newal kelimesinin kurmancî anlamı

newal


cihokên kûr *“av ji çiyan diherike, li newalan belav dibe”
(navdêr, mê) gelî (bi taybetî yên biçûk), co, robarê biçûk.
Herwiha: nehal, nihal, niwal, newalok, nuwal.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: نه‌وال.
Hevwate: gelî, dol, wadî, best (cobar û cihê wê yê ku bi giştî havînan ava wan diçe) , cobar , seqlan, şag.
ji: Herwiha nehal/nihal jiarami ܢܚܠܐ (nexal), hevreha îbrî נחל (naxal). Herwiha bide ber aramî ܢܗܪܐ (nehra: ro, robar) yan ji erebî انهار (enhar) ku pirrjimara نهر (nehr: çem, ro, robar) e. Hevreha îbranî נהר (nahar), ugarîtî ??? (n-h-r), akadî ?? (narû), hemû ji proto-samî. Heman peyv wek نهر (nehr) derbasî farisî bûye û wek nehir ketiye tirkî jî. Guherîna h/w (bo nimûne hinda/winda) û l/r (bo nimûne bilûl/bilûr) di kurdî de du diyardeyên berbelav in. Herwiha bo ketina herfên bideng ji destpêka peyvên ji erebî di kurdî de bide ber emîr > mîr, Îbrahîm > Birahîm..
ji wêjeyê: Herçî tivingvanên qenc in, wê di serê şikêr, rizde, zinar û serîyên bilind de bisekinin û peyayên din wê di çewrik, kortik, şîp, şikêf, newal û mesîlan de bigerin. Keçik dibê Feqî, heyran, bejna min kin e, lo, ne dirêj e/Li ser gaz û mesîlan û newalan ji xwe re, lo, şax davêje. jêder.
: newalî, newalk, newalok


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver