meh kelimesinin kurmancî anlamı

meh


1. mang 2. her 30 rojên salê *“ji mehan û salan, mirov carekî tenê dibe mêvanê xalan”
(navdêr, mê) 30 roj, 1/12 ji salê, heyamek anku demek ji 30 yan 31 rojan pêkhatî (lê meha 2yem ji salnameya romî 28 yan 29 roj e.): 12 meh dibin salek. Her demsalek ji sê mehan pêk tê..
Herwiha: ma, mah, mehe.
Hevwate: heyv, hîv, mang. Agahdarî: Di hin devokên kurmancî de peyva meh nayê bikaranîn. Bi mebesta 30 roj jî peyva heyv/hîv di wan devokan de tê xebitandin..
ji: Proto-hindûewropî: mē- (pîvan) > me(n)ses- (heyv) Proto-aryayî: Avestayî: māh- (heyv, meh) Farisiya Kevin: māh- (heyv, meh) Farisî: māh (heyv, meh) Belûçî: māh (heyv, meh) Osetî: māyā (heyv, meh) ... ir Kurmancî: meh (meh) Kurdî (Soranî): mang (heyv, meh) Hewramî: mānga (heyv, meh) Zazakî: mang (heyv, meh) Sanskrîtî: mas- (heyv, meh) Yewnanî: mene (heyv, meh) Latînî: mensis (heyv, meh) Ermenî: mis (heyv) Almanî: Mond (heyv) Înglîzî: moon (heyv) month (meh) ... Çavkanî: Horn p.216, Watkins p.51, MacKenzie P.129, Etymonline Hevreh: heyv, pîvan.
: mehane, mehik, mehî, mehname. Bi soranî: mang


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver