1. sual 2. arîşe 3. peyv *“mirov bi pirsê, diçe Xursê”
(navdêr, mê) siwal, daxwaza bersivê, tişta kesek ji yek din re dibêje bi hêviya ku hin agadariyan jê wergire: Min çend pirs ji te hene. doz, mesele: Pirsa kurdî divê di zûtirîn demê de bêt çareserkirin. pirsgirêk, arîşe, kêşe, problem. Herwiha: pirsiyar , pisyar. Hevwate: siwal. Dijwate: bersiv. Bikaranîn: Lêker: pirs kirin. Navdêr: pirskirin Rengdêr: pirskirî. ji: Ji Proto-hindûewropî preḱ-, têkildarî پرسیدن (porsîden) ya farisî, pursîden ya pehlewî, fraθ- ya farisiya kevn, hevkoka पृच्छति (pṛccháti) ya sanskrîtî, просить (prosti) ya rusî, հարց (harc) ya ermeniya kevn, posco ya latînî, frignan ya inglîziya kevn, Frage ya elmanî û fråga ya swêdî. Zêdetir agahî li rûpela pirsîn.. jê: pirsandin, pirser, pirserî, pirsgirêk, pirsîn, pirskar, pirskarî, pirsker, pirskerî, pirseşan, pirsiyar, rapirs, rapirsandin, rapirsî, rapirsîn
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.