tevgera komeke mirovan a ji bo armanceke zagonî an jî derzagonî
(navdêr, mê) komele: rêkxistin, organîzasyon, sazman, teşkîlat, yekîtî, civat, cemiyet, cemaet, sosyete, koma mirovan ya ku bi hev re bo hin armancan dixebite: komeleya nivîskaran, komeleyek kultûrî, Partî û komeleyên kurdan îro xwepêşandanekê saz dikin. Komele: bernavê partiyek komunîst ya Rojhilata Kurdistanê ye. Herwiha: komala, komale, komel, komela. ji: kom + -ele. Bikaranîn: Lêker: komele danîn. Navdêr: komeledanîn. jê: komeleyî
vana beh- sa îmkanên avakirina sendîkayên karkeran, avakirina
komeleyên sos- yal û ekonomî, xebata belediyên û parlamentoyê dikirin.
Kultur û Raman - Şerefxan Cizîrî
divê em
komeleyên mamûr û mamosteyan jî li wan zêde bikin.
Xalê Min Ferîd - Paşa Uzun