narinc kelimesinin kurmancî anlamı

narinc


malbata mêweyên wekî leymûn, porteqal û hwd
(navdêr, mê) tûrinc, pirteqalên tehl/tirş, rengê pirteqalî, rengê narincî.
Herwiha: narenc nareng naring.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: نارنج. Navê zanistî: Citrus aurantium.
ji: hevreha soranî نارنج (narinc), farisî نارنج (narenc/narinc) ji erebî نارنج (narenc) jiari, bide ber forma din ya farisî نارنگ (nareng) jisanskriti नारङ्ग (narenge) jitamili நரந்தம் (nerentem: geşî) + காய் (kay: mêwe, fêkî). Heman peyv bi rêya erebî ketiye zimanên ewropî jî û bi maneya pirteqal li gelek deverên dinyayê belav bûye: spanî naranja, portugalî laranja, îtaliya kevn narancia/arancia, provansiya kevn auranja, fransiya kevn orenge, inglîziya navîn orenge, frensî û inglîzî orange, almanî Orange û Pome-ranze (li gel Apfelsine), çekî, polonî û gelek zimanên din yên slavî (lê ne rûsî) pome-ranč yan peyveka wek wê.Peyva narinc bi rêya zimanên îranî ketiye erebî lê bi forma xwe ya erebîkirî ve li kurdî û farisî wergeriye. Bo vegerîna peyvan ji erebî
Bide ber: fisteq, zendîq, mecûsî... Forma rojhilatî narinc li Ewropayê belav bûye lê li aliyekê din peyva rojavayî pirteqal (ji navê Porgulaê) li Rojhilata Navîn belav bûye û li wê derê cih li narincê teng kiriye. Peyva serdest ya bi maneya pirteqal li Bakurê Ewropayê Apfelsine (almanî), apelsin (swêdî), апельсин (apêlisîn - rûsî) bi maneya sêva Çînê ye..
: narincî narincok


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver