mal kelimesinin kurmancî anlamı

mal


[I] 1. holik 2. xanî 3. xanûman *“dil meke jina bi mêr, diçe malê û dike ji bîr” [II] 1. serwet 2. milkiyet 3. sermiyanî 4. rastmal *“dibêje: ‘koro bide malê min!’ ew jî dibêje: ‘neyê mala min!’ ” [III] 1. di malperekî de rûpela sereke 2. rûpela aîdî bikarhênerekî
(navdêr, mê) xaniyê ku malbatek tê ve dijî, avahiyê ku aîleyek tê ve dijî: Mala wî sê kîlometre ji vir dûr e. (Cihê ew lê dijî sê km ji vir dûr e.), malbat, ayle, kesên di eynî xanî ve dijîn, binemal, hemî kesên mirov û xizmên hev(navdêr, nêr) maliyet, saman, sermiyan, heyîn, dewlet, dewlemendî, zengînî, serwet, tiştên ku mirov xwedana/ê wan e.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: مال.
Bide ber: al, bal, çal, dal, kal, lal, nal, pal, sal, şal, tal, xal, zalBinere.
Herwiha: maç, mad, mak, mam, maş, mat.
ji: Bi maneya xanî ihtimalen hevreha soranî ماڵ (mał), kurdiya başûrî mał, pehlewî man, farisî (xanû)man, avestayî nmane- ji ??? (dąm) e û hevreha sanskrîtî दम (dáma), rûsî дом, lîtwanî namas, yûnaniya kevn δόμος, latînî domus, ermenî տուն (tun)... hemû ji Proto-hindûewropî dṓm. Bo guherîna n > l bide ber limêj < nimêj û livîn < nivîn. Di peyva xanûman de forma kevnar man hatiye parastin. Belkî hevreha peyva -dav di peyva bindav de. Bi maneya maliyet, eşya ji erebî mal. Bi maneya xanî jî mimkin e ku ji erebî be..
Bikaranîn: Lêker: mal kirin. Navdêr: malkirin Rengdêr: malkirî.
: bêmal, bêmalî, bimal, bimalî, maldar, maldarî, malî, malperist, malperistî


simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver