Tirşik-Wêneyek
Kê şand:
Kategorî: Yên Din
Fountain, 1917
Ji bo tirşikê lînka wêneyê:
berhema Marcel Duchamp e ku di warê hunerê de nîqaşeke mezin li ser derdikeve. hunermend avjêrkekê(pîsuar) dikire, imze dike, bermeqlûb dike û dişîne ji pêşangeheke bêjurî re. di wê pêşengehê de ji bo berheman tu şert nîn in lê ji nav 2.125 berheman tenê ya wî naye qebulkirin. piştî vê bûyerê di warê hûnerê de aloziyek derdikeve. ev yek pîvanên hûnerê ango divê çi weke hunerê bê qebulkirin serûbinî dike. pênasekirina hunerê hem ji aliyê teknîkî hem ji aliyê materyalan tev diguherîne. di sala 2004an de Fauntain weke berhema herî bibandor ya sedsala bîstan tê hilbijartin.