malmezin kelimesinin kurmancî anlamı

malmezin


xanedan
(rengdêr) (navdêr) sergewer, xanedan, esilzade, arîstokrat, zadegan, tovrind, kesa/ê ji malbatek zengîn yan navdar, endama/ê çîna bilind yan serdest ya civakê, beg, axa, feodal.
ji wêjeyê: Wek belkî hûn dizanin, hebû - û belkî hê jî heye - li bajarê me zelamek bi navê Coppo di Borghese Domenichi, yê ku her kesî rêz jê re digirt û li bal her kesî qedirbilind bû, ne tenê ji ber malmeziniya xwe lê ji her tiştî zêdetir ji ber reftar û tevgera xwe ya bêlome. Li pîriya xwe wî herdem li gel cîran û biyanan jî li ser serhatiyên berê suhbet dikir, û bîrhatina wî, delalbêjiya wî û jîriya wî dibû sedema heyraniya giştî. Nemaze wî çîroka Federigoyê kurrê Filippo degli Alberighi vedigot ku xortek esilzade bû û li hemû herêma Toscanayê di çekbazî û mêraniyê de yek ji yên herî baş bû û ji ber hindê delalê ber dilê keç û zeriyan bû. Ew bû dildarî jinek ciwan ya malmezin û ya dema xwe yek ji spehîtirîn û dilbijîntirîn keç û jinên Firenzeyê dihat hesibandin. Navê jinê Monna Giovanna bû lê ax li bextê reş ku jin bimêr bû. Bo ku xwe bixe dilê wê, Federigo cejn û şahiyên siwarçakiyê û şûrbaziyê û yên ji gelek cûnên din li dar dixistin û bêqam malê xwe bo xatira wê pûç kir. Lê ka Monna Giovanna çend bedew bû, ew hind jî binamûs bû û bala xwe nedida cejn û şahiyên bo xatira wê dihatin lidarxistin. Taliyê Federigo hema hemû malê xwe ji dest dabû. Wî tenê zevîkek erd mabû ku bi zor pê jiyana xwe didebirand, û herwa jî bazek hebû ku yên beraberî wî bazî dibe li ti derê peyda nebin. Evîna wî ji her demê gurr û geştir bû lê dema pê hesî ku êdî hew dikare wa li bajar bijî, wî xwe vekişand xanîkê zeviya xwe û li wir dema xwe bi firrindegiriyê ve borand û bi serbilindî xwe li ber hejariyê girt.(Giovanni Boccaccio (1313 – 1375): Bazê Nêçîrê, wergerrandin: Husein Muhammed, Kovara Mehname, hj. 50, 3/2004).
ji: mal + mezin.
: malmezinî, malmezinîtî, malmezintî


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver