao miyazaki

30. Komxebat guherand edê î dema were pêşîya y'ê nabe i.Li gor min biryarekî rast e.



27.11.2019 22:48 | mêrxasê serhedê

31. qurala ku bi min jî ne pêwîst e. ne hewce ye mirov zimên ev qas tevlihev bike.
lê piştî ku ez ji vê rêzikê haydar bûm êdî nikarim, li dijî wê binivîsim *



27.11.2019 23:20 | brusk56

33. Hine kurd gorî zagona Celadet Elî Bedirxan dinivîsin, yanî "jiyan, viyan, beriya",, hinek jî zagona Celadet Elî Bedirxan piştguh dikin û bi awayê "jîyan, vîyan, berîya" dinivîsin. Birastî min jî berê piştguh dikir ema paşê min bixwe got nivîsa ziman da divê yek zagon hebe, her kes gorî zagona ku bixwe diyar kiriye binivîse wê demê em ti zagona ku Celadet Elî Bedirxan diyar kiriye qebûl nekin



11.10.2022 23:08 ~23:17 | cezmîkurd

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» î-ya berî y-yê
» berîvan turan

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî