mezin kelimesinin kurmancî anlamı

mezin


[I] 1. girs 2. bilind *“astenga mezin, li derê mala mirovî ye” [II] 1. rûspî 2. serok 3. pêşengên gelekî *“bi ya mezinan bike, wan cejnek berî te xwarine”
(rengdêr) (navdêr) gir, girs, zexm, ne biçûk, ne zarrok, giregir, serok, birêveber, giring, watedar, bibandor, ne bêwate.
Herwiha: mazin, mezn-.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: مه‌زنNêzîk, gir, qelew, zexim.
Bikaranîn: Lêker: mezin bûn, mezin kirin. Navdêr: mezinbûn, mezinkirin, mezingirtin Rengdêr: mezinkirî, mezinbûyîBi zimanê zarrokan, meçoç. Bi soranî: gewre.
ji: Ji Proto-hindûewropî meǵh₂- (mezin, zexim, gir), hevreha مزن (mezen) ya belûçî, mez- ya avestayî, mes- ya pehlewî, sanskrîtî मह (meha: mezin), hîtîtî mêkkis (gelek, pirr), tokarî B make, yûnaniya kevn μέγας (megas: mezin > mega- ya navneteweyî), latînî magnus (zexim), inglîzî much (bixwîne: maç gelek, pirr), swêdî mycket (gelek, pirr), danmarkî meget (gelek, pirr)... Di kurdî de paşgira -in lê hatiye zêdekirin (wek di peyva bizin de jî) lê forma mes-/mez- jî di mestir/meztir û mestirîn/meztirîn de hê maye..
: mezinahî, mezinatî, mezinayî, mezinî


simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver