Ferhenga înteraktîf
moderasyona tirşikê
(37) (1) (6)
di mijarê de bigere
tirşik-moderasyona tirşikê

28. piştî rojanekirina 2.6.5'ê ya sîstema nû ya tirşikê, nikarin peyaman sererast bikin(sîstema nû ya tirşikê/68223) lê belêêê tiştekî wiha tune ye. her ku bijkoka sererastkirinê hatibe rakirin jî dîsa moderator dikarin peyaman sererast bikin. kîjan peyamê bixwazin dikarin sererast bikin. heta bi awayekî pir hêsan, dikarin vê yekê bikin. ez nabêjim çawa ye, bila heval simurg bixwe çareser bike*



nîşe: heke ku moderatorek 100000000 lîreyî bide min ez ê jê re bibêjim bê çawa çêdibe*



(bnr: her tişt bûye bazirganî)



18.06.2015 21:45 ~21:49 | mergehez

29. moderasyona ku hema hema qet taybetmendiya beralîkirina mijaran bi kar nînin. ji dêvila peyam li binê mijaran binivîsin, divê rasterast mijarê beralî bikin. heke ku armanc hişyarkirin be dikarin peyamekê ji nivîskar re bişîne.



18.06.2015 22:02 | mergehez

30. hinek jê li pey hêleyan in lê çû çû nema tê. bnr: moderasyona tirşikê/70445



18.06.2015 22:17 | simurg56

31. min berê jî ev problem ji simurg56 re pirs kire lê tu deng jê nehatibû.

berê moderatorên tirşikê dikarîbûn entrya tirşikvanan sererast bikirana lê aniha nikarin bikin ya jê ecêbtir dikarin jê bibin, nikarin sererast bikin..

wek moderatorekî jê rîca dikim ku cardî mafê me bide me, please



15.09.2015 00:20 | ferhenga şikestî

32. (bnr: moderatorên nikarin moderasyon bikin)

problema li jor bi rastî giring e. ma mu nekare hinek xeletiyên biçuk jî rast bikin muyê çi bike.



15.09.2015 00:26 | azadixwaz

33. ya rastî jî ew e, ku divê tu kes nikaribe dest tê werde an may di peyamên yekî dî bike, eger ne li gorî formatê be, an tê de dijûn û heqaretên rasterê hebin ji xwe moderator dikare jê bibe, lê dema tu destê xwe li nav peyamê digerînî, tiştinan jê dikujî an lê zêde dikî, hingî ew peyam dibe ya te nabe ya xweyiyê xwe, şûna sererastkirinê, mirov şaşî û kêmiyên tê de bi peyameke taybet ji xweyê peyamê re bêje û binivîse wê çêtir be, bi vî awayî sîstema feedbackê jî wê di tirşikê de bicih bibe, û herkes wê bikaribe kêmî û xeletiyên xwe bibîne û rast bike..



15.09.2015 00:34 | endazer

34. nikarin peyamên xelkê biguherînin.

bi rojanekirina 2.6.5ê, ev hêza wan hatibû rakirin. vaye ravekirina meseleyê ya wê demê: sîstema nû ya tirşikê/68223



dema di tirşikê de di navbera du nivîskaran de şer derkeve û yek ji van kesan moderator be, heye ku îdîayên weke "fîlan moderatorî peyama min guheriye" derkevin holê û wê demê mirov nikare bizane ka kî berx e kî beran e.

loma ger di peyamekê de problemek mezin hebe, moderator dikarin wê peyamê jê bibin. wê demê peyam ji weşanê tê rakirin lê di arşîva tirşikê de dimîne. ger xwediyê peyamê îtîrazê bike, mirov dikare lê binêre û peyamê vegerîne weşanê.



ger di peyaman de xeletiyên gramerî hebin, wê demê mirov dikare vê xeletiyê ragihîne nivîskar da ku peyama xwe rast bike. bi vî awayî çêtir e ji ber ku dihêle nivîskar şaşiyên xwe bibîne.



15.09.2015 14:56 | simurg56

35. ger meriv destê xwe nede qet deng ji wan dernakeve. qet şaşiya sererast nakin. moderatorno ev çi hal e?

neyse hûn şikr bikin ku ferhenga şikestîheye*



14.11.2015 15:45 | ferhenga şikestî

36. Konseya rêveberinê ya tirşikê ye..

Di peyama jor de neheqî li min hatiye kirin. Ûlan ez heta şaşiyên moderatoran sererast dikim hûn çawa dibêjin birêz mergehez tiştekî nake.

Di şerê li hemberî şaşiyan de tenê mergehez hebû ji xêndî wî tu hêzên din tunebûn...



14.11.2015 17:21 | mergehez

37. moderasyona hetanî min jî tevlî refên xwe neke ewê devê wê jî gû dernê û nuqte.



15.11.2015 12:40 | shorbevan

38. moderasyona ku ez ne şaş bim, ji min xwest ku ez jî tev li wan bibim lê min qebûl nekir.

ez dibêjim ne şaş bim ji ber belkî tiştekî din ji min xwestibe.



15.11.2015 12:48 | dijber

39. meriv ji ber bêhntengiyê çend roj nekeve jixwe qet sererastkirina mijaran nabe xema qûna yekî jî..

(bnr: strana adel ê ya mîna strana ahmet kaya)

aniha ewqas medarator hene, ma qet nakeve hêşê we yekî jî rabe vê mijarê sererast bike?



07.12.2015 13:43 | ferhenga şikestî

40. (bnr: kî enayîyê teye?)

moderasyona eger enayî jêre lazimbin min yekî dîtîye em dikarin bi fikirin..

moderasyona bêhenek çima shorbevan nake moderator ew jî dixwaze sernivîsa bi guherîne û eleqeya peyama bi sernivîsa bibire.. an dixwaze çewtîya bike..



07.12.2015 16:58 ~16:59 | shorbevan

42. ez bala xwe didim hîç mijaran sererast nakin
divê her kes karê xwe bike qardaşim ma ev çi îş e gidî?



23.12.2019 01:35 | ferhenga şikestî

43. (bnr: bila moderator endazer were guhertin)



23.12.2019 10:16 | cinorek


45. moderasyona ku hinek ji wan jixwe êdî têketinê jî nakin. ez bixwe hingî rastî xeletîyan werim, wan rast dikim lê carinan çend rojan nikarim têketinê bikim û loma xeletî nakevin ber çavên min.

şok şok şok, vaye ew moderasyona tiral!! Here lînkê



24.12.2019 21:59 | simurg56

46. moderasyona ez jî tê de me lê piştî rewşa vê peyamê hewal/67379 naxwazim peyaman rast bikim. tenê pirr kêm caran sernavan rast dikim.



29.12.2019 23:33 | berxweda

47. Moderasyona hilweşiya ye, kûmişiye. Pirî ji wan nexwiya ne. Deng ji wan dernayê. Bi erka xwe ranabin. Ji xwe tew têketinê jî nakin. Ev rewşa wan valahiya otorîteyê derdixe. Û tirşik bê xwedî xwuya dike. Divê moderator karê xwe bikin an jî nivîskarên aqtîf derbasî moderasyonê bibin, le ez ne tê de.



15.03.2020 15:27 | tîrêj zana 21

48. Niha piraniyê wan aqtîf in. Heya min wan zevt kiriye wan têxim jêpirsînê . Ez bawerim ev serê 1-2 mehe goraniya xwe dane ser weergera fîlma û tirşikandinê îhmal kirine. Lê xwezî tenê tirşikandin bûna, erka xwe yî moderasyonê jî bicîh nayînin. Dibe ku ji ber hewesa wan nemabe jl êdî zêde guh lê nakin lê heke nivîskarên hevdem dîsa werin û bitirşikênin ez bawerim ewê berê wan bikeve tirşikê. Divê kes li benda kesekî din nemîne . Her kes ji aliyê xwe de dest biavêjê.



11.04.2020 23:24 | tîrêj zana 21

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» moderasyona tirşikê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî