nimêj kelimesinin kurmancî anlamı

nimêj


1. perestişa misilamanan a rojê penc danan û di hin warên din de 2. dirozge
(navdêr) dua, lava, daxwaz ji Xwedê yan xwedayekê/î (bi taybetî ayînên îslamî yên her roj pênc caran tên dubarekirin)Navê nimêjan, nimêja şeveqê, nimêja tavê, nimêja nîvro, nimêja berêvar, nimêja êvarê, nimêja şîvê, nimêja şevê(tehecud), nimêja înê, nimêja mirîyan, nimêja tavxeyirînê, nimêja heyîvxeyirînê, nimêja sunet.
Herwiha: limê(devokî) limêj(devokî) mêj(devokî) nimê(devokî) nimêtin(devokî) nivêj(devokî) niwêj(devokî).
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: نمێژ.
Hevwate: salat selat. Nêzîk: daxwaz dua hêvî lava rica tika.
Bide ber: bang, desmêj(destnimêj),avdest ezan hec rojî xêr zikat.
ji: Ji Proto-hindûewropî ném- (belav kirin) > nemos, Proto-aryayî nemeh heçiye (peristin, rêz lê girtin), nemas (rûmet, qedir, qîmet bo Xwedê). Hevreha niwêj ya soranî, nimac/nimaj/nimaz ya zazakî, nemaz ya farisî, nemeh (peristin) ya avestayî, nimêc ya parsî, nemaz ya pehlewî, لمونځ (limûnz) ya peştûyî, names (rêzgirtin) ya sanskrîtî, νέμω (nêmo: belav kirin) û Νέμεσις (Nêmesis: xwedaya tolhildanê) yên yûnaniya kevn. Eynî peyv bi rêya farisî nemaz wek namaz ketiye tirkî jî. Proto-hindûewropî: ném- (belav kirin) > ném-os- , Proto-aryayî: nemeh-hačiya- (peristin, rêz lê girtin) Avestayî: nemeh- (peristin, rêz lê girtin) Pûnjabî: nmc (peristin”) Middle Persian: nemaz (peristin) Sogdî: nimc (peristin) Farisî: nemaz (nivêj, nimêj) --> Tirkî: namaz Belûçî: nemaş (nivêj, nimêj), peştûyî: limûnz (nivêj, nimêj) Kurmancî: nimê, nimêj, nivêj (nivêj, nimêj), soranî: niwêj, nwêj (nivêj, nimêj), kelhûrî: nimaz, hewramî: nima Zazakî: nimac (nivêj, nimêj) Sanskrîtî: names (peristin, rêz lê girtin) Yewnanî: némo (belav kirin) -> Nêmesis Çavkanî: Horn p.233, Lubotsky Pokorny: -.
Bikaranîn: Lêker: nimêj kirin. Navdêr: nimêjkirin Rengdêr: nimêjkirî.
: bêdestnimêj bêdestnimêjî bidestnimêj bidestnimêjî bênimêj bênimêjî binimêj binimêjî destnimêj nenimêjker nenimêjkerî nimêjker nimêjkerî.
Bi zaravayên kurdî: hewramî: kurmancî: nimêj soranî: niwêj zazakî:


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver