mij kelimesinin kurmancî anlamı

mij


1. moran, çem 2. dûyê ku dadikeve der û dorê *sal mij e, kodik tij e
(navdêr, mê) moran, tem, dûman, dûxan, dûkêl, hewayê şil û ne zelal.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: مژ.
ji: Ji Proto-hindûewropî h₃migʰleh- (mij), hevreha soranî û zazakî mij, kelhûrî mê, farisî مه (mêh) û میغ (mîẍ), sanskrîtî मेघ (mêghe: ewr) û mih (mij), albanî mjegull (mij), lîtwanî miglà, rusî мгла (mgla), inglîzî û holendî û swêdî mist, yûnanî ὀμίχλη (omîxlê: mij)... Herwiha belkî hevreha peyvên mîz û mîstin yên kurdî ye jî..
Bikaranîn: Lêker: mij girtin. Navdêr: mijgirtin.
: bêmij, bêmijî, bimij, mijdar, mijdarî, mijî, mijxele (mij û moran)


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver