navsere kelimesinin kurmancî anlamı

navsere


navsale
(rengdêr) navsale, kesa/ê ku êdî ne genc e lê hê pîr jî nebûye, teqrîben kesên 30- ta 50/60-salî.
Herwiha: nêvsere.
ji wêjeyê: Karwanê me ji pênc hesp û panzdeh deveyan pêk dihat. Em daketin beriyê û me berê xwe da binxetê. Bi ser riya Şamê re, em çûn Beytullahê. Ez çi serê we biêşînim, ji efendimê xwe re bêjim, piştî me wezîfa xwe bicîh anî, ferz û sunnetên xwe kirin, em çûn cîhê Şeytanê lanetî. Me xîçik û kevir ji erdê civandin û avêtin wê koncala ku Şeytan tê de ye. Jinikek navsere ku li rex min bû, bi hêrs û tund kevir dicivandin, eniya xwe diqermiçand, awirên xwe tûj dikirin û digot: “Lanet li te be, tufû Şeytanê kor! Ha ji te re, geber bibe!”. Wilo dixuya ku, wê gelek derd û kul ji Şeytan dîtibûn. Wê kêliyê, rahişt kevirekî mezin ku bi qasî kulmekê bû, bilind kir, lê destê wê li hewa ma. Jinika li kêleka wê nehişt, bi milê wê girt û got: “Kembiyê, kurbiyê, wî kevirê mezin navêje Şeytên, tu jî mîna herkesî xîçikan biavêje, tu dê niha wî hêrs bikî, roja qiyametê, ger Şeytan û Xwedê li hev werin, welleh wê derpiyê te ji hev zîval-zîvalî bike, kesek nizane dê çi bîne serê te”!(Edîp Polat: Dizan ji dizan dizî, Amidakurd.com, 10/2005).
ji: nav- + ser + -e.
Bikaranîn: Lêker: navsere bûn, navsere kirin. Navdêr: navserebûn, navserekirin Rengdêr: navserebûyî, navserekirî.
: navseretî, navsereyî


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver