pêlav kelimesinin kurmancî anlamı

pêlav


sol *“kurmanc têr dixwe û li pêlava xwe digere”
(navdêr, mê) sol, şekal, maras, postaltiştek e mirov dikin herdu piyên xwe daku piyên xwe ji êşînê biparêzin dema li derve digerrin. (Pêlav cot in. Cotê pêlavan ji du kitan pêk tên ku yek kita piyê rastê û yek jî kita piyê çepê ye.), meras.
Bide ber: gore, xufik. Cûnên pêlavan, cezme, kalik, qupik, qûndere, sendele, şimik . Cûnên sol û pêlavan li ba me ev in: pêlav (navekî giştî ye), şimik, qundere, kilaş (pêlava dezî ye), kale (pêlava werzişî ye anku ya sporê), kalik (pêlava şivanan) çarox reşik, potîn (pêlava basik kurt), cezme (pêlava lastîka basikdirêj), çekme (pêlava qayîşa basikdirêj), sendel (pêlava tenişt û bêvil vekirî ya havînan), şekal (qundereya dirryayî)..
Bikaranîn: Peyva giştî pêlav e, yên kevn şekal in, yên derdor vekirî şimik in. Sol li Başûrê Kurdistanê (ne di kurmancî ne jî di soranî de) nîne. Qondere bi rêya tirkî kundara ji îtalî contura ketiye zimanê me û tenê bo pêlavên çermî/postî tê bikaranîn..
Bi zaravayên kurdî: Kurmancî: pêlav, Kurdî (Soranî): pêlaw, pêtaw, kewş, Kurdiya başûr: Lekî: Hewramî: Zazakî:.
ji: hevreha soranî pêlaw, bi metatezê ji pêval/pêwal (ji pêvar/pêwar) anku cilê piyan, ya ku piyan diniximîne ji pê + -wal/-war ( wek şelwal/şelwar, jikurdi


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver