lîstik kelimesinin kurmancî anlamı

lîstik


1. bazî 2. cergebez 3. govend *“kesê ku têkeve lîstikê, dê milan jî hilde”
(navdêr, mê) yarî, bazî, geme, leb, tişta/ê bo xweşiyê têt kirin, tişta/ê ne jidil anku cidî.
Herwiha: lehîstik lehîztik leyistik leyiztik leyîstik leyîztik leystik leyztik lîztik.
Bide ber: lîstok pêlîstok.
Bikaranîn: Lêkera wê bi giştî lîstin e (bi devokî: leyîstin, lehîstin, leyizîn). Rehê dema niha û ya bê -lîz- e: Ez di-lîz-im, tu di-lîz-î, ew dilîze (devokî dîsa: -leyîz- yan -lehîz-). Wek navdêr bi maneya game yan inglîzî, لعب (leb) ya erebî, oyun ya tirkî û بازی (bazî) ya farisî herî zêde di zimanê nivîskî de lîstik (kêmtir: leyistik, lîsk, leyizok) tên bikaranîn. LÎSTOK carinan bi heman maneyê û hin car jî bi wateya pêlîstok anku amûrên ku mirov (bi taybetî zarok) pê dilîzin hatiye xebitandin (ing. toy, tirkî oyuncak, farisî بازیچه (bazîçe) û erebî لعبة (lube).Herwiha bi taybetî li Başûrê Kurdistanê peyva yarî bi maneya lîstik, yarîk bi wateya pêlîstok û yarî kirin wek sînonîma lîstinê tên bikaranîn. Ew ji peyva yar in ku berê ji bilî maneya dilber, berdilî, destgirtî, evîndar herwiha wateya heval jî dida anku yarî: tiştên ku heval bi hev re dikin.Di peyvên hevdanî/hevedudanî de carinan -bazî ya ji farisî tê xebitandin lê bi giştî ne bi maneya lîstinê zarokan: cambazî, şûrbazî, rimbazî, sihirbazî...Di kurdî de herwiha paşbendika -anê bi wateya lîstikê tê
Bikaranîn: bûkokanê (lîstika bi bûkokan anku bûkên lastîkî), tebelanê (lîstika bi tebelan anku gogên mermerî), şûranê (lîstika bi şûran)...Lîstik û lîstin dikarin hem bo xwemijûlkirinên zarokan û hem jî spor û werzişê jî werin bikaranîn. Lê baştir e ku ew bo berhemên tiyatroyê û sînemayê neyên xebitandin. Bo van şano, piyes bikêrhatîtir in..
ji: lîst + -ik.
: lîstikgeh lîstikvan lîstikvanî


simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver