Ferhenga înteraktîf
moderasyona tirşikê
(37) (1) (6)
di mijarê de bigere
tirşik-moderasyona tirşikê

49. (bnr: moderasyon ez im tu yî ew e)

wan deran nehêlin bê xwedî. ger moderasyon here endam jî wê herin yek bi yek



11.04.2020 23:29 | de facto hozan

50. divê bê rojanekirin heta li gorî algorîtma çalakbûna di tirşikê de her nivîskar divê bikaribe bibe moderator. Mesele moderatorên demeke dirêj nanivîsin bi awayeke otomatîk divê ji moderasyonê bên avêtin Û di şûna wan de moderatorên nû divê bên teyînkirin. bi vî awayî tirşik wê tim germ bimîne û di hemdê xwe de bipije.



11.04.2020 23:39 | endazer

51. moderator divê her tim mîjarên balkêş li ser bifikirin û civînan bikin dû re her yek 10 mîjaran vebikin.Bi rastî jî pirr ne çalak in.



12.04.2020 00:45 | brzn

52. (bnr: bila cinorek bibe moderator)



12.04.2020 15:16 | bûtîmar

53. (bnr: bila moderator endazer were guhertin)*



12.04.2020 16:08 ~16:08 | xelîl

54. Berê li ser profîla wan wek “moderator e” hişyarî dida Lê niha ev tişt xuya nake. Ji vî grîngtir ev moderatorên tirşikê êdî li wan deran xuya nabin. Rêveberê tirsik.net jî nêzî 9 roj e têketinê nekiriye. Ez dibêm qey çend tirşikvanên nû jî benda erêkirina nivîskariyê ne.



09.07.2020 01:01 | kajav

55. Moderasyona ku piştî vê 01.07.2020 tenzîma medyaya civakî li tirkiyê buyerê yekcarî qels û lawaz bûye. Pirî moderatoran nexuya ne. Pirî ji wan têketinê nakin û gelek ji wan nivîsa xwe ya dawîn çend meh berê nivîsandine. Ya rast divê moderatorên înaktîf ji moderasyonê werin derxistin û endamên jêhatî yên aktîf derbasî moderasyonê bibin. Talî me ewqas bang li moderasyonê kir hama nehatin û negotin va em li virin jî.

Nîşe: ger hûn jî di heman fikrê de bin vê peyamê biecibînin da ku ev mesele bibe weke giştpirsînê û bikeve rojeva moderasyonê. Bawerim heke ji 10 ecibandina bêhtir were vê peyamê, dê moderator û rêveber li ser vê gotinê bifikirin. yan ev moderasyona tirşikê/119953 fikra endazer jî xweş e.



15.10.2020 22:32 | tîrêj zana 21

56. Têketina moderatora ya dawî, awha ye:

Brusk56: 14.12.2020

Azadixwaz: 02.03.2021

Endazer: 27.04.2021

Ceso: 05.07.2020

Mergehezo nançû: 24.11.2017

Xendekî: 11.03.2021

Ferhenga şikestî: 09.11.2020

Berxweda: 02.03.2021

Mergehez: 15.02.2021

Brzn: 28.04.2021

Xeyda: 28.04.2021


(bnr: hilbijartina moderatoran)



29.04.2021 02:11 | tîrêj zana 21


58. Nizanim çima, di nav moderatoran de bala min ev kişand ku bi tenê yek ji wan jine. Hêvî dikim hejmara jinan di nav moderator û rêvebêrtîya tirşikê jî zêde bibe.


bila tîrêj zana 21 bibe moderator
bila merwano bibe admînê hesabê tirşikê



29.04.2021 04:13 | pîroz

59. ên salekê nekeve tirşikê bila moderatoriyan bikeve.



29.04.2021 10:15 | giyanstêr


61. (bnr: bîlal gênc xelîl min aciz neke)



29.04.2021 13:22 | xwelî li ser

62. heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê/138167
Yên wisa jî bûne moderator.
Çi bêkar û betalek



09.12.2021 22:01 | ferhenga şikestî

63. heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê/138167 min xulekek lê mêze kir ku çi hatiye sererastkirin. Lê seyr e ku Heman bû



09.12.2021 22:03 ~22:03 | navîgiranmezelîwêran

64. yên haya wan ji rêzimanê tune ye jî bûne moderator



09.12.2021 22:06 | keyomerd

65. bi rastî kî çima tiştekî wisa kiriye, jixwe heman tişt nivîsandiye.
(bnr: heydê simurg56 vê meseleyê jî rave bike)



09.12.2021 22:10 | merwano

66. (bnr: kampanya)
(bnr: bila her kes moderatorekî xwedî ke)



09.12.2021 22:12 ~22:12 | heval.js

67. Heman tişt nîn e
Min wek heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê nivîsîye
Lê ew wek heta serê min dêşe bila carekê pozê min bêşe 'qaşo' sererast kiriye.
Tam sê car hevoka min guherand.



09.12.2021 22:21 | ferhenga şikestî

68. di xew de ye.
Gellek kes li benda bûna niviskariyê ne.
Tew yek ji wan xwedî dernakeve.



09.09.2023 14:15 | cinorek

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» moderasyona tirşikê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî