kurd kelimesinin kurmancî anlamı

kurd


gelê ku ji Tofanê virdetir li Navçêmkê û doraliyên wê dijî
(navdêr) neteweyê serekî yê Kurdistanê, kesên kurdîziman, kesên zimanê wan yê yekem kurdî ye, kurdistanî, kesên ji neteweyê serekî yê Kurdistanê.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: کورد. Têkilî: kurmanc, soran, hewram, goran, zaza.
Bide ber: ecem, ereb, ermenî, faris, tirk.
ji: Wek navê piraniya miletan, etîmolojiya peyva kurd jî ne bi temamî zelal e. Gelek caran eynî nav li du yan çend komên etnîkî hatiye kirin. Bo nimûne kurmanc/kirmanc ji zaravaya xwe re dibêjin kurmancî/kirmancî û ji dêrsimiyan re dibêjin zaza. Lê dêrsimiyên zaza ji xwe re dibêjin kirmanc û ji kurmancan re dibêjin kirdas! Rûsî ji almanan re dibêjin nêmêts lê ereb ji awistriyan re dibêjin nemsayî ku eynî peyv e! Wisa diyar e ku peyva kurd gelek kevn e: di pehlewî de wek kurt/kwrt hatiye nivîsîn, di sûmerî de kerde, si aramî de qerdu, di yûnaniya kevn de kyrtî... Lê ne diyar e ka mebesta wan peyvan gelê kurd yê niha ye yan jî na. Lê taliyê jî ne diyar e ka maneya wê peyvê çi ye. Lê belkî ji peyva kur (çiya) ya sûmerî be ji ber ku sûmeriyan ji miletên di ser xwe re yên li joriya Mezopotamyayê re, li deverên çiyayî, digot karda.Belkî jiari jiarami jisumeri be..
Bikaranîn: Lêker: kurd kirin. Navdêr: kurdkirin Rengdêr: kurdkirî.
: ( , kurdane, kurdatî, kurdayetî, kurddost, kurddostî, kurdewar, kurdewarî, kurdhez, kurdhezî, Kurdistan, Kurdistanî, kurdî, kurdîaxêv, kurdîaxêvî, kurdîaxiv, kurdîaxivî, kurdînî, kurdîpeyiv, kurdîpeyivî, kurdîtî, kurdîzar, kurdîzarî, kurdîziman, kurdnas, kurdnasî, kurdolog, kurdolojî, Kurdperwer, kurdperwerî, kurdyar, kurdyarî


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver