kevn kelimesinin kurmancî anlamı

kevn


1. neteze 2. qedîm 3. jibîrbûyî 4. peritî 5. rizyayî *axa, tep davêjin serê û defterên kevn vedikin
(rengdêr) qedîm, dêrîn, mêjîn, ne nû, ne teze, tişta/ê ku ji mêj ve hebûye, tişta/ê ji ku mêj ve çêbûye yan hatiye çêkirin, bikarînayî, tişta/ê ku (pirr) hatiye bikaranîn, tişta/ê ji ber bikaranînê pûç bûye, tişta/ê êdî kêrî bikaranînê nayê, tişta/ê ku tiştekê/î cihê wê/wî girtiye: Qanûna kevn êdî betal e. tişta/ê ku ji mêj ve hatiye dîtin yan hay jê bûn: Ev nûçeyeka kevn e. ya/yê ku ji mêj ve bûye tiştek: Ew dostekê min yê kevn e..
Herwiha: kevin.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: که‌ڤن.
Dijwate: nû.
Bide ber: dêrîn, pîr, qedîm.
Bikaranîn: Lêker: kevn bûn, kevn kirin. Navdêr: kevnbûn, kevnkirin Rengdêr: kevnbûyî, kevnkirîBerhevdan, kevntir, kevntirîn. Biwêj: nû hatin, kevn xelat in.
Bi zaravayên kurdî: kurmancî: kevn, kevin, soranî: kon/کۆن, Kurdiya başûr: kwane, hewramî: kune, zazakî: kihan.
ji: Herwiha kevin, hevreha soranî کۆن/kon, kurdiya başûrî kwane, şahzênî/şêxbizinî köne/kwene, hewramî kune, zazakî kihan, farisî کهنه (kohnê) û کهن (kohen), tacikî кӯҳна (kühne), parsî kfwn, pehlewî khwbn, têkilî ketin (eslen keftin, rehê dema niha -kev-), bi soranî kewtin, zazakî kewten, ji Proto-aryayî kep- ji Proto-hindûewropî kop- (lê dan, pê ketin) ku herwiha serekaniya копать (kolandin) ya rûsî û κόπτω (kopto: lê dan) ya yûnanî ye. Anku kevn eslen ji keftinê peyda bûye yanî tiştê kevn tiştê ji rewacê ketî, bêqîmetbûyî ye. Bo V di kurmancî de hevberî H di farisî de bidin ber kulav. Heman peyv bi rêya farisî ketiye hin zimanên tirkîkî: azerî köhnə, tirkî köhne, tirkmenistanî köne.Çavkanî: Cheung p.234, MacKenzie P.130.
: kevnahî, kevnar, kevnare, kevnatî, kevnayî, kevne-, kevnenas, kevnenasî, kevnenû, kevneperist, kevneperistî, Kevnesovyet, kevneşop, kevneşopî, kevnetorre, kevnî, kevnîtî, kevntî, kêvnar, kêvnare


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver