şerab, eraq
(navdêr, mê) bade, şerab, ereq, elkol, vexwarina ku ji tirî hatiye çêkirin û mirov pê serxweş dibe. Herwiha: mê. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: مهی. Bide ber: meywe. ji: hevreha soranî مهی (mey), farisî مى (mey), pehlewî mey, sogdî meδu-, avestayî meδe- (meyeke şîrîn), ji Proto-hindûewropî médʰu- (hingiv) ku herwiha hevreha sanskrîtî मधु (medhû: hingiv), yûnanî μέθυ (mêθû: mey), lîtwanî medùs (hingiv), rusî мёд (myêd: hingiv), inglîzî mead (meya hingvînî)... e.. Bikaranîn: Navdêr: meydan. jê: meygêrr, meygêrrî, meyfiroş, meyfiroşgeh, meyfiroşxane, meyfiroşî, meyvexwer, meyvexwerî, meyxane, meyxwer, meyxwerî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.