piling kelimesinin kurmancî anlamı

piling


cureyekî sewalên dirinde ye û ji bilî sêrî dişibihe şêran
(navdêr) pars, kitikê gir yê kûvî yê pinpinî (Panthera pardus), bebir, pisîkek anku kitikek gir yê kûvî yê xetxetî ye ku bi taybetî li Asyayê peyda dibe (Panthera tigris), hemû kitikên gir yên kûvî (Panthera) ji bilî şêran (panter, leopar, jagwar, kugar...), (mecazî): zîrek, wêrek, fêris, şêr.
Herwiha: pling.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: پلنگ/پڵنگ. Têkilî: jagwar leopar pars şepal şêr.
ji: hevreha soranî پڵنگ (piłing), farisî پلنگ (peleng), peştûyî پړانګ (pṙang), sogdî pranka, sanskrîtî पृदाकु (prdāku), hemû ji Proto-aryayî. Yan hevreha yûnanî πάρδαλις (pardalis) û πάρδος (pardos) û latînî pardus lê ihtimalen ev peyvên yûnanî û latînî ji zimanên rojhilatî hatine wergirtin. Ji eynî rehî: pars, leo-par. Peyva inglîzî tiger, frensî tigre û peyvên wek wan di zimanên ewropî de bi rêya yûnaniya kevn ji îranî tigri- (tîr, tîrê kevanê) ne ji ber ku piling wek tîran zû dilive. Herwiha ببر (bebr) ya erebî jî ji îranî ye, bi farisî ببر (bebr), pehlewî bebr, sanskrîtî व्याघ्र (vyāghrá). Heman peyv ji îranî ketiye zimanên Qefqasyayê jî: ermenî վագր (vagr), gurcî ვიგრი (vigri)..
: pilingane, pilingî, pilingnas, pilingnasî, pilingvan, pilingvanî, pilingzan, pilingzanî


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver