meydan kelimesinin kurmancî anlamı

meydan


1. hol 2. hêwan 3. mezada sewalan *“ji tivingê re nîşan, ji hespê re meydan”
1. cihê pehn û berfireh (navdêr, mê) qad, gorrepan, giyar, com, gom, arena, sahe, guher, bazarr, cihê pehn û vekirî di navbera avahiyan yan daristanan yan giran de.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: مه‌یدان.
ji: hevreha soranî مه‌یدان (meydan), farisî ميدان (meydan), pehlewî mêdan, tacikî майдон (maydon), têkilî miyan (nav, navber) ya zazakî û ميان (miyan: nav, navber) ya farisî, hemû jiari. ميدان (meydan) ya erebî, meydan ya tirkî û azerî, meydon ya ozbekî, մեյդան (meydan) ya ermenî, მოედანი (meydan) ya gurcî, майдан (maydan) ya rûsî, ukraynî û qazaxî, μεϊντάνι (mêyntani) ya yûnanî, мејдан (mêydan) ya sirbî, mèjdān ya xirwatî, meidan ya inglîziya Hindistan û Pakistanê ji zimanên îranî hatine wergirtin. Di rastiyê de peyva meydan ne yekser ji zimanên îranî yên navîn (pehlewî...) ketiye zimanên îranî yên nû (kurdî, farisî...) lê peyva pehlewî mêdan ketiye erebî û tê de wek m-y-dan hatiye nivîsîn (ji ber ku ê di erebiya nivîskî de nîne û î û y wek hev tên nivîsîn) û paşî wek meydan hatiye xwendin û dû re bi forma erebî li zimanên îranî vegeriye û bi taybetî bi rêya farisî li dinyayê belav bûye. Di kurdî de paşî di hin devokan de ji meydan bûye mêdan (bide ber keyf > kêf, Beyrût > Bêrût) lê ev nayê wê maneyê ku ew forma yekser ya ji pehlewî ye. Peyva îranî bi kirasê xwe yê ne-erebî niha wek miyan di farisî û zazakî de bi maneya nav, navber maye. Eger di kurmancî de bi kirasê îranî yê ne-erebkirî mabûya, ew ê mihan bûya. Bo hin peyvên din yên bi eslê xwe îranî lê bi rêya erebî li kurdî û/yan farisî vegeriyayî, binere bo nimûne: fisteq, zendîq, cinayet, gûz (ku di farisî de di bin tesîra erebî de bûye cûz)..
Bikaranîn: Lêker: meydan kirin. Navdêr: meydankirin Rengdêr: meydankirî.
: meydanî, meydank


simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver