pirpar kelimesinin kurmancî anlamı

pirpar


pimpar
(navdêr, mê) parpar, pêrpîne, riwekek xwerbar ya çandinê ye.
Herwiha: pêpîne, pêpîner, pêrpîne, pêrpûn, pirparik, pirparîm, pirpark, pirparr.
ji wêjeyê: Pirpar hêşînhatek gîyayî û bêar e. Di nav parêzan de (baxçên dikakan) xwebixwe di meha hezîran û tîrmehê de çêdibe û wek dikakan (zerzewat) tê xwarin. Gîyayek pirsalane ye. Navtenga wê razayî bi qasî mitroyekê dirêj dibe, bejna wê jî heta 30 cm bilind dibe. Belgên wê bê dûxûk, kesk û hêkanî, bi goşt û piravî ne. Belgên wê tacane wek qevdikan bihevre ne û di mehên tîrmeh heta êlûnê de vedibin. Rengên wan zer, eflatûnî an jî peyazî ne. Ew kulîlk paşê dibe qebsûl û di nava wê qebsûlê de gelek bizirên biçûk û reng reş hene.. Navê zanistî: Portulaca oleracea


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver