1282. @cyaxeres yên yekem çêtir in bi min. lê ji devla rêzoka lêdanan rêzoka stranan çêtir e. |
|
23.10.2021 21:16 |
keyomerd
|
1283. @keyomerd spas |
|
24.10.2021 01:54 |
cyaxares
|
1284. @cyaxares, li ser radyoya tirşikê em weke lêde (play) bikar tinin. Lêder/lêde baştir e. |
|
24.10.2021 09:52 |
cinorek
|
1285. @cinorek min fêm kir spas jixwe min jî di wergerê da lêde bi kar dianî min got dîsa pir bikim |
|
24.10.2021 14:41 ~14:42 |
cyaxares
|
1286. eger berê hatibe nîqaş kirin min biborin. pêşniyara min eve ku di frame a çepê de ne mijarên 24 saetan, herî kêm mijarên 48 saetên dawîn an jî bila hejmarek sabît be û wekî mînak 40 mijarên nû divê bêne nîşan dan. a niha 2 mijar xuya dibin. wiha hîsa valahî û bêdengiyê dide bikarhêneran. ger di têketinê de zêdetir mijar bêne dîtin, asta peyam nivîsandina li mijaran jî wê zêdetir bibe. |
|
27.10.2021 14:00 ~22:39 |
xidiran
|
1287. @xidiran min jî ew pêşniyar kiribû ku şûna 24 saetan mijarên heftê bên sabît kirin. |
|
27.10.2021 16:03 |
cinorek
|
1288. Ez jî tevlî fikrê di vê peyamê: tirşik forûm/137461 de dibim. Tiştên bi zahmetî tên nivîsîn pir zû wenda dibin yaw. Bila Demeke din jî li ber çavan bin baştir e li gorî min. |
|
27.10.2021 17:17 |
xabûrî
|
1289. Ez jî wek heval @xidiran dihizirim û xebera te ye @xabûrî... Bila xwedîyê tirşikê (bnr: simurg56) dengê me bike û vê meselê safî bike .. |
|
27.10.2021 17:53 |
pîroz
|
1290. @cinorek ê madem rêveberî naxwaze tirşik şên û geş be, kêfa wan e. |
|
27.10.2021 19:57 |
xidiran
|
1291. êdî enerjîya berê nemaye. ev dewlet wisa kiriye ku ji xeynî fikirîna debara xwe, tiştekî nekin. ne kêf ne coş ne tiştek. Êdî kurdî di jiyana min de cihek gelek biçûk digre. berîya vê 7 sala û îro didim berhev, mirovekî wekî min ê kurdîhez êdî nikare rojê saetek bide kurdî. |
|
27.10.2021 20:07 |
pênûsa westiyayî
|
1292. Ger bênamûsek ji ekşî sozlukê were û çav li vî halê tirşikê bike, wê here li ekşiyê têr henekê xwe bi vî halê kambax bike. Dê bêje " 50 milyon kurd nikarin ferhengekî aktîf bikin û ji loma dixwazin peyamên kevn jî xwuya bikin". Mixabin rewş ev e. Tirşika me sar bûye, nîvaskarên kevn rêya vir ji bîra kirine, çomez newêrin lê binivîsin, moderator deng û bas ji wan dernayê.... |
|
27.10.2021 20:21 |
tîrêj zana 21
|
1293. pêşniyara @xidiran di cî de ye. ev yek ji pirsgrêka herî mezin a tirşîkê ye. |
|
27.10.2021 20:30 |
şûjin
|
1294. Pêşniyara ji peyam=137461 gelekî baş, divê werê nirxandin |
|
27.10.2021 20:44 |
cyaxares
|
1295. "alozîyên jîyanê bi vexepartina kitekitên efsanewî ve zelal û rave dike." |
|
05.11.2021 16:02 |
keyomerd
|
1296. Gelo kes dizane çima kurmancî di kodkirinê zimanan de wek kmr hatiye naskirin? |
|
05.11.2021 18:15 ~19:52 |
cyaxares
|
1297. kurmanci di standartên iso'yê de wek ku an kur tê nasin. |
|
05.11.2021 18:38 ~18:39 |
heval.js
|
1298. Bo zaravayan pirs dikim ne unite code for Kurdish dazanim ISO639. Ku navê kurte ye bo kurdî, ya dirêj kur, |
|
05.11.2021 19:35 ~19:35 |
cyaxares
|
1299. @keyomerd vexepartin mîna vekolandin e. ango herdu jî wateya hûrnêrîn û tetkîkê didin. xepartin û kolandin weke kokên vexepartin û vekolandinê, têkiliya wan bi çandiniyê ve heye. |
|
05.11.2021 20:06 ~20:08 |
ezcan
|
1300. @ezcan mala te ava. niha min li wîkîyê wek vexepirandinê dît bi heman wateyê. wekî din jî eve ji şkeftên haydrahodahosê bû dîsa spas bo pêşnîyazê * |
|
05.11.2021 21:30 |
keyomerd
|
1301. hevalno gava mirov dibêje "wisa bibîya...". "bibîya" yanî ev daçeka "îya " çawa tê bikar anîn? |
|
06.11.2021 23:44 |
heval.js
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
teîzm û dînên heyî [1] |
|
hînbûna îngilîziyê [2] |