kitik kelimesinin kurmancî anlamı

kitik


pisîk
(navdêr)bi gelemperî zayendmê, ajelek e dişibe pilingan lê jê biçûktir e û kedî ye û bi dengê miyaw yan mirr bang dike, pisîk û ajelên nêzî wan (wek şêr, piling, panter, leopard, jaguar û hwd).
Herwiha: kit , kitîk, kitk, ketik, kêtik, kêtk, ketîk, ket, ketk.
Hevwate: pisîk, pişîkBi zimanê zarrokan, pişê, pişo.
ji: kit + -ik, ji zimanekî afrîkayî li hemû dinyayê belav bûye: hevreha kelhûrî kite, erebî قط (qiṭ), tirkî kedi, ermenî կատու (katu), yûnanî γάτος (gatos), latînî cattus, inglîzî cat (bixwîne: ket), almanî Katze, fransî chat (bixwîne: şa)... Herwiha peyvên pisîk/pisîng/pişîk yên kurdî jî hevrehên xwe yên navneteweyî hene: soranî پشیله/pişîle, kelhûrî پشی/pişî, belûçî پشی (pişî), farisî پیشی (pîşî), azerî û tirkmenî (tirkmenistanî) pişik, çagatayî پیشیک (pîşîk), romanî pisicã... Dîsa gîvirr (kitikên gir yên kûvî) jî hevrehên xwe di zimanên din yên îranî de hene: soranî گورپه/gurpe (kitikên nêr), belûçî گربگ (gurbeg: kitik), farisî گربه (gorbê: kitik): b ya farisî di kurmancî de gelek caran wek v ye (wek چوبان/çoban şivan). Cihguherîna rb (ya di gorbêde) û vir (ya di gîvirr de) jî bi metatezê: gîrv > gîvirr yan gobrê > gorbê. Herwiha belkî peyva kitik têkilî li gel peyva kedî (kehî, navmalî, ne-kûvî) jî hebe, bi taybetî bide ber hevreha kedi (kitik, pisîk) ya tirkî ku pirr dişibe peyva kedî ya kurdî. Bi heman awayî belkî gîvirr (kitikên kûvî) têkilî peyva kûvî be ku li hin deveran wek kîvî tê gotin..
: kitikane, kitikî. Navê zanistî: Felis catus. Bi soranî: پشیله (pişîle)


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver